Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!

  • rojane
  • 09:05 10 Cotmeh 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Dayika endamê HPG'ê Kemal Selimî di salekî de sê car in ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire berê xwe dide Şirnexê. Lê dayik di her hatina Şirnexê de dest vala vedigere. Dayika wî bi hesreta wergirtina cenazeyê lawê xwe dijî. 
 
Cenazeyên endamên HPG'ê yên di şerên li bejahiyên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin de jiyana xwe ji dest didn, carna bi hefteyan carna bi mehan û carna bi salan nadin malbatên wan. Gelek ji van cenazeyan bi hefteyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên sekinandin û bêyî ku malbatên wan agahdar bikin, di goristanên bêkesan de tên veşartin. 
 
Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên nexweşxaneyê jî bi mehan tên mijûlkirin an li benda encama testa DNA’yê disekinin û cenaze radestî wan nayên kirin. Lêgerîna malbatan a ji bo cenazeyên zarokên xwe carna bi salan jî didome. Yek ji van malbatan jî malbatan endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji navçeya Salmasê ya bajarê Ûrmiya Rojhilatê Kurdistanê ye. 
 
3 CAR IN TÊN ŞIRNEXÊ 
 
Selîmî yê ku di 2'ê îlona 2020'an de, di şerek li deşta Silopyayê de derketî de jiyana xwe ji dest daye. Ev saleke cenazeyê wî radestî malbata wî nayê kirin. Malbat ev bû sê car in ji bo wergirtina cenazeyê lawê xwe bigire ji Salmas tê Şirnexê û her carê jî dest vala vedigere. Malbat di 2'yê îlonê de agahiya mirina kurê xwe digire û ji bo ku cenaze teşhîs bikin jî berê xwe didin Şirnexê. Lê ev hatina malbatê bêencam dimîne û malbat nêçar dimîne û vedigere Salmasê. 
 
MALBAT BI DERFETÊN ZEHMET TÊ 
 
Carake din jî agahiyê ji malbatê re dişînin û ji malbatê re tê gotin ku ji bo ku cenazeyê zarokê xwe bistînin bên Şirnexê û xwîn bidin. Vê carê jî malbat bi derfetên zehmet tê Şirnexê û birayê Selîmî, Argeş Selîmî ji bo teşhîskirina cenaze xwîn dide. Lê vê carê jî ji malbatê re agahî dişinin û dibêjin ku ji bo xwîn dayinê divê dayika wî bê Şirnexê. Cara sêyemîn dayika Selîmî berê xwe dide Şirnexê. Dayika ku radibe ji Salmasê tê Şirnexê vê carê jî ji wê re wiha dibêjin, 'Xwîn dayin ne wisa hêsane û hûn dizanin mesrefa vê çiqas e?' Malbat carek din vegeriya Salmasê û li benda xeberek xêrê ye. 
 
MALBATÊ DIBIN Û TÎNIN 
 
Dayika Kemal Selîmî, Şoret Nurîzadê anî ziman ku ev nêzî salake ew li benda wergirtina cenazeyê lawê xwe ye û wiha got: "Kurê min di 2'yê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku 40 roj di ser  şehadeta wî re derbas bû, nû haya me jê çêbû ku jiyana xwe ji dest daye. Çawa ku agahî ji me re hat ku jiyana xwe ji dest daye, em hatin. Lê ji ber ku nexweşiya korona hebû deriyê sînor girtî bû û em bi balafirê çûn Stenbolê û ji wir jî em hatin Amedê. Ji Amedê jî me berê xwe da Şirnexê. Me ewqas zehmetî kişandin û em hatin, lê xwîna me negirtin. Ji me re gotin 'Em xwînê nagirin' û ji ber wê jî em vegeriyan. Piştî ku 3 meh ser re derbas bûn, agahî ji me re şandin û gotin werin em ê xwîna we bigirin.Kurê min ji wan re got dayika min nexweşe nikare bê. Ji wî re gotin tu were. Kurê min hat Şirnexê û xwîna xwe da. Guhê me û çavê me li vir bûn. Her roj min dua dikir ku encama xwînê erênî derbikeve. Lê 3 meh ser re derbas bûn û gotin bêencam e û divê dayika wî bê."
 
'HER CARA EM TÊN DESTVALA VEDIGERIN’
 
Nurizadê, diyar kir ku di her hatina Şirnexê de ew bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: “Ew li me geriyan û xwestin em bên Şirnexê. Lê ji me re gotin, 'We careke xwîn daye bes e, em nikarin her carê mesrefê bikin'. Lê me qebûl nekir. Me ji wan re got, heta ku hûn xwîna negirin, em ji vir gaveke paşve naçin. Pişt re li gel hewledanên me destûr dan û me xwîn da. Ev tişteke ne wîjdanî û ne jî exleqî ye. Ez ji welatekî din têm welateke din. Rêya min dûr e. Her carê gazî me dikin û em tên vê derê. Lê di her hatinê de jî em dest vala vedigerin. Em 11 seatan di rê de hatine. Ez bi xwe jî nexweşim. Gelo ev tişteke wîdjdanî ye? Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan jî ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim ez têm vê derê."
 
TIRKIYE  Û ÎRAN NAHÊLE CENAZE BIÇIN ROJHILAT 
 
Nurîzadê, daxuyand ku Tirkiye û Îran nahêlin cenazeyên li bakur biçin Rojhilat û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ez cenazeyê kurê xwe werbigirim jî ez nikarim bibim Îranê. Çimkî destûr nadin. Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye lê yek cenaze jî nehatiye Îranê. Ez dixwazim ku goreke kurê min hebe. Cenazeyê kurê xwe bibim û nêzikî xwe li Wanê defin bikim. Hêviya min tune ye. Lê heta ku ez cenazeyê kurê xwe negirim ez ê nesekinim. Dilê min dişewite û ne rehet e. Ji ber ku ez nizanim cenazeyê kurê min li ku ye." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

11/10/2021
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin