Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê

  • rojane
  • 23:59 9 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê hat şermezarkirin.
 
23'yemîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyên protestoyê hat şermezarkirin. Bi sed hezaran kesên ku li Ewropayê kom bûn, komployê şermezar kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
MÎLANO
 
Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê bi banga Komîteya Kurdan meşek hate lidarxistin. Partî, sendîka û rêxistinên ciwanan tevlî meşê bûn.
 
Girse li Qada San Babîlayê li hev kom bûn û heta qada Scalayê meşiyan. Di meşê de nûnerên saziyan komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.
 
AMSTERDAM
 
Li bajarê Amsterdamê yê Hollandayê jî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
 
Di meşê de belavoka KCDK-E’yê hat xwendin.
 
Meş li Qada Jonas Daînel Meîjerpleînê dest pê kir û bi mîtînga li qada Mûseûmpleînê bi dawî bû. Li vê derê belavokek hate xwendin û hate diyarkirin tê xwestin ku komplo were nûkirin.
 
Di çalakiyê de hat diyarkirin Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ye.
 
LÎMASOL
 
Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî gelê kurd li Navenda Çanda Kurdan a Theofîlosê kom bûn û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
 
Li navendê flama û posterên ‘Azadî ji Rêber Apo re’ hat daliqandin. Li ser navê komîsyona perwerdehiyê Mehmet Ûcaş axivî û diyar kir ku ji bo azadîya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe geş bikin.
 
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komploya navneteweyî hat nîşandan.
 
STOCKHOLM
 
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd pêk hat meşek girseyî lidarxistin.
 
Meş di saet 13’an ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li parka Norra Bantorget dest pê kir, bi hildana alayên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa ku komplo şermezar dikirin rakirin û heya bi parka Normalmstorget a li navenda bajêr dewam kir. Piştî ku meşvan gihane qada mitîngê, hevserokê NCDK-Skandînavya Hemîd Bîten axivî.
 
Bîten got “Beriya her tiştî em wê roja reş şermezar û lanet dikin. Her wek tê zanîn dixwazin li Başûrê Kurdistanê bi destê hin aliyên kurd komploya duyemîn li dijî gelê kurd pêk bînin, li himber şervan û têkoşerên gelê Kurd şerekî pir qirêj tê kirin. Em wan hêzên ku li rex dewleta Tirk a dagirker û hov, şermezar dikin. Êdî her kes dizane kî dost e û kî neyarê gelê kurd e. Em bang li tevayî cîhanê dikin, heya ku Rêber Apo azad nebe, heya ku gelê kurd nebe xwedî statu, ev têkoşîn û ev berxwedan wê her berdewam bike. Heya ku yek şagird û tekoşerên Rêber Apo hebe, ev doz wê bidome. En careke dîtir ev roja reş şermezar û lanet dikin, ji paytexta Skandînavya heya bi Îmraliyê silavên xwe rêdikin û her wiha berxwedana gerîllayên me yên ku di çeperan de şerê hebûn û nemanê dikin silav dikin."
 
HAMBÛRG
 
Komploya ku 24 sal berê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Hambûrgê bi meşekê hat protestokirin.
 
Meş li semta Gansemarkt a Hambûrgê dest pê kir. Kurdên li Hambûrg, Kîel, Bremen û Oldenbûrgê dijîn tevlî meşê bûn.
 
Hevserokê FED-DEM’Ê Latîf  Serhat diyar kir ku komplo çiqasî kûr be jî wê berxwedana li hemberî komployêjî wisa xurt be. Serhat got “Divê heyeteke CPT’ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinekê bike.”
 
Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Emîne Riha jî diyar kir ku wê komploger têk biçin.
 
Meşa ji bo şermezarkirina komployê li pêşiya avahiya Rote Florayê bi dawî bû.
 
SAARBRUCKEN
 
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
 
Gele Kurd li pêşiya Eûropa Galerîayê kom bûn û deqîqeyekê rêz girtin.
 
Di axaftinan de hate diyarkirin ku komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şexsê gelê kurd de li hemberî gelên li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di çalakiyê de ev tişt hate destnîşankirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin nîşan dide û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke mezin.
 
HANNOVER
 
Li bajarê Hannoverê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi sedan Kurd û dostên wan bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
 
Hevseroka FED-DEM’ê Heval Sebahat di çalakiyê de axivî û got “Hêzên dagirker ji bo dîlgirtina Rêbertî  komployeke navneteweyî kirin lê îro di salvegera wê komployê de bi milyonan Kurd xwedî li paradîgmaya Rêbertî û îdeolojiya wî derdikevin. Em careke din eşkere dikin wê komploger têk biçin wê berxweder bi ser bikevin.”
 
RENNES
 
Kurdên li bajarê Rennesê û derdora wê dijîn saet di 16.00’na de li qada Place du Colombîerê kom bûn.
 
Çalakiya protestoyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de belavokên bi Fransaî hatin belavkirin û li qada Rebûplîqûeyê jî mîtîngek hate kirin.
 
Di mîtîngê de axaftinan diyar kirin ku gelê Kurd roj bi roj nêzî azadiya xwe dibe û hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst ligel bi çekên teknolojîk û alîkariya hin hevkaran li hemberî gerîlayan şer da destpêkirin lê di vî şerî de bi ser neketiye. Lê divê were zanîn heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe û zindan neyên valakirin, em ê li her qadê li ber xwe bidin.”
 
Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Azadî ji Kurdistanê re’ bi dawî bû.
 
STRASBOÛRG
 
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî gelê Kurd û dostên wan li hev kom bûn dû diyar kirin ku welatên bûne hevkarên komployê avakarên pergala êşkenceya li Îmraliyê ne.
 
Gelê kurd ê ku li pêşiya Gara Strasboûrgê li hev kom bûbûn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ komplo şermezar kirin û diyar kirin wê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.
 
Di mitîngê de parlementerê partiya çep Daniyel Riyazat jî axivî û wî jî salvegera komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêber Apo şermezar kir û daxwaza azadiya ji bo tevayî girtiyên siyasî kir. Her wiha piştgîriya xwe ya ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dubare kir.

Sernavên din

10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî