Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye

  • rojane
  • 17:43 9 Cotmeh 2021
  • |
img
 
ÊLIH - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di panela têkildarî komploya navnetewî de axivî û diyar kir ku armanca êrişên li ser Ocalan, planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye. Federe ya Kurdistanê ye 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê bi navê “Komploya Navnetewî” panel li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû weke axivîner beşdarî panelê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, rêveberên HDP'ê û gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
KOMPLO BERDEWAM DIKE
 
Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû diyar kir ku bi hevkariya hêzên emperyalîst komplo xistin meriyetê û bi lêv kir ku tecrîda 21 salan berdewama komployê ye. Kûlpû, da zanîn ku kesên tiliya wan di nava komployê de hene îro hevkarên tecrîda girankirî û bêhiqûqiyên Tirkiyeyê ne. Kûlpû, bi lêv kir ku gel ji sala 1999’an ve li dijî komplo û tecrîdê berxwedaneke mezin nîşan dide. 
 
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ YÊN OCALAN
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ji ber pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên kujer ên hêzên emperyalîst in, komplo û tecrîd xistine meriyetê û wiha got: “Tecrîda ji sala 1999’an û vir ne tenê li ser Ocalan tê meşandin li ser gelan jî tê meşandin. Pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan tên asteng kirin. Kesên ku çareserî û aştiyê naxwazin xwe bi tecrîd û komployê ve girêdane.”
 
HELWESTA CPT’IYÊ
 
Başaran destnîşan kir ku yên qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin rola Ocalan paşguh dikin û diyar kir ku yên çareseriyê dixwazin divê ji dil bin. Başaran helwesta CPT’iyê rexne kir û wiha domand: “Heya niha, li hember tecrîdê yek gavek şênber ku wan avêtiye tune ye. Ji ber ku ew şirîk in. Ger ew îdîa dikin ku ew ne hevkar in, divê gavên berbiçav werin avêtin. Bila mafê herî xwezayî û yasayî yê kesên di girtîgehê de yên hevdîtinên malbat û parêzerên wan bê dayîn. Lê CPT’iyê, ku vê pêk naîne, tenê daxuyaniyên ku ne derbasdar in dide. CPT, 21 sal in tecrîdê piştguh dike. Divê demildest dev ji vê helwesta xwe berde.”
 
'ARMANCA ÊRIŞÊN LI SER OCALAN DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE' 
 
Başaran, destnîşan kir ku armanceke din a êrişên li ser Ocalan, planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye û got: “Operasyona li Başûr bi hevkariya PDK'ê dewam dike. Ew dîsa xeletiyê dike. Ligel vê êrişên li ser Rojava yên ku li ser maseyê sekinîne û pêk tên hene. Ji bo pêşîlêgirtina li van û têkoşîna li dijî vê, tenê bi şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan mumkun dibe.”
 
Başaran da zanîn ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan xwedî girîngiyeke jiyanî ye û xwest ku her kes bi berpirsyariyî tevbigere. 
 
Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

11/10/2021
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin