MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist

  • rojane
  • 19:45 3 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Pedagog Adar Jiyan, di panela "Zarok û Ziman" a MED DER'ê de axivî û wiha got: "Zarokeke ku nikaribe zimanê xwe yê zikmakî baş fêr bibe, nikare zimanekî din jî baş fêr bibe. Ziman ne mafê me ye, pêwîstiya me ye."

 Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER)' panela "Zarok û Ziman" li dar xist. Panela ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek malbat û kesên ziman hez beşdar bûn. Her wiha pankarta "Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e" hat daliqandin.  Moderatoriya panelê Hevseroka komeleyê Şîlan Elmas Kan kir. Wek beşdarvan jî pedagog Adar Jîyan, hiqûqnas Cemîle Turhalli û akademîsyen Resûl Geyîk tevlî panelê bûn. 
 
Panel bi axaftina Kan destpê kir. Kan, diyar kir ku mafên zarokên kurd bi sedan sal e tê binpêkirin û got: "Me kampanyayek dabû destpêkirin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em dizanin ku ziman ji gelek aliyan bandorê li ser zimanê heye dike. Yên ku manewîyet û sibêroja vê civakê ava dikin bêguman zarok in. Lê belê zarok ji mafên xwe yê bikaranîna ziman bêpar dimînin û bi tora bişaftinê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî li Tirkiyê  ji ber pirsgirêka demokrasî mafê bikaranîna zimanê tê binpêkirin. Li Tirkiyê bi qirkirinê çand ûziman tune tê hesibandin. Ji ber ku em li hemberî êrîşên li dijî zimanê kurdî bertekên tund nîşan nadin nikarin pêşiya bişaftin û polîtikayên tên pêşxistin bigirin. Em dibêjin mafên zarokan ê zimanê tê binpêkirin ji ber vê me xwest li ser vê mijarê panelê li dar bixin."
 
ZIMAN CIVAKÊ SAZ DIKE
 
Parezêr Cemîle Turhalli jî axivî û diyar kir ku ziman tenê qisekirin nîne û wiha axivî: "Ziman çand, dîrok û hişmendiya kollektîva neolotik e. Ziman bi nasnameya xwe civakê saz dike. Li ser erdnîgariya ku em dijîn êrîş û perçebûnek heye. Lewre wê parçebûnê li ser zimanê kurdî jî bandor kiriye. Ziman ji bo neteweyekî gelek girîng e. Ji bo hişmendiya mirovan ziman gelek girîng e. Em hertim dibêjin ziman nasnameya me ye. Mirov bi nasnameya xwe tê naskirin. Netew bi zimanekê xwe tên naskirin. Lewra em girîngiya ziman baş dizanin. "
 
'TIRKIYE MAFÊ ZIMAN BINPÊ DIKE'
 
Turhalli, da zanîn ku ji bo mafê ziman komîsyon û peymanên navneteweyî henie û got: "Di nav peymanên navneteweyî de mafê ziman xal bi xal hatiye binavkirin. Li bin vê peymanê îmzeya Tirkiye jî heye.  Lê belê Tirkiyê mafê zimanê zikmakî binpê dike. UNESCO ji bo ku ji hemû zimanan re girîngî û rêzdarî bê nîşandan û pêşiya tunekirina zimanan bê girtin 21'ê Sibatê  wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê îlan kir. Lê belê ew peyman Tirkiyê îmze nekir."
 
'MAFÊ BINGEHÎNE'
 
Turhalli, axaftina xwe wiha bi dwî kir: "Heta ku em zimanê xwe nedin jiyîn wê ziman jî mehkûmê tunebûnê be. Ji bo jiyandina ziman perwerde mafê bingehîn e. Lewra em ji bo mafê perwerdehîya ziman bi israr in. Divê qanûn li ser vê mijarê bên derxistin. Tirkiyê hewceye ku peymanên navneteweyî yên di hêla ziman de bibîne."
 
'MAFÊ PERWERDEHIYÊ TUNE TÊ HESIBANDIN'
 
 Resûl Geyîk jî destnîşan kir ku mafê perwerdehîyê ji bo zarokan girîng e lê perwerdehiya zimanê zikmakî tê tunehesibandin. Resûl, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wextê ku zimanê zikmakî nebe, vê gavê zimanê perwerdehiyê, bi zanîna zimanê din pêşve diçe û di dawiya dawîn de zimanê zikmakî jî tê jibîrkirin. Bi vî awayî bi zarokan re hişmendiya ji bilî zimanê zikmakî pêş dikeve. Xwe pênasekirinê êdî bi zimanê din dike. Ji demên pêş de êdî bikaranîna zimanê zikmakî kêm dibe, peyvên xwe kurt dikin û peyvên zimanê din dixin nav axaftina xwe.  Vê gavê zarok bi hişmendiya zimanên serdest mezin dibin. Zarok piranî wextên xwe li dibistanan derbas dikin ji ber vê jî divê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn." 
 
'ZIMAN PÊDIVIYEK JIYANÎ YE'
 
Pedagog Adar Jiyan jî diyar kir ku ziman ne tenê mefek e, ziman pêdiviyek jiyanî ye û got: "Çawa ku bê xwarin, bê hilm jiyan nabe bê ziman jî jiyan ne pêkan e loma mafê ziman jî ji wan pêkeran cuda nîne.  Ji hêla pedagogan de jî ziman wek dayikek e. Ji ber ku dayik perçeyek ji xwezayê ye û jê qût nabe. Ziman jî divê di xwezayê xwe de bimîne. Lewra em ewqas li ser têkiliya zarok û ziman disekinin û nîqaş dikin. Em ji bo zarok û ziman dikarin şibandinek wek çêkirina avahiyek bidin. Heke bingeha avahiyê tune be, ew avahî mehkûmê ku hilweşe. Her wiha ziman kesayetê jî ava dike. Li ser derûniya zarokan bandora ziman rasterast heye. Zarokek ku zimanê xwe nekaribe fêr bibe helwestên wekî tundî nîşan dide. Ji ber ku zarokên  mafê wan ê ziman tê binpêkirin di hundirê wan de  qelsiyek çêbibe. Ew jî xwe di pêşerojê de bi şêwazên cuda nîşan dide. Di hêla derûniyê de zimanê dayikê bi qasê şîrê dayîkê girîng e."
 
Panel bi pirs û bersivên beşdaran bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

05/10/2021
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê