'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'

  • rojane
  • 16:06 27 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hat diyarkirin ku Tirkiye ava herêmê weke çekek şer û siyasî bi kar tîne û ji bo ku ev şer bi ser nekeve divê kedek mezin were dayîn. 

 
Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û bi beşdariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firatê ya Lêkolînan hat organîzekirin, li hola Serdem a Çandê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di komxebata ku wê 2 rojan dewam bike de, mijarên weke qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî avê, siyaseta herêmê, şerê avê û bikaranîna wê, dê bên nîqaşkirin. Bi dehan şande û nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî hawîrdorê û şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî komxebatê bûn.  
 
Hevserokê Desteya Rêveriya Herêmî û Hawirdorê Silêman Ereb, axaftina vekirinê ya konferansê kir û bi xêrhatina beşdarvanan kir. Ereb, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber guhertinên hewayê û bandorên neyînî yên li ser hawîrdor û jiyanê, zêdebûna hejmara şêniyan, tevgera zêde ya koçberiyê û kêmbûna jêderên avê bi astengiyên xeter re rû bi rû ma. Ereb, zanîn ku dewleta Tirk û zêdebûna tevgera rêxistinên terorîst yên li herêmê bi awayekî neyînî bandorê li xebitandina pergal û torên avê dike.
 
Ereb, piştrast kir ku rewşa avê li herêmê ligel kêmbûna jêderên wê û kontrolkirina jêderên avê ji aliyê dewletên ku av jê dihereke ve, kirêtîk e û wiha got: "Armanca lidarxistina vê komxebatê, nirxandina derfetan, kêmkirina aloziya avê, derbaskirina astengiyên heyî û yên pêşerojê, afirandina hevsengiyekê di mijara avê de li herêmê ye. Me her tişt amade kiriye da ku komîteyeke çavdêr were avakirin ji bo pêkanîna armanc û perspektîfên komxebatê bişopîne.
 
TIRKIYE AVÊ LI DIJÎ SÛRIYEYÊ BI KAR TINE
 
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş jî, di axaftina kirin de, piştrast kirin ku dewleta Tirk şerê avê li dijî gelên Sûriyeyê bi kar tîne û wiha gotin: "Ji ber ku Tirkiye û çeteyên hevkarên wê ava çemên Firat û Dîcleyê bi zanabûn ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê qut kirin, aloziya avê li herêmê çêbû. Gelên herêmê di şoreşa Sûriyê de gelek destkeftî bi dest xistin. Ruxmî şer û hemû astengiyan, rêveberiya herêmê hemû alozî derbasî kirin, lê niha bi aloziya avê re rû bi rû maye ji ber ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê herêmê dike û ava çemê Firatê qut dike. Cîhan jî li pêşiya vê kiryarê bêdeng e. Ji bo ku pirsgirêk û aloziyên li herêmê bi dawî bibin divê pêşiya sûcên dewleta Tirk were girtin. Dewleta Tirk lihevkirinên têkildarî parvekirina çemê Firatê binpê dike. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li civaka Sûriyê dike."
 
Hevserokan, herî dawî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.
 
'TIRKIYE AVÊ WEKE ÇEK BI KAR TÎNE'
 
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Bernard Kouchner ê berê û nivîskarê fransî û pisporê kar û barên Kurdî Patrice Franceschi yên beşdarî komxebatê bûn jî nirxandinên girîng kirin.   
 
Kouchner û Franceschi daxuyandin ku armanca beşdarbûna wan a komxebatê ew e ku aloziya ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistiye, ji nêz ve bişopînin û çareseriyên ku divê ji bo rêgirtina li karesata mirovî ya dibe ku li herêmê rû bide, nîqaş bikin.
 
Kouchnuer û Franceschî, di axaftinên kirin de wiha gotin: "Gelek rêbazên leşkerî, siyasî, zanistî, fikrî û civakî yên şer hene. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şerê avê li dijî gelên Sûriyê tê meşandin. Di van hemû şeran de her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe yên siyasî dûrî berjewendiya giştî pêk bîne. Dewleta Tirk jêderên avê yên li vê herêmê wekî çekek siyasî li dijî Kurdan û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Şerê avê xetertirîn cureyên şerê li dijî civakan e û armanc jê ew e ku bi rêya tîhkirin û birçîkirinê, civakê ji hev bixe û berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne. Jji bo sekinandina li dijî vî şerî, divê rêbazên siyasî hebin, li kêleka wê divê jêderên avê yên pêwîst ji bo herêmê werin peydakirin û ji tecrubeyên berê sûd were girtin. Divê her kes ji aliyê xwe ve jêderên altirnatîf ava bike ku ev şerê avê bi ser nekeve û bibin sedem ku Tirkiye dev ji vê siyaseta xwe berde."
 
'KONTROLKIRINA JÊDERÊN AVÊ'
 
Dûre Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, axivî û wiha got: “Sûriye welatekî herêma Rojhilata Navîn e ku jêderên avê lê kêm in. Ev 10 salin em vê aloziyê dijîn. Ji ber vê alozî, topbaran û hedefgirtina jêderên avê, stasyonên derxistina kehrebeyê, kanalîzasyonê û binesaziya avê wêran bû.”
 
Emîne, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Li ser mijara ava çemê Firatê ruxmî lihevkirina 1987`an Sûriyê her tim bi dewleta Tirk re bi nakok bû. Dewleta Tirk vê lihevkirinê binpê dike û bi herikîna ava çemê Firatê mîna ku mafê wê kontrol dike û bê hesabê ji Sûriyê re bigire projeyan û bendavan li ser çemê ava dike.”
 
AV KÊM BÛYE
 
Emîne, destnîşan kir ku ji ber kiryarên dewleta Tirk ava çemê Firatê pir kêm bûye û wiha domand: "Ev nîşaneya rûdana karesateke mirovî dide û di encamê de ava vexwarinê û kehrebe li ser bi milyonan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bû. Dewleta Tirk ji bo armancên xwe yên siyasî, aborî û ewlehiyê rewşên dijwar ên li herêmê û avê wek çekekî li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Ji ber van siyasetên dijminane yên dewleta Tirk, herêm bi xeteriya tunebûna ewlehiya xwarin û avê rû bi rû ma ye. Ev jî li pêşiya pêkanîna îstiqrara siyasî û pêşketineke domdar, dibe asteng."
 

Sernavên din

28/09/2021
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî