‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'

img

BEDLÎS - Li Bedlîsê Îsmaîl Karabûlût ku bi çewliga ava kiriye debara xwe dike got: "Niha bi milyonan ciwanên kurd li metrepolan bi awayekî erzan dişixulun. Li erdnîgariyeke wisa dewlemend, qezenca ku bi çar çêlekan bi dest wan bike, ji wê xebata erzan a li metrepolan çêtir e." 

Îsmaîl Karabûlût ku ji ber rewşa aborî bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê li ser îneşatan xebitî, cardin vegeriya warê xwe Bedlîsê û li çewliga ku berê ava kiribû cardin dest bi kar kir. Karabûlût ku li gundê Xaxref ê Bedlîsê sewalvaniyê dike, 22 dewarên ji Ewropayê anîn xwedî dike û bi wan debara xwe dike. Karabûlût, bang li ciwanên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebitin kir ku vegerin warê xwe. 
 
‘VEGERIN WARÊ XWE' 
 
Karabûlût, diyar kir ku ewilî di sala 2012'an de dest bi sewalvaniyê kiriye û ji ber rewşa aborî ya malbatê 7-8 salan navber dayê. Karabûlût, anî ziman ku di vî 7-8 salî de çûye bajarên rojavayê Tirkiyeyê xebitiye û paşê dîsa vegeriyaye û cardin biryar girtiye ku sewalvaniyê bike û got: "Me di meha Nîsanê de cardin dest bi sewalvaniyê kir. Me ji Ewropayê 22 dewar stendin. Bi salan li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê xebitîm. Gava li van bajara bûm qet ne dilxweş bûm. Te dît dibêjin 'birçîbûna li warê xwe ji têrbûna li warê xelkê çêtir e.' Çi dibe bila bibe divê em li axa xwe û warê xwe bin. Niha karê em dikin, şîrdotin e. Em çêlekan didoşin û şîrê xwezayî berpêşî gelê xwe dikin." 
 
JIYANEKE DÛRÎ PERGALA KAPÎTALÎST
 
Karabûlût ku got "heger tu yê karekî bike, divê tu zû rabî" anî ziman ku ji bo heywanên xwe berî roj hilê şiyar dibe û got: "Heger tu kedkar bî, berî roj serê gir derbas bike, divê tu şiyar bibî û dest bi karê xwe bikî. Ez êmê heywanan didim wan û bi dû re wan didoşim. Em şîrên didoşin, dixin tanqên cemidandinê. Paşê em şîr dişînin fabrîkeyê. A rast ne karekî zehmet e. Ji lew re tu di nav xwezayê de yî û tu karê ku jê hez dikî dikî. Ez tenê bi heywanan re bilî nabim. Ji xeynî vê ez bi baxçeyê me yê zebze û fêkiyan re jî bilî dibim. Li vir ew zexta derûnî ya pergala kapîtalîst tune ye. Mirov çi qasî ji pergalê dûr be, di warê ruhî de xwe ew qasî rihet hîs dike." 
 
Karabûlût, polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên hikûmetê jî rexne kirin û destnîşan kir ku ciwanên kurd ên ku di çarçoveya van polîtîkayan de li metrepolan bi awayekî erzan dixebitin divê vegerin warê xwe. 
 
YEKÎTIYA KEDKARAN
 
Karabûlût, destnîşan kir ku li vê axê têra her kesî nan heye û got: "Niha li rojavayê Tirkiyeyê bi milyonan ciwanên kurd bi erzanî dixebitin. Divê ciwanên kurd li erdnîgariyeke wisa dewlemend karê xwe bikin. Li erdnîgariyeke wisa dewlemend, qezenca ku bi çar çêlekan bi dest wan bike, ji wê xebata erzan a li metrepolan çêtir e. Pergal mirovan texrîb dike. Ne muhîm e tu li kîjan bajarî yî. Her kes bandorê ji texrîbatên pergalê digire. Heger dilê me û guherînekê hebe, ewilî divê em bibin yek. Heger dilê me û bidestxistina heqê keda me hebe, divê em bi yek bin û xwe birêxistin bikin." 

Sernavên din

24/09/2021
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
13:23 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bêyî Ocalan axaftina Pirsgirêka Kurd ne çareserî ye
13:17 Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir
13:14 PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent
12:55 Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin
12:48 Jinek li Edeneyê hat qelkirin
12:48 Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin