RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da

  • jin
  • 09:12 21 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Iraqê û li Herêma Kurdistana Federe xwekuştin, qetilkirin û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, têkîldarî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin û zêdebûna xwekuştin, tundî û qetilkirina jinan a li herêmê got: "Ji ber tundiyê tenê di mehekê de hezar û 42 serlêdanên ji bo gilîkirinê ji me re hatin. Jinên tên kuştin jî li goristanên bêkesan tên veşartin." 

Li herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê di salên dawî de tundî, destdirêjî, xwekuştin û kuştina jinan gihişte asta herî bilind. Sedema bingehîn a zêdebûna tundî, destdirêjî û kuştina jinan polîtîkayên hikûmeta herêmê ne. Di sala dawî de bi sedan jin xwe kuştin û bi dehan jê jî ji aliyê hevserên xwe ve bi tahdeyeke mezin re rû bi rû man û gelek jin jî hatin kuştin. Hat hîn bûn ku jinên tên kuştin jî li goristana bêkesan a Sewan a Silêmaniyê tên veşartin. Her wiha li herêmê zext, êriş û hedefgirtina jinên ku li hemberî tundiya mêr têdikoşin jî didome. Herî dawî sê endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) ji hêla Asayîşa PDK'ê ve hatibûn girtin û piştî bi mehan 2 ji wan hatin berdan. 
 
Endama RJAK'ê Jîno Reşîd tundî, xwekuştin û destdirêjiya ku li herêmê zêde bûye û sedemên wan nirxandin. 
 
'DAGIRKERIYA LI KURDISTANÊ DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA TUNDIYÊ'
 
Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe û sedemek zêdebûna tundiya li jinan tê kirin jî geşedanên li herêmê ne û got: "Li herêmê tundiya li dijî jinan sal bi sal zêde dibe. Her çi qas li dijî vê tundiyê bertek û nêrazîbûn hebin jî pêşiya vê bi tu awayî nayê girtin. Tundiya li dijî jinan ne karê rojekê ye. Esasekê vê yê dîrokî heye. Ew civaka ku ji hêla pergalê ve hatiye çêkirin, civakê dike bin bandora xwe û tundiyê zêde dike. Rojhilata Navîn bi giştî bi heman hişmendiyê tê birêvebirin. Hişmendiya dagirker a ku  li ser kurdan tê ferzkirin, bandorê li azadiya jinanên Rojhilata Navîn jî dike. Zihniyeta serdest a ku tirk û ereban anîne nava civaka me, tundiya li ser jinan a li herêmê zêde dike. Vê hişmendiya serdest esasên xwe yên dîrokî hene. Ji ber ku di dîroka kurdan de weke niha kuştin, şewitandin, tundî, destavêjî tune bû. Her tim jin weke pêşengek civakê hatiye dîtin û rêz û hûrmet hatiye girtin. Weke ji bo nimûne ez bibêjim li navçeya me ya Hewremanê ji ber ku jin xwe ji vê çandê parastine heta niha li wir kuştin, destavêjî û tundiya li dijî jinan çênebûye. Ew çand û felsefeya zerdeştî ev tişt parastine."
 
'TUNDIYÊ SÎNORÊ XWE DERBAS KIR' 
 
Reşîd, anî ziman ku li herêmê di nava civakê de bi tu awayî ji jinan re qad nayên vekirin û wiha got: "Bi rastî tundiya li dijî jinan sînorê xwe derbas kiriye. Her roj jinek tê kuştin. Heger lêkolîneke pir cidî bê kirin wê bê dîtin ku li herêmê her navçeyek, bajarek û gundekî jinek tê kuştin. Di her 24 seatan de jinek tê kuştin. Xwekuştinên jinan jî pir zêde bûne. Bêgûman divê ev bêyî hişmendiya desthilatdar neyê nerixandin. Heger tundî li wan nehatibe kirin, heger bêmafî li wan nehatibe kirin, ew ê çima xwe bikujin? Tundiya ji aliyê fizîkî û derûnî pir zêde heye. Qadên aborî yên ku jin lê bijîn nîn in. Aborî hemû di destê zilam de ye. Li herêmê êdî kuştinên jinan pir hêsan bûne. Em bibêjin ku bi rojane jin tê kuştin lê her kes normal dibîne. Hikûmet li hember tundî û komkujiyên li ser jinan tedbîrine cidî nadigre û têkoşînêke cidî nake. Hikûmet li gorî berjewnediyên xwe yên kesane tevdigere."
 
GORISTANA JINÊN BÊKES
 
Reşîd, da zanîn ku li herêmê jinên ku ji hêla hevser û malbatên xwe ve tên qetilkirin, li goristanên bêkesan tên definkirin û wiha dom kir : "Li ku derê jinek bê qetilkirin, yekser her kes tê agahdarkirin. Lê li hemberî vê tu gav nayên avêtin. Hin mirinên jinan jî hene, lê kes pênahese. Jin tê kuştin, tên şewitandin, wendakirin, lê aşkere nakin. Mînak, em bibêjin birayekî destdirêjî xwîşka xwe kir, xwîşka wî hat şewitandin û wendakirin, lê brayê wê ji derve serbest ji xwe re digere. Li bajarê Silêmaniyê goristanek heye, li wir bi taybetî jin tên definkirin. Ev gor jî bênav in. Hejmar li ser gorên wan hene ew jî ji bo ku di fermiyatê de wenda nebe li ser wisa dinivîsin. Weke RJAK me ew goristan kir rojev. Me li wir çalakî kir û gelek jinan jî piştgirî dan vê çalakiya me. Sedemê vê çalakiya me jî ji bo ku jin di wê goristanê de bê navnîşan neyê veşartin. "
 
'MÊR JI HIKÛMETÊ CESARET DIGIRIN' 
 
Jîno Reşîd, bilêv kir ku necezakirina faîlên jinan tundiya li herêmê bi rêxistin dike û wiha berdewam kir: "Hişmendiya dagirker sedemê qetlîama jinan e. Ji ber ku hişmendiya dagirker dizane ku çawa biavêje jinan. Niha li başûr gelek rêzefîlmên tirkî hene. Ev rêzefîlm bandorê li jinan dike û tundiya li hemberî jinan jî zêde dike. Di heman demê de di nav malbatan de xiyanet çêdibe. Dixwazin jin weke ku pergal dixwaze tevbigere û bijî. Xeyalên ku ji bo jinan didin çêkirin, xeyalên pir nebaş in. Wextê ku jin nexwazin wiha bin, di malbatê de tundî û pevçûn çêdibin. Ev hemû berhemên hişê serdest in. Dixwazin ku jin di hundirê malê de tenê bi van tiştan ve mijûl be. Naxwazin ku jin bibe xwedî biryar. Yên ku jinan dikujin û tundiyê dikin jî nayên cezakirin. Ji ber wê jî zilamên jî ji vê yekê cesaret digirin û hevjîn û xwişkên xwe qetil dikin. Di bingeha xwe de jî ji hikûmetê cesaret digirin. Çend sal berê zilamekî tecawizî sê xwişkên xwe dike û bi dûv re jî wan dikuje. Piştî demeke kurt hat berdan. Yan jî ev kes di nava malbatê de tên efûkirin û ser bûyerê bi vî rengî tê girtin. Kujerên jinan nayên darizandin û ji ber wê jî kuştina jinan zêde dibe. Ji bo cezakirina kujeran jî tu hewldaneke hikûmetê tune ye." 
 
'GEFAN LI ME DIXWIN' 
 
Reşîd, bal kişand ser xebatên RJAK'ê û diyar kir ku xebatên wan tên astengkirin û got: "Ji bo perwerdekirina jinan û hişyarkirina jinan em têdikoşin. Em RJAK di her aliyan de jinan birêxistin dikin. Heta astekî me pirsgirîkên jinan çareser kirine. Ji ber wê jî em di hedefê de ne. Ew bi êrîşkirina li ser saziyê gefan li me dixwin. Di heman demê de ji aliyê civakî ve jî em zehmetiyê dikêşin. Naxwazin ku jin şiyar bibin. Em jî dixwazin ku jin ji aliyê dîrokî ve şiyar bibin. Ji ber wê jî em bi xwe jî bi gef û tundiya hikûmetê re rû bi rû ne. Pir caran gef li me xwarine û endamên me hatine girtin. Çalakiyên me yên herî demokratîk tên astengkirin. Me 2 caran xwestiye ku em biçin serdana Şengalê bikin, lê em her tim hatine astengkirin û em bi lêdanê rû bi rû mane. 8'ê Adarê me xwest ku em li Hewlerê li gel jinan bicivîn, lê êriş li me kirin. Rê nadin çalakiyên me û em bi gef û êrîşên wan re rû bi rû ne. Ji ber ku naxwazin ku jin xwedî biryar be û  bi aqilê jinê bifikire. Nahêlin ku jin xwe nas bike. Dizanin ku em li ser vî esasî têdikoşim, ji ber wê êrişî me dikin. Em pir bi zehmet karê xwe didin meşandin." 
 
'DI MEHEKÊ DE HEZAR Û 42 GILÎ ÇÊBÛN' 
 
Reşîd, daxuyand ku giliyên jinan li ber çav nayên girtin û li herêmê li hemberî jinan hişmendiya DAIŞ'ê xwe birêxistin dike û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku jin xwedî biryar be. Li gel rêxistinên jinên Başûr xebateke me ya hevbeş heye. Li ser qetilkirin û tundiya li dijî jinan me gelek caran di parlementoyê de jî aniye zimên. Li tevî vê ji bo ku em bibin dengê jinên di girtîgehan de jî heta niha gelek çalakiyên me çêbûne. Me gelek caran nêzîkatiya li hemberî jinên di girtîgehan de anî rojeva parlementoyê. Me gelek caran xwestiye ku em biçin girtîgehê bi van jinan re hevdîtinê pêk bînin û hişyariyê belav bikin. Lê ev daxwaziya me jî bi tu awayî nehatiye qebûlkirin. Tenê di mehekê de hezar û 42 serlêdanên ji bo gilîkirinê ji me re hatin. Mînak tenê ji vana 2 jinan heta niha 97 caran serlêdan kirine ji bo ew tundiya ku li wan hatiye kirin. Her mehê ev jin dubare serlêdanê dikin. Her meh, ev hajmara jinan zêde dibe. Li gor daneyan par, nêzî hezar jin hatine qetilkirin. Ji derveyî vê di meha borî de 16 jin hatin tecawizkirin. Sedema vê tundiyê ya sereke jî mela ne. Li ser medyayên civakî qenalên wan hene. Bi her awayî vê tundiyê belav dikin; 'Divê zilam li hemberî jinê çawa be, jina ku şerpa nade serê xwe divê ew çi bikin? Li dijî jina ku bersivê dide gotina mêr divê çi bê kirin?' Li vir pir mele hene û ev mele jî bi hişmendiya DAIŞ'ê tundiya li ser jinê birêxistin dikin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

21/09/2021
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be