Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê

  • rojane
  • 21:06 20 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - 28'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad bi merasîmekê hatin dayîn.

28'emîn Xelatên Rojnamevanîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad bi merasîma xelatdayînê ya li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatin dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlementerên HDP'ê Alî Kenanoglû, Mîsa Pîroglû, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê DÎSK BAsin Îşê Farûk Eren, Dayikên Şemiyê, nûnerên Kongreyya Demokratîk a Gelan (HDK), MATÛHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD'a Stenbolê, gelek nûner û rêvebirên rêxistinên çapemenîê û rêvebir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîmê bûn. 
 
Li hêwana merasîmê wêneyyên Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz û rojnamevanên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Merasîma ku bi pêşkeşvaniya Ayhan Erkmen û Necbîr Aydoganê hat lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyona li ser têkoşîna çapemeniya azad hat pêşandan. 
 
TÛRAN: BÛ NAVÊ AZADIYÊ
 
Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê û Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran got: "Nizam çapemeniyeke din heye ku ji bo ragihandina rastiyê ev qas bedêl û ked dane. Çapemenîya azad ji Mûsa Anter heya niha bû navê têkoşîna azadî, heq, hiqûq û edaletê. Li gel hemû astengiyn dewletê jî her çû mezin bû û xwegihand roja îro."
 
Tûran, kedkarên çapemeniyê yên xelat wergirtin silav kir. 
 
SANCAR: HER TIŞT JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar, kedkarên çapemeniya azad silav kirin û got: "Ji ber ku di nav we de me, ev yek ji b min cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ev xelatên li ser navê Apê Mûsa tên dayîn, çîrokek pir girîng, di têkoşîna ji bo heqîqetê de israrê, di têkoşîna ji bo azadiyê de înyadê dide jiyandin û dê bijî. Min Apê Mûsa û hin şehîdên çapemenîya azad nas kirin. Minêkarim ji bo van mirovên ku min xebera mirina wan bi dilekî şewat bihsît. Yek ji berpirsiyariyên me yên herî mezin jî em vê têkoşîna ku wan ji me re hiştiyye bidin jiyandin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê, di konên herî qewî yên vê çîrokê de cih digire. Ev bedêl û ked, ji bo aştî û azadiyê bûn. Bêyî heqîqetê edalet, bêyî edaletê heqîqet ne pêkan e." 
 
Sancar bal kişand ser rola çapemeniya azad a di têkoşîna demokrasiyê de jî û got: "Çapemenîya azad niha di şertên herî giran de têkoşîna xwe ya heqîqetê didomîne. Qurbana mezin û ewil a şeran heqîqet e. Lewma heger dilê me û xwegihandina aştiyê hebe, teqez divê em ber bi heqîqetê ve biçin û qethiyen dev jê bernedin. Armanca me, bi awayekî aştiyane jiyaneke hevpar û wekhev e. A ku herî zêde ji bo vê tevdigere jî kedkarên çapemeniya azad e." 
 
ZAROKÊN ANTER: EM LI SER PÊYAN E 
 
Paşê kurê Mûsa Anter Dîcle Anter axivî û destnîşan kir ku li dijî qetilkirinên li hemberî kedkarên çapemeniya azad, bombebarankirina avahiyên rojnameyê û hwd. li ser pêyan e û kedkarên çapemeniya azad hemûyan silav kir. 
 
Keça Mûsa Anter Rahşan Anter jî peyameke bidîmen şand. Anter, anî ziman ku kêfxweş in ku ji ber ku xwedî li bîranîna Anter tê derketin û got: "Hûn ji min çêtir bavê min nas dikin. Di zarokatiya me de pir guh li me nedikir, ji lew re zarokên wî yên Kurdistanş, zarokên wî yên kurd hebûn. Xwezî bavê min sax bûna û tiştên em dikin bidîtana. Heger vê pêşektinê bidîta dê pir kêfxweş bûbûna. Lê dizanim ku dilaram e. Em li ser rêça wî ne. Ji Ozgur Gundemê heya Yenî Yaşamê we rêyeke dûr û dirêj li dû xwe hişt. Em vê pêşektina we bi kelecaneke mezin dişopînin. Pir dilxweş im." 
 
PEYAMA ÎMAMOGLÛ
 
Şaredarê Şaredaria Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyamek şand. Peyama Îmamoglû wiha ye: "Di 29'emîn salvegera qetilkirina rewşenbîrê me yê erdnîgariya Anatolyayê Mûsa Anter bi rehmet yad dikim. Ji dil û can dixwazim ku rojek berî rojekê kujerên wî bên zevtkirin. Bi hêviya edalet, demokrasî û aştî bê welatê me û tevahiya cîhanê hemû beşdarvanan bi rêz û hezkirinê hemêz dikim." 
 
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) çûn ser dikê. 
 
Xelat piştî konserê hatin dayîn.
 

Sernavên din

21/09/2021
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be