Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve

img
RIHA - Dayikên Aştiyê ku serdana Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kirin, bang li herkesî kirin ku xwedî li edaletê derkevin û ev tişt gotin: "Heke sibê edaletê bixwazin wê kesî nebînin."
 
Rexmî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ku gotibû "Deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye" jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê li edaletê digerin 185 roj in xwe nagihînin edaleta ku Wezîr Gul qal dike. Emîne Şenyaşar daxwaz dike ku kujerên hevjîn û zarokên wê bên girtin û kurê wê Adil Şenyaşar jî bê berdan. Ji bo vê daxwazê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrişa li ser malbata xwe de bi birîndarî xelas bû di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Di vê pêvajoya ku daxwaza edaletê de dikin de her çiqas Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çend caran hatibûn binçavkirin jî dev ji têkoşîna xwe bernedane.
 
Piştî ku çalakiya malbatê li Tirkiyeyê deng veda ji gelek bajarên Tirkiyeyê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî û lêgerên edaletê hatin ber Edliyeya Rihayê û piştevaniya Malbata Şenyaşar kirin. Duh jî ji Şirnexê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê hatin serdana malbatê. Aktîvîst û dayik ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û nrixandinan kirin. 
 
'EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN'
 
Dayika Aştiyê Kûmrî Uner (55), diyar kir ku kezeba hemû dayikan dişewite û ev tişt got: "Bila êdî Erdogan dev ji şewitandina dilê dayikan berde. Bêyî ku ferq bike kezeba dayikên gerîlla û leşkeran dişewite. Em êdî naxwazin zarokên xwe bin ax bikin." Uner, da zanîn ku çi dibe bila bibe wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bal kişand ser tiştên hatine serê Emîne Şenyaşar û ev pirs kirin: "Kîjan wijdan vê qebûl dike? Ji heman malê 3 mirov hatine qetilkirin, çi mafê kesên ku vê tiştê anîne serê malbatê heye? Dema ku yek ji mala me dimire em dayax nakin. Emîne 3 kesên xwe winda kiriye. Gelo Erdogan vê dayikê nabîne? Erdogan çi ji me dixwaze?"
 
DEMSAL GUHERÎN
 
Dayika Aştriyê Aynûr Elçîoglû (37) ji destnîşan kir ku ji nûçeyên ku ji televîzyonê temaşe kiriye bûye şahidê rondik û qêrînên Emîne Şenyaşar û wiha got: "Dema ku dayika Emîne li vir rûnişt meha adarê bû, niha îlon e. Demsal guherîn, lê edalet pêk nehat. Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikê hene. Wijdanê kesên ku ev tişt tînên serê wê tune ye. Kesên ku demokrasiyê diparêzin li hemberî qêrînên dayika Emîne bêdeng in. Dilê dayikên tevahiya Kurdistanê bi dayika Emîne re davêje. Bila rojek zûtir edalet pêk bê. Heta ku edalet pêk were divê kurd rabin ser piya. Divê êdî em kincên mirinê ji ser xwe bavêjin. Êdî bes e. Li dijî neheqiyan ji bilî serî rakirinê rêyeke din tune ye."
 
'DIVÊ LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ DENG BÊ DERXISTIN'
 
Dayika Aştiyê Hazne Aslan (46) jî bi lêv kir ku her cara ku Emîne Şenyaşar di televîzyonan de dibîne dilê wê dişewite û ev tişt anîn ziman: "Dayikek, bi rojan, mehan û salan li edaletê digere. Li bajarekî mîna Rihayê ku germ e her roj li ser betonê rûdinê. Ji bo em bibin hevparê êşa wê ji Şirnexê hatin Rihayê. Em jî edaletê dixwazin. Kezeba me jî reş bû. Zarokên me li jêrzemînên Cizîrê bi saxî şewitandin. Em tev li benda edaletê ne. Kî êşê bi me dabe kişandin bila cezayê xwe bikişîne. Kesên zarokên me şewitandine bila bi awayekî azad di nav me de negerin. Divê jin li dijî vê bêhiqûqiyê deng derbixin. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê îro li vir di şexsê Emîne Şenyaşar de li edaletê xwedî derkeve. Heke na sibê li edaletê bigerin wê kesî nebînin."
 
'HIQÛQA NEYARTIYÊ PÊK TÊ'
 
Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît (28) jî bal kişand ser lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar û got ku muxatab nabîne û ev tişt got: "3 demsal guherîn hê jî dayik li vir e. Ev nîşanî me dide ku êdî pirtikên edaletê jî nemane. Edalet li gorî berjewendiyên desthilatê bi pêş ve diçe. Hiqûq û qanûn di bin piya de ne. Hiqûqa serdestan heye. Dozger û dadger weke serokên AKP'ê yên bajaran tevdigerin. Bila êdî qêrina dayikê bê bihîztin û demildest edalet bê. Hiqûqa li Emîne Şenyaşar tê pêkanîn hiqûqa 'dijmin e'. Kesên vê qetilkirinê pêk anîn li derve digerin û malbat jî li vir li edaletê digere. Bila dozger û dadger ji bandora siyasetê derkevin û qanûnan pêk bînin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/09/2021
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin