Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin

img
AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî kuştina Mîraç Mîroglu dan û gotin: “Em ji bo zarokan bi fikar in. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin.” 
 
Li gund û navendên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê her roj maşîneyên zirxî yên leşker û polîsan dibin sedema kuştina mirovan. Di 13 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 20 jê zarok herî kêm 40 kes di bin maşîneyên zirxî de man ango hatin kuştin. Herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsek maşîneya zirxî li Mîraç Mîroglu yê 7 salî qeliband û ew kuşt. Wek bûyerên din îfadeya vî polîsî jî hat girtin û serbest hat berdan. Me têkildarî mijara maşîneyên zirxî ku li zarokan û welatiyan diqelibînin û tên kuştin ji welatiyên Amedê pirsî. Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku ew ji ber çûnehata maşîneyên zirxî bi fikar in. 
 
‘CEZA NAGIRIN’ 
 
Sûat Dînar diyar kir ku ew ji ber kuştina Mîraç gelek xemgîn bûye û wiha got: “Ji bilî bajarên me li tu bajarên din kes di bin maşîneyên zirxî de namîne. Vê zilma li me tê kirin, li rojavayê Tirkiyê nayê kirin. Divê ev bûyer neyên piştguhkirin. Dema ew maşîne di ber meriv de derbas dibin, tirsê dixin dilê meriv. Zarokên me diçin dibistanê û her tim ev maşîne diçin û tên. Lewma em ji ber van maşîneyên zirxî ku wê pê li zarokên me bikin, bi fikar in. Divê her kes li dijî vê meseleyê berteka xwe bîne ziman. Leşker û polîsên dibin sedma kuştina mirovan jî paşê serbest tên berdan. Dibêjin jixwe ez lê bidim jî ceza nadin min. Ez li kesek bidin wê min ceza bikin. Lê ceza li leşkerek û polîsek nayê birîn. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin.” 
 
‘ME ZAROKÊN XWE LI ERDÊ NEDÎTIYE’
 
Mehmet Sidik Çelîk jî anî ziman ku ev bûyer tenê li bajarên bakurê Kurdistanê diqewimin û wiha got: “Gelo mafê wan heye ku zarokên me bikujin? Me zarokên xwe li erdê nedîtiye. Ev qezayê normal nîn in. Kî dibe bila bibe, divê ew ji ber vê bûyerê were cezakirin. Serbestberdana wan bi qanûnî ne rast e. Her kes ji vê yekê aciz e. Em li herêma xwe wesayîtên zirxî naxwazin. Li derûdora qereqolan dîwar çêkirin e. Ji ber vê yekê ger hûn nekarin xwe biparêzin, hemwelatî wê çawa dikarin xwe biparêzin? Li rojavayê Tirkiyê ne maşîneyên zirxî digerin û ne jî dîwar wisa hatine çêkirin. Qey gelo ev der welatek cuda ye?” 
 
‘DEWLET BERPIRSIYAR E’ 
 
Kadrî Yalinkiliç jî anî ziman ku dibe sibê ro wesayîta zirxî li zarokên wî bidin û wiha got: “Divê dewlet di vî warî de hesas tevbigere. Lazim e tevdîr werin girtin. Pêwîste maşîneyên zirxî pirr bi baldarî werin ajotin. Divê ew kujer nehata berdan û cezayê wî çibûya bihata birîn. Bêserûber diçin û zarokên me dipelçiqînin. Divê niha ew polîs di zindanê de bûya. Lê naxêr tê berdan. Dewlet ji vê yekê berpirsiyar e.” 
 
‘GAVÊ CAREK MAŞÎNEYEK ZIRXÎ DERBAS DIBE’ 
 
Nîlgun Varli jî bertek nîşanî bêserûberbûna çûnehata maşîneyên zirxî da û wiha got: “Kezeba wê malbatê (malbata Mîraç) peritî. Divê ev bûyer were belavkirin. Ez wek dayikekê pir xemgîn bûm. Her tim li her derê maşîneyên zirxî digerin. Kuştina zarokan tesîrek mezin li ser min dike. Em ketine wê rewşê ku nikarin ramanên xwe serbest bînin ziman. Gelek tişt hene meriv bîne ziman, lê meriv nikare bîne ziman. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin. Em ji ber van zêdebûn û çûnehata maşîneyên zirxî gelek bi fikar in. Em nizanin gavek şûn ve wê çi were serê me.” 
 
MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

15/09/2021
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin