‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê encamnameya konferansa ku li Holandayê li dar xist aşkera kir. Platformê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo li dijî dagirkeriyê serkeftineke mîsoger pêk were, pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye.

Platforma Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê bi navê ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ di 4’ê Îlonê de li Holandayê konferansek li dar xistibû. Di konferansê de ji bo yekîtî û li hemberî dagirkeriyê peyamên têkoşînê hatibûn dayîn. Platformê encamnameya konferansa neteweyî ya li dijî dagirkeriyê aşkera kir. 
 
Encamnameya Konferansa Neteweyî ya Li Dijî Dagirkeriyê wiha ye: 
 
“Dijberiya hêz û dewletên kevneperest û dagirker hem li hemberî gelên Kurdistanê, hem jî li hemberî statuyên heyî,  bêrawestan didomin. Bi taybetî dewleta tirk, li dijî gelê kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê bi awayekî hovane êrişan pêk tîne. Di destpêka sala 2018’an de êriş birin ser Efrînê û piştî berxwedanek 58 rojan Efrîn hate dagirkirin. Di 9’ê cotmeha 2019’a de îcar êriş birin ser bi Girê Spî û Serêkaniyê û ev her du bajarên Rojava jî hatin dagirkirin.
 
BERXWEDANA HÊZÊN KURDISTANÊ DIDOME
 
Di 9'ê cotmeha sala borî de bi peymanekê xwestin êzîdiyên Şengalê û pêkhateyên din bêîrade bihêlin. Ji wê rojê ve bi dehan car in êriş dibin ser Şengalê û Şengaliyan qetil dikin. Heman êriş bi awayekî hovane li ser nişteciyên kampa Mexmûrê jî didomin. Dewleta Tirk di 24’ê Nîsana 2021’a de, di roja qirkirina Ermeniyan de dest bi êrişeke leşkerî ya mezin kir û ev êrişên li ser Başûrê Kurdistanê hê jî didomin. Li dijî van êrişan berxwedana hêz û gelên Kurdistanê bi awayekî canfedayî didomin. Her wiha nerazîbûnên tund ên Kurdistaniyan jî her diçe zêde dibin.
 
BÊDENGIYA DEWLET Û SAZIYÊN NAVNETEWÎ ŞERMEZAR DIKIN
 
Pirsgirêk gelek in. Mafê jinên Kurdistanê tên binpêkirin. Bi taybetî li Efrînê her roj jin ji aliyê dagirkeran ve tên revandin, tecawizkirin û kuştin. Demografiya Kurdistanê tê guhertin, Kurd û pêkhateyên din ji axa bav û bapirên xwe tên derxistin. Tevgera Azadiya Kurdistanê  hê jî ji alî gelek dewletan ve wekî terorîst tê pênasekirin. Li ser vê yekê, gelek rayedar, jin û kesayetiyên kurd jî bi terorîstî tên sûcbarkirin. Li hemberî van kiryarên qirêj, heta niha ji tu dewlet û saziyên navneteweyî deng derneketiye. Em vê bêdengiyê şermezar dikin û ji hemû cîhanê daxwaz dikin ku li dijî pênasekirina terorîstî,  piştgiriyê bidin kurdan. Kurdan ev piştgirî heq kirine. Ji ber ku ew di dawî lê anîna hêzên hov ên wekî DAIŞ'ê de ne tenê xwe, her wiha cîhanê jî parastine.
 
‘ÇÊNABE KU HEBÛNA HÊZEKE KURDISTANÎ JI BO DAGIRKIRINA WELAT BIBE SEDEM’
 
Em beşdarên Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê ku li ser banga Platforma Li Dijî Dagirkeriyê di roja 4’ê Îlona 2021’an de li Hollandayê civiyan, berî her tiştî di liv û tevgera li dijî dagirkeriyê de kîjan alî xaka Kurdistanê diparêze em wan silav dikin, cangoriyan carekî din bi rêzdarî bi bîr tînin û rêz li hemû hewldanên li dijî dagirkeriyê digirin. Ji alî din konferansa me carekî din eşkere dike ku xaka Kurdistanê, wargeha her kesên Kurdistanî ye. Ev rastî meşrûiyet dide her hêzêke neteweyî da ku li hemû beşên Kurdistanê bimînin, xebatên xwe bidomînin. Çênabe ku hinek hêz an jî dewletên kevneperest û dagirker, hebûna hêzeke Kurdistanî ji bo dagirkirina welatê me wekî sedem bi kar bîne.
 
Bi vê yekê ve girêdayî em dixwazin, encamên konferansê jî bi raya giştî ya Kurdistanê û bi cîhanê re jî parve bikin.
 
1. Li dijî dagirkeriyê ji bo serkeftineke mîsoger pêk were, pêwîstî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye. Divê hemû hêzên Kurdistanî bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rawestin, bê helwest nemînin û bi çi awayî nebin şîrîkê êrişan.
 
2. Em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikin da ku ji bo xurtkirina yekrêziyê û pêşî lê girtina xetereyan, demildest lijneyeke bilind ya di asta mektebên siyasî de amade bikin û dest bi kar bikin.
 
3. Berpirsyariyeke mezin jî li ser milê rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanê ye. Ev aliyên Kurdistanî, divê bi helwesteke tund li hemberî dagirkeriyê rawestin û bi awayekî bi bandor, hişyarî bidin hêzên Kurdistanî.
 
4. Dewleta tirk hêza xwe ji bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî digre. Ji ber vê bêdengiyê, çekên kîmyevî jî tê de hemû cûre çekan, bi awayekî bêperwa bi kar tîne. Li hemberî van kiryarên qirêj bêdengî, şîrîkatiya sûcên şer û mirovahiyê ye. Em bang li hemû hêz û saziyên navneteweyî dikin da ku li hemberî sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin û piştgiriya gelên Kurdistanê bikin.
 
5. Ji bo Platforma Li Dijî Dagirkeriyê bikaribe xebatên xwe bi bandortir bike, pêwîstî bi berfirehkirina platformê heye. Bi vê armancê ve girêdayî di konferansa me de komîteya peywendiyên li gel partî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên Kurdistanî;  komîteya ragihandinê û hewldana pozîtîfkirina zimanê ragihandina Kurdistanî û komîteya lobî û dîplomasiyê ya ku pêywendiyên li gel partiyên siyasî û parlementoyên dewletên Ewropayê pêk bîne, hatine damezrandin.
 
Em bang li hemû aliyan dikin, bila bi awayekî xurt piştgiriya Platforma Li Dijî Dagirkeriyê bikin û pêşî li xebatên komîteyên platformê vekin. Em wekî beşdarên Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê careke din bang li raya giştî ya Kurdistanê û ya cîhanê dikin, bila li gel erkên mirovatiyê tevbigerin û pêşî li êrîşên hovane ya dewleta tirk bigrin.”
 

Sernavên din

15/09/2021
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin