Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin

img

AMED – Mehmet Dag ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê girtin, bi hinceta ku cezayên dîsîplînê yên lê hatine birîn û piştre rabûne nayê berda. Parêzera wî Nagehan Avçîl, biryarê weke “hiqûqa dijmin” nirxand. 

Bi biryarên Lijneya Çavdêriya Îdareyê (ÎGK) ku li girtîgehan hatiye avakirin, berdana gelek girtiyên ku înfaza wan teman bûye tê astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Dag e. Mehmet Dag, di sala 1991’an de hatiye girtin û piştî 2 salan bi hinceta “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebbetê li hatiye birîn. Dag ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê girtî ye, diviya ku di 23’ê hezîranê de bihata berdan. Lê ji ber biryara “berdana wî bifikar e” ku endamên ÎGK’ê derbarê wî de dane nayê berdan. Parêzera Dag Nagehan Avçîl û keke wî Hîdayet Dag, bertek nîşanî astengkirina berdana Dag dan. 
 
 ASTENGKIRINA BERDANÊ
 
Parêzer Nagehan Avçîl, diyar kir ku muwekîlê wê 30 sal in girtî ye û beriya niha bi hinceta cezayên dîsîplînê berdana wî hatiye astengkirin û wiha got: “Muwekîlê min beriya niha li Girtîgeha Kandirayê dima. Ji ber ku li vi girtîgehê di daxwaznameyên xwe yên daye saziyên fermî de gotina “Birêz Ocalan” bi kar aniye gelek caran cezayên dîsîplînê lê hatine birîn. 3 caran jî cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Ji ber van cezayan berdana wî ya bi şert û tehliyekirina wî dihat astengkirin. Piştî serlêdanên me cezayê hucreyê rabû. Ji ber cezayên bi kêfî û nehiqûqî dihat xwestin berdana muwekîlê min bê astengkirin.”
 
BIRYARA ‘KÊFÎ’
 
Avçîl, da zanîn ku piştî guhertina qanûna înfazê careke din muwekîlê wê bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ma ye û wiha got: “Beriya ku ev sererastkirin pêk bê gelek rêxistinên hiqûqê daxuyanî dan û raya giştî agahdar kirin ku wê ev rewş kêfiyetê ava bike. Lê ev rewşa kêfî bû qanûn. Biryara ÎGK’ê ya derbarê muwekîlê min de vê rewşê aşkera derdixe holê. Cezayên dîsplînê yên berê ku li muwekîlê min hatine birîn û hatine rakirin dikin hinceta astengkirina berdanê. Ji bilî vê tu hinceta nehatiye pêşkêşkirin. Rexmî ku midurên yekemîn û duyemîn û derûnnasê girtîgehê ji bo berdanê nêrîna xwe aşkera kirine jî bi awayekî kêfî berdana muwekîlê min tê astengkirin. Li gel îttîraza me jî hê biryar nehatiye dayîn. Heke biryareke neyînî bê dayîn em ê serî li dadgeha cezaya giran bdin. Piştre jî serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Bi vê rêbazê girtî û malbatên xwe cara duyemîn tên cezakirin.” 
 
AMADEKARIYA MALBATÊ NÎVCÛ MA
 
Kekê Dag Hîdayet Dag jî da zanîn ku roja ku birayê wî bê berdan ji bo çûna Afyonê amadekarî kirine lê agahiya ku ji wan re hatiye xeyalên wan têk çûne û wiha got: “Kaxizekî didine destê birayê min û jê re dibêjin, ‘Rewşeke te ya derketina derve tune ye’. 3 kes dibêjin di derketina wî de pirsgirêk tune ye lê 7 kes berovajiyê van biryar didin. Birayê min dibêje, ‘Min van kesan ne dîtiye ne jî nas dikim. Vana çawa derbarê min de biryarê didin? Ez vê fêm nakim’. Ji ber ku destûra edlî dest pê kiribû wê pêvajoyê de me tiştekî nekir.”
 
REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ NE BAŞ E
 
Di berdewamê de kekê Dag, destnîşan kir ku ji doza birayê wî kesekî din hatiye berdan û ev tişt gotin: “Rewşa birayê min ne baş e. Ji ber pandemiyê me hevdîtina vekirî nedikir. Rewşa wî jî qet ne baş e. Dema ku derziya xwe ya yekemîn a koronayê kir rewşa wî ne baştir bû. Li gorî ku hevalên wî vedibêjin avêtina dilê wî kêm bûye. Tiştekî ji destê me nayê. Tiştekî ku em bikin jî tune ye.”
 

Sernavên din

15/09/2021
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin