Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan derbarê girtiyên nexweş de wiha gotibû: “Me eskerên dîl ên di destê xwe de berdan lê wan girtiyên nexweş bernedan. Îsraîlê ji bo eskerekî xwe hezar Filistînî berdabûn. Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin.”

Li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê didome. Girtiyên nexweş ên ligel raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) a “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî nayên berdan, bi nûçeyên mirinê tên rojevê. Di girtîgehan de 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene û rewşa tenduristiya wan her roja ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û nayên berdan. Mehmet Alî Çelebiyê 70 salî ku 28 sal in nexweşê penceşêra xwînê ye, ji ber rewşa tenduristiya wî giran bû di 25’ê Tebaxê de li ber mirinê hat berdan. Çelebî yê ji ber penceşêra xwînê belavî kezeba wî bû rakirin beşa lênêrîna awarte, di 4’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tenê 3 mehên di sala 2021’an de 2 jê giran 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Gavneavêtina têkildarî rewşa girtiyên nexweş, dibe sedemê mirinên nû. 
 
Desthilata AKP’ê ku parazvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş bên tedawî kirin û berdan pê re gelek hevdîtin kirin, heta niha tu sozên xwe negirtin. Ligel ku şertê ewil ên muzakereyên di navbera salên 2013 û 2015’an de di navbera şandeya dewletê û Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de pêk hatin girtiyên nexweş jî bûn, nehatin berdan û berovajiyê wê rewşa wan hîn girantir bû. Ligel ku HPG’ê esker û polîsên di destê xwe de berdan û pêvajoya “paş ve kişandinê" dan destpêkirin jî desthilatê careke din soza berdana girtiyên nexweş neanî cih. 
 
ROJEVA BINGEHÎN A OCALAN
 
Girtiyên nexweş qasî du salan di hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re hatin kirin de bûn rojeva bingehîn. Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya di 3’ê Nîsana 2013’an kir de, Ocalan xwest ku têkildarî berdana girtiyên nexweş ên di sînorê mirinê de bi Wezîrê Dadê re biaxivin û wiha got: “Name ji min re tên. Li Şakranê û Tekîrdagê peywîrdarên dixwazin pêvajoyê qetil bikin hene. Ji xwe çarçoveya qanûnî pêk hat. Divê di mijara girtiyên nexweş de Wezîrê Dadê gelek bi lez tevbigere.”
 
ASTA DUYEMÎN: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
 
Ocalan, di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an de ji bo derbasî asta duyemîn bibin mûtabakateke ji 8 serenavan pêk tê pêşkeşî şandeya dewletê kir û ji bo ev mutabakat pêk were ev tişt gotin: “Divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan. Me çawa kesên di destê xwe de berdan divê wezîr beg jî bi awayekî erênî nêzîk bibe.”
 
Ocalan, di hevdîtina 21’ê Tîrmeha 2013’an de girîngiya berdana girtiyên nexweş destnîşan dike û bi pirsa “Bêjin wezîr ji xwe qanûn heye. Çima nahêlin bêhna xwe ya dawî li derve bidin?” got wê şopdarên mijarê bin. 
 
‘XELET DIKIN’
 
Ocalan, di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de ligel şandeyê jê re ragihand ku têkildarî girtiyên nexweş de tu geşedan nînin wiha got: “Ev çi dikin, fêm nakim. Dê cenazeyê hemûyan ji hûndir derxînin. Gelek xelet dikin.”
 
AKP’Ê FIRSENDA HEYÎ NE NIRXAND
 
Ocalan, piştî pêvajoya paşveçûnê ya bi banga wî dest pê kir di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’an de têkildarî girtiyên nexweş bi gotinên “Dibêjin kesên nexweş lê hevrêyên hêja ne. Piştî ku min jî ev nêzîkatî dît min paşveçûn bi wate nedît. Nêzîkatiyên weke bikaranîn û îstîsmarê mi di xewna xwe de dîtibûna bawer nedikir. AKP’ê winda kir, firsenda heyî ne nirxand” bertek nîşandan. 
 
‘HIŞYARIYA PROVOKASYONÊ’
 
Di hevdîtina 9’ê Mîjdara 2013’an de pêk hat jî Ocalan wiha dibêje: “Neberdana girtiyên nexweş û parlementeran (Parlementerên HDP’ê yên girtî) tam provokasyonek e. Ji Wezîrê Dadê re jî bêjin, em dema rojiyên mirinê jî axivî bûn. Ev provokasyoneke, an ku kesên van neberdin provokasyonê li me û li we dikin. Divê di vê mijarê de gav bên avêtin. Divê sozên ku dayîne bi cih bînin.”
 
Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku di heman demê de provokasyoneke ser girtiyên nexweş jî heye û ev nirxandin kir: “Dema di vê mijarê de bi AKP’ê re diaxivin pir kêm dimînin, hûn nikarin bi awayekî baş provakasyonê û xetereyê vebêjin. Ez biaxivim, ez ê vebêjim. Ji wan re bêjin, kesên di nav miduriyeta polîsan de dixwazin we bêxin û kesên provakasyonan dikin heman kes in. Darbeya 7’ê Sibatê kê pêk anîbe, kesên li dijî zarok, jin û nexweşan di girtîgehan de provakasyonan plan dikin eynî ne. Hûn vê nabînin? Ji sûîkasta Ozal heya niha ev provakator di dewrê de ne.” 
 
‘JI BO ESKEREKÊ HEZAR FILISTÎNÎ HATIN BERDAN’
 
Ocalan di hevdîtina 7’ê Sibata 2014’an de diyar kir ku di saleke derbasbûyî de sozên hatine dayîn nehatin bicihanîn û wiha got: “Divê di serî de girtiyên nexweş hatibûna berdan. Ne girêdayî sozên xwe ne. Dema min çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir diviya ev kiribûya. Me eskerên dîl ên di destê me de jî berdan lê wan girtiyên nexweş bernedan. Îsraîl ji bo eskerekî xwe hezar Fîlîstînî berdabûn. Van nexweşan jî û yên din jî weke dîlan digirin. Ev bê exlakî ye.”
 
EZ ÇAWA BAWER BIKIM? 
 
Ocalan, di hevdîtina 15’ê tebaxê ya bi şandeyê re pêk anî de diyar kir ku bi neberdana girtiyên nexweş nebaweriyek pêk hatiye û wiha axivî: “Van hêj çend girtiyên nexweş jî neberdan. Şert û mercên ji bo girtiyên nexweş ên penceşêrê behna xwe ya dawî li derve bidin jî pêk neanîn. Heke nêzîkatî ev be ez ê çawa bawerî van bikin?”
 
DAXWAZA HAKAN FÎDAN
 
Ocalan di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de ev tişt gotin: “Ez di vê mijarê de herî zêde ji vê diqehirim. Dema pêvajo dest pê kir Hakan Beg (Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan) ricayek kir. Got ku ‘Berdana esker û polîsên di destê we de wê ji bo pêvajoyê baş be’ Ez qet neketim nava lêkolînan û min jî got rast e û min bang kir. Îsraîlê ji bo eskerekî xwe bi hezaran Filistînî berdan.” Di vê hevdîtinê de Musteşarê Ewlehiya Raya Giştî (KGM) diyar kir ku berdana esker û polîsan bandoreke baş li pêvajoyê kir û ji Ocalan re ev tişt got: “Helwesta we ya di vê mijarê de gelek baş û pêşdebir bû.” 
 
DAVUTOGLU ASTENG KIR
 
Endamên Şandeya Îmraliyê jî di vê mijarê de têkildarî hevdîtina bi Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû re kirin ev tişt ragihandin: “Serokwezîr bi lêv kir ku mijara girtiyên nexweş bi hêceta bûyerên 6-8 Cotmehê wî astengkiriye û sekinandiye û ragihand ku ji Wezîrê Dadê re gotiye heta ewlehiya cemaweriyê pêk neyê gav nayê avêtin.”
 
KGM: EV MESELE ÇARESER BÛ!
 
KGM’yî di niqaşên di hevdîtinan de dihatin kirin de wiha got: “Girtiyên nexweş û Lijneya Şopandinê. Ev her du mesele jî çareser bûn. Temam e.” Lê ligel van gotinan jî tu gav nehatin avêtin.  
 
JI BO AŞTIYÊ HAT DI GIRTÎGEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA
 
Piştî şandeyê bi bîr xist ku girtiyê nexweşê penceşêra kezebê Abdûlmecît Arslan piştî hat berdan du mehan di 8’ê Çileya 2015’an de li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest daye, Ocalan jî bi bîr xist ku endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş ê li ser banga wî di sala 2009’an de ji Qendîlê hat û di sala 2010’an de hat girtin, di encama qeyrana dil de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ji bo ku rêya çareseriyê vebe bi banga min hat. Hat girtin û di girtîgehê de terkî mirinê hat kirin.”
 
EZ EXLAKÎ NÊZÎK DIBIM
 
Di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an de ku mijara girtiyên nexweş hat axaftin, di navbera Ocalan û KGM’yî de ev diyalog derbas bû: 
 
Abdulah Ocalan: Min herî dawî bang li Koma Aştiyê kir. Lutfu Taş ser vê banga min hat. Di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Rewşa hevalên girtî di holê de ye. Yên ku vê asteng dikin jî cemaet e. Lîstika cemaetê ya li vir aşkera ye. Min rewşa muhatabiyê berçav girt û ji bo dîlên di destê me de bên berdan talîmat dabû. Ez di têkiliyan de exlakî nêzîk dibim. Lê wan hêj hevalên girtiyên nexweş jî bernedane.”
 
KGM: Ji bo agahdarkirinê tiştekî bibêjim.
 
Abdulah Ocalan: Ne girîng e, bihêlin ez axaftina xwe xelas bikim.
 
KGM: Ji bo ku mewzûat bê derbaskirin talimat dan Wezîrê Edaletê. Gotin heta niha ji PKK’ê 17 kes hatine berdan. 
 
PIRSGIRÊKEKE MIROVÎ YE
 
Abdulah Ocalan: Ez nabêjim PKK’yî. Rewşa kesên nexweş pirsgirêkeke mirovî ye. Sezerê (Ahmet Necdet Sezer) we ne dieciband jî dema Serokkomariya xwe de 60 kes berdan. Abdulah Gul berda. Lê di vê serdemê de qet nehatin berdan. Ev yek li dijî min tevgera tolhildanê ye. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 

Sernavên din

15/09/2021
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs
11:42 Dozger xwest rojnamevan Roza Metîna were cezakirin
11:38 Parêzer ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:27 ‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’
10:01 Şewata li Licê bi hewldana welatiyan hat vemirandin
09:04 'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin'
09:03 Ji ber hişkesaliyê dest bi firotina sewalên xwe kirin
09:03 Berxwedana li dijî pişaftin û çanda populer: Dengbêjî
09:02 Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin
09:01 Li Cizîr û Sîlopyayê berhevkirina pembû dest pê kir
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN
13/09/2021
21:44 Di encama bombebaranê de li Pulurê şewata daristanê derket
20:16 Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi serkevin
19:53 34 rêxistinên ekolojiyê diçin Dersimê
17:24 Li Licê şewat derket û ber bi gundan ve belav dibe
17:07 Baroya Amedê: Em ê li ber neheqiyan serî netewînin
16:11 Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
15:47 Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da
14:23 Berdevka TJA'yê Gokkan dîsa nehat berdan
14:08 Gefa lêpirsîna stranên kurdî û govendê li girtiyan hatiye xwarin
13:35 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:10 Ciwanên HDP’ê li dijî dejenerebûnê xelkê taxan agahdar kirin
12:41 Li Rihayê xebatkarek tenduristiyê întîhar kir
12:07 Di doza Gokkan de polîsan êrişî parêzer û beşdaran kir
11:59 Meclîsa Partiyê ya HDP'ê: Em bi têkoşînek hevpar li dijî tecrîdê rabin
11:35 Li Şapatanê ji ber gulebarana qereqolê şewat derket
11:27 Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye
11:02 Li Geliyê Zîlan mirina masiyan zêde dibe
10:45 Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn
10:06 Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin
09:00 Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e
09:00 Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin
09:00 Li Semsûrê hişyariya hişkesaliyê: Ava bendavê vedikêşe, ya vexwarinê bidorê tê dayîn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'AN
12/09/2021
19:37 Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket
17:12 Tedawiya Esmer Tûnç a binexweşiya KOAH'ê didome
17:10 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakî: Em tecrîdê qebûl nakin
16:45 BES'ê serdana HDP'ê kir
16:43 Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
15:54 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû
15:54 Li pêş Girtîgeha Amedê bang kirin: 12'ê Îlonê didome
15:44 41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome
15:10 Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir
14:01 Li kuçeyan kampanya "Em mibtelayê bişikînin" hat vegotin
13:17 Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan
13:07 Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
13:06 Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
12:10 Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn
11:56 HDP: Mekanîka Darbeyê bi neçareserkirina pirsgirêka kurd didome
11:42 Malbata Şenyaşar: Desthilata we mehkûmê têkçûnê ye
11:32 Rêveberê ÎHD'ê hat binçavkirin
11:30 Greva birçîbûnê ket roja 290'î
11:14 Derbarê avêtina penaberan a Merîçê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:42 Serokê Rêya Ronahiyê Abimael Guzman jiyana xwe ji dest da
10:14 Tûrnûvaya Ozan Yildiz bi dawî bû
09:14 Li Sûka Kemeralti ya Dîrokî di salekê de 250 dikandaran îflas kirin
09:13 TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
09:12 Ekolojîst Tanış: Şewat û talankirinê ji xwezaya Kurdan re rewa dibînin
09:11 Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye
09:02 Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin
09:01 Demîr Çelîk: Ji bo çareseriyê divê pêşiya Ocalan bê vekirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Li Mêrdînê şeva dengbêjan
11/09/2021
19:12 Li ser deriyê malbatek Kurd nivîsa nijadperest
16:42 Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê
16:26 Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir
15:57 Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin
15:33 Ji bo girtiyên nexweşên giran Kiliç û Bîlîcî banga berdanê hat kirin
14:52 Wê li Sêrtê şahiya ‘Dema Azadiyê’ were lidarxistin