Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min

img
ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî, ku di 9 rojên qedexeya yekemîn a derketina derve ya li Cizîrê hat kuştin de û cenazeyê wê 2 rojan di sarincê de ma Emîne Çagirga got, "Her cara ku deriyê sarincê vedikim, keça min Cemîle tê bîra min.”
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di navbera 4 û 12’ê Îlona 2015’an de, qedexeya derketina derve ya ewil hat îlankirin. Di vê qedexeyê de 21 kes hatin qetilkirin. Du ji van kesan Cemîle Çagirga ya cenazeyê wê di sarince de hat girtin û Selman Agar ên  10 salî bûn.  
 
SEKVANAN GULE BERDANÊ
 
Bavê zarokê 10 salî Selman Agar ê  li Taxa Nûrê hat qetilkirin Mehmet Agar, diyar kir ku di salên 1990’an de, ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar dimîne ku ji gundê xwe Deşta Lala ya dikeve qûntarên Çiyayê Gabarê koçî Cizîrê dike Agar, wiha behsa qetilkirina kurê xwe kir: “Di dema qedexeyê de, kurê min diçe li ser tenekeya li ber mala me ya li Taxa Nûrê rûdine. Dema rûdine, sekvan guleyê berdidin û qetil dikin.”  
 
‘PITIKA NÛ XWEDÊ DABÛ TERORÎST ÎLAN KIRIN’
 
Agar, bal kişand ser roja ku lawê wî hat qetilkirin û wiha got: “Piştî nimêja êvarî, kurê min hat gule baran kirin. Cenazeyê wî birin Şirnexê. Di îfadeya ku min da de, min got kurê min ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Tiştên hatin serê me hemû li holê ne. Emê heya dawiyê şopdarê doza xwe bin. Ji zarokên 10 salî bigirin heya pitika nû xwedê da bû, terorîst îlan kirin. Ne tenê mirov, heywan jî qetil kirin. Xwedê sebrê bide her kesî.”
 
DI SALA 1992’YAN DE JÎ LI HEMAN MALÊ 7 KES QETIL KIRIN
 
Di sala 1992’yan de jî, topa hewanê li mala Cemîle Çagirga ya li Taxa Cûdî ketibû û ji malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Du xwişkên Cemîle jî, di encama vê êrişî de, di nava 7 kesan de hatibûn qetilkirin. Piştî 23 salan vê carê Cemîle Çagirga ya 10 salî bû hedefa sekvanan û bi awayekê nemerdane hat qetilkirin. Bavê Cemîle ya ku cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin û ket rojeva tevahiya Tirkiyê Ramazan Çagirga behsa kuştina keça xwe û bûyerên di 9 rojên qedexeyê de rû dan vegotin.
 
Bav Çagirga bal kişand ser wan rojên dijwar û wiha axivî: “Bi çekên giran êriş dikirin. Ev û ceyranên me birîbûn. Li ser avahiyên bilind sekvan hebûn. Keça min Cemîle û zarokên me li ber derî bûn. Keça min gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da. Me cenazeyê wê anî malê. Dûre me cenazeyê wê bi destên xwe û destên wê hinek kirin. Pişte me bangî ambûlansê kir. Lê ji ber qedexeyê destûr nedan ku bikeve taxê. Me nekarî em derxînin derve de jî. Dûre me sarince anî û cenazeyê wê xist sanrincê. Piştî 2 rojan, ji me hat xwestin ku em cenazeyê Cemîle bibin Cadeya Hezexê. Heya ku me cenaze bir wê derê, bi ser me de bênavber gule barandin. Dûre parlamenterekê û kesek din, cenaze birin teslîmî ambûlansê kirin.” 
 
'EM Ê HEYA KENGÎ BÊDENG BIN’
 
Çagirga, da zanîn ku tiştên hatin jiyîn weke duh tên bîra wî û wiha got: “Em ê tu carî dest ji doza xwe bernedin. Heya ku berpirsiyar derkevin holê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam bikin. Em çiqasî mafdar bin jî,  dîsa me neheq îlan dikin. Em Kurdin, zimanê me Kurdiye. Lê Tirkiye vê rastiyê qebûl nake. Gelo em ê heya kingî li dijî vê bêmafî û neheqiyê bêdeng bin?” 
 
HER KU DERIYÊ SARINCÊ VEDIKE…
 
Dayika Cemîle Emîne Çagirga jî, diyar kir ku wê bi navê “Cizîr” tim bangî keça xwe Cemîle dikir û di nava hestiyariyek mezin wiha qal kir: “Dema gule berdan Cizîr, min 3 caran gazî wê kir. Lê dengê xwe dernexist. Gotina wê ya herî dawî jî, ‘ax dayê’ bû. Keça min pir ji hinê hez dikir. Piştî ku hat qetilkirin, min dest û pora wê hine kirin. Ji bo ku cenazeyê wê bêhn ne de, me kir sarincê. Ji wê rojê ve, her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min û heman êşê dîsa dijîm.”     
 
‘BILA ÊDÎ AŞTÎ PÊK WERE’
 
Çagirga, herî dawî axaftina xwe bi van peyvan temam kir: “6 sal derbas bûn. Hîna me tu xweşî nedîtiye. Îşkence, zext û êriş dewam dikin. Em êdî dixwazin aştî pêk were. Bila êdî dilê mirovan neşewite. Gelo ji aştiyê, xwişk û biratiyê çi xweştir heye? Heya ku em bimirin jî, emê dest ji doza Cemîle bernedin.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

08/09/2021
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’