Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne

img
AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknaz Ûca, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê biryara NATO'yê ye û got ku divê Ewropa li şûna daxuyaniyên "Em bifikar in" Tirkiyeyê rawestîne. 
 
Piştî êrişên DAIŞ'ê li ser xwe niha jî civaka êzidî bi êrişên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Di 16'ê tebaxê de Tirkiye êrişî Sûka Kevn a Şengalê kir û 2 kesan qetil kir û 3 kesan jî birîndar kir. Piştî vê êrişê bi rojekê li dijî neavenda tenduristiyê ya li gundê Sikeniyê jî êrişek pêk anî û di vê êrişê de jî 4 kedkarên tenduristiyê bi giştî 8 kesan qetil kir û 4 kesan jî birîndar kir. Herî dawî di 30'ê tebaxê de jî li dijî Wargeha Qadiya ya li Zaxoyê êrişeje hewayî pêk anî. 
 
 
DUNYA BÊDENG E
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknaz Ûca, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî civaka xwe nirxand û diyar kir ku li ber çavê hemû dinyayê êriş li êzidiyan tê kirin lê tu kes dengê xwe dernaxe û divê Şengal bê parastin û wiha got: "Tişta ku DAIŞ'ê bi ser nexistiye Tirkiye dixwaze bike. Em sedema vê neyartî û êrişa li êzidiyan dizanin. Heta îro êzidiyan tu êriş li dijî Tirkiyeyê pêş nexistine. Bifikirin Tirkiye li kudere Şengal li kudere? Em dizanin ku gelê Şengalê hedef tê girtin gelê êrişa li dijî wargehê çî ye? Kuştina zarokan a li wan wargehan çî ye? Li ber çavê dinyayê nexweşxane tê bombebarankirin lê çavê hemû dinyayê girtî ye û bêdeng in."
 
'WÊ ÊZIDÎ ŞENGALÊ BIPARÊZIN'
 
Têkildarî pêvajoya piştî êrişên DAIŞ'ê yên li ser civaka xwe kir û da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ'ê êzidiyan dest bi parastin û ewlehiya xwe kirine û meclisên xwe ava kirine û ev tişt anîn ziman: "Ji ber garantiya ku wê careke din li dijî êzidiyan êriş pêk neyên tune ye rakirine çekê. Bêdengî komkujiyan çêdikin. Em êzişdî dê ji niha şûn ve têkoşîna xwe mezin bikin. Lewre ev ne êrişên destpêkê ne. Êzidî natirsin û dev ji Şengalê bernadin. Di pêvajoya ku Lozan tê rojanekirin de li Rojhilata Navîn li ser xaka Kurdistanê di serî de li dijî êzidiyan konsepteke nû tê pêşxistin. Di çarçoveya vê konseptê de ji bo Kurdistanê sînorên nû tên xêzkirin. Ji ber vê tê xwestin ku Şengal bê valakirin. Bi demografiya Kurdistanê dilîzin. Em dizanin ku çawa êrişî Efrîn û Serêkaniyê kirin û li şûna kurdan ereban li wan bi cih kirin. Lê êzidî êdî mîna berê ne bêparastinin. Sozê azadkirina Şengalê ya êzidiyan heye."
 
DI HER HEVDÎTINÊ DE ÊRIŞEK
 
Di berdewamê de Ûca, bal kişand ser hevdîtinên ku bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re tên kirin û vê derbarê de ev tişt anîn ziman: "Ki bi Kazimî re hevdîtin bike ew roj li dijî Şengalê êriş pêk tê. Em bi bîra xwe bînin roja ku wê Kazimî bihata Şengalê nexweşxane hat bombebarankirin. Piştre dema hevdîtina Kazimî û Macron jî wargeha li Zaxoyê hat bombebarankirin. Bi her hevdîtineke Kazimî re êrişek pêk tê. Meneya vê çî ye? Bangî hikûmeta başûrê Kurdistanê dikim; fermandarên êzidî tên qetilkirin hûn bêdeng in, nexweşxane tên bombebarankirin hûn bêdeng in, wargeh tên bombebarankirin hûn bêdeng in. Meneya vê qirkirina êzidiyan e. Şengal hemû Kurdistan e. Partiyên Kurdistanê û gelê Başûr divê destûr nedin komkujiyan."
 
'BIRYARA NATOYÊ YE'
 
Ûca, bi lêv kir ku êdî êzidî naxwazin ku jiyana xwe di bin bandora hin kesan de bidomînin û û daxwaza wan a xweserîbûnê heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber van daxwazan êzidiyan ji sala 2017'an ve li dijî êzidiyan êrişên bi rengî pêk tên. Lê çi dibe bila bibe wê êzidî dev ji daxwaza xwe ya xweseriyê bernedin. Ji bo bidawîkirina êrişan em dîplomasî dimeşînin. Lê divê em ji bîr nekin ku Tirkiye endameke NATO'yê ye. Heke îro Ewropa li dijî êrişan daxuyaniyên "Em bifikar in" bide divê bê zanîn ku ev êriş bi biryara NATO'yê ye. Li şûna hişyariyên "em bifikar in" divê Tirkiyeyê rawestînin. Dîvê bibêjin êdî bes e. Heke vê bikin wê demê em ê fêm bikin ku Tirkiye van êrişan bi serê xwe pek tîne na heke vê nekin ev êriş bi biryara Ewropa ne."
 
Ûca, ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê banga parastina Şengalê û yekitiyê li civaka êzidî û gelê kurd kir. 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

08/09/2021
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’