Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve

img
RIHA - Koordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî ya di bin banê Baroya Rihayê de hat avakirin Gokhan Dayik, bal kişand ser girîngiya parastina zimanê zikmakî û banga li hempîşeyên xwe kir ku bibin endamê Komîsyonê. Diyak, diyar kir ku ziman rûmeta mirove, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve.   
 
Komîsyona Zimanê Zikmakî bi armanca "Piştgiriya cihêreng a çandî û pirzimaniyê" dibin banê Baroya Rihayê de hat avakirin. Koordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî û Endamê Desteya Rêveber a Baroya Rihayê Gokhan Dayik, derbarê armanca avakirina komîsyonê de ji ajansa me re axivî. 
 
Dayik, bi bîr xist ku li cîhanê gelek ziman wenda bûne û gelek ji wan jî bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Dayik, diyar kir ku hemû ziman mîrateya hevpar a mirovan e û wiha axivî: “Zimanê zikmakî di warê civakbûn û danûstendinê de girîng e. Zimanê zikmakî mafê bingehîn ên mirovane û divê di her warî de, were bikaranîn. Mafê gelan heye ku bi zimanê xwe biaxivin, perwerdehiyê bibînin, xwe biparêzin, bijîn û çanda xwe biparêzin û divê ev maf werin dabînkirin.”
 
ZIMAN DIBIN XETERIYA WINDABÛNÊ DE NE 
 
Dayik, anî ziman ku ji bo parastina mafê zimanê zikmakî yekemîn care ku dibin banê Baroya Rihayê de Komîsyona Zimanê Zikmankî tê avakirin û wiha got: “Weke baro, me ev komîsyon ji bo pirçandî, parastina pirzimanî û destek dayînê ava kir. Di vî warî de daxwazên hempişeyên me hebûn. Ziman her roj bi windabûnê re rû bi rû ne. Ev ziman, dewlemendiyên me ne. Me ji xwe re kiriye armanc ku em pirzimanî û pir rengîniyê biparêzin. Divê îhtîrazên li ser ziman rabin. Li vî welatî, pêwîste ku hemû zimanên zikmakî bi qanûnên bingehîn bên parastin. Lazime ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Komîsyon wê di vî warî de xebatên xwe bi rêve bibe.” 
 
PIRSGIRÊKA QEDEXEYA ZIMAN DEWAM DIKE
 
Dayik, da zanîn ku her çend di demên dawî de xuya dike ku mafê parastina bi zimanê zikmakî heye jî, ev ne rast e û ev nirxandin kir: “Zorî ji bo kesên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin, tên derxistin. Parastina kesên bi zimanê xwe dikin jî, tên berevajîkirin. Li ciheke mîna Rihayê ku pir ziman lê hene, kesekî ku wergervaniyê bike tuneye. Hin caran ji bo wergervaniyê jî, xebatkarên edliyê tên peywirdarkirin, lê j ber ku tu perwerdeyek nedîtine, yan kêm an jî şaş werger dikin. Wekî Komîsyon, em ê jî bixebitin ku pêşiya wan bigirin.” 
 
PERWERDEYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Dayik, teqez kir ku ev komîsyon di heman demê de weke bertek li dijî êrişên nijadperest ên li ser zimanan hatiye damezrandin û wiha rêz kir: “Di demên dawî de, li ser medya dijîtal û neteweyî em dibin şahidên êrişên nijadperest. Bi taybetî li dijî zimanê Kurdî bêtehamuliyek mezin heye. Ev bête bêtehamulî, gehiştiye asta êrîşên faşîzane. Ji ber ku mirov bi Kurdî diaxivin û stranan dibêjin êrîşê wan tê kirin û tên qetilkirin. Ev êriş ji polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zimanan ne serbixwe ne. Ev êriş bi polîtîkayên dewletê ve girêdayî ne. Ji bo ku mirov bi zimanên xwe li her derê biaxivin emê perwerde bidin. Li Rihayê, piraniya hevalên me bi Kurdî û Erebî dizanînin, lê nikarin xwe îfade bikin. Ji ber ku hîna ne bûne zimanê perwerdê. Ji bo ku em karibin vê rewşê derbas bikin, em dixwazin qûrsên Kurdî û Erebî bibin.” 
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR 
 
Gokhan Dayik, dest nîşan kir ku komisyona wan hêj nû ye û ev bang li hempişeyên xwe kir: “Zimanê zikmakî yê mirovekî ew ziman e ku xwe herî baş pê îfade dike. Ji bo parastin û girîngî dayîna ziman, em hemû kesî/ê vedixwînin komîsyonê. Pêdiviya me bi zanebûna hempîşeyên me heye. Ziman rûmeta mirove, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve. Em girîngiyê didin, zimanê zikmakî. Em xwazin her  kes tevlî komîsyonê bibe û tecrubeyên xwe parve bike. Emê bi hevalên xwe re, ji bo misogeriya destûrî ya zimanên ku ber bi tunebûnê ve ne, têbikoşin. Di warê ziman de kêmasiyên me hemûyan hene. Divê, tavilê em hemû bi hev re vê kêmasiyê derbas bikin. Ji ber vê pêdiviya me bi alîkariya her kesî heye.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

08/09/2021
15:33 Şandeya CHP’ê ya ku serdana Kurdistana Federe kiribû: Diyalog dikare çareseriyê bîne
14:42 Karkerên tenduristiyê ne 'razandina zêde' 'razandina heq' xwestin
13:23 Wezîrê rûs dema tetbîqatê jiyana xwe ji dest da
12:27 Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye
12:13 Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin
12:04 Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike
11:23 NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir
11:13 Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
11:10 Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
11:05 Li Nisêbînê du gund xistin bin karantînayê
10:29 ‘Li dijî dagikeriyê pêwistî bi yekrêziya hêzên Kurdistanê heye’
10:28 Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 286'emîn de dewam dike
09:10 Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin
09:01 Xwendekarên Arî-Der’ê wê bi kurdî ferî îngilîzî bibin
09:01 Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e
09:01 Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan
09:01 Karkerên Înşaatê: Ne sedeqe mafê xwe dixwazin
09:01 Ekolojîst Karasû: Heke em nebin hevpar em ê tev winda bikin
09:01 Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN
07/09/2021
20:52 274 kesên din bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
17:24 Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin
16:14 Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer!
16:13 Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
15:56 Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in!
15:40 Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye
15:32 Li Çewligê du jinan întîhar kir
14:57 Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
14:04 Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû
13:59 Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:54 HDP wê prensîb û şertên xwe ji bo hemû muxataban eşkere bike
13:15 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
12:53 Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome?
12:10 Pirtûkan nadin girtiyan
11:58 Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn
10:56 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
10:56 Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin
10:41 Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye
10:27 Guven têkildarî Komkujiya Konyayê nameyek şand
10:18 Kovara Leman Mîraç li ser bergê xwe kir
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 285'emîn de dewam dike
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’