Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne

img

DERSIM - Şêniyên Dersimê diyar kirin ku şewata daristanan polîtîkaya dewletê ye û gotin: “Dewletek dijminê xwezayê ye heye. Bi salane dixwazin Dersimê tune bikin.” 

 
Li gundên bi ser navçeya Xozata Dersimê ve piştî operasyona leşkerî ji 17’ê tebaxê ve agir bi daristanan ketibû. Şewata li Xozatê dest pê kir belavî navçeya Pulurê bû. Ji ber mudaxileyî şewatê nehat kirin, bi sedan hektar qadên bi daristan şewitîn. Di şewatê de xweza hat talankirin û gelek sewal û rawir jî mirin û gelek sewal jî birîndar bûn. 
 
OPERASYONA LEŞKERΠ
 
Bi hêceta ew herêma şewatê “Herêma ewlehiya taybet e” û “herêma bi mayin e” destûr nayê dayîn xelk mudaxile bike. Piştî 13 rojan her çiqas ji hewayî ve mudaxileyî şewatê hat kirin, lê dîsa jî didome. Di 28’ê tebaxê de operasyonek leşkerî hat destpêkirin û li Newala Roj a bi ser Geliyê Pilemûriyê ve şewat derket. Şewata li vir jî di roja 13’an de berdewam dike û mudaxileyî şewatê nayê kirin. 
 
ŞEWAT BELAVÎ ZOZANÊN GULÊ BÛ 
 
Li aliyekî şewata li herêmên didomiya vê carê jî di 29’ê tebaxê de agahiya şewatekê jî ji Geliyê Mûnzûrê hat. Bi sedan hektar qad şewitî û piştî 4 rojan mudaxile hat kirin. Ji ber mudaxileya derengmayî şewat belavî zozanên Gulê bû. 
 
 
Şêniyên Dersimê têkildarî şewatên piştî operasyonên leşkerî derketine axivîn û diyar kirin ku şewat bi zanebûn tên derxistin. 
Abdullah Çiglik anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li Dersimê derketine astek rûtîn û bi heman awayê rûtîn jî şewat tên derxistin û got: “Ji ber agir pê dixin, mudaxile jî nakin. Divê gelê me li hember şewatan bi hestiyar tevbigere.” 
 
CIHÊKARÎ HEYE 
 
Çiglik da zanîn ku dewletê mudaxileyî şewatên li herêmên Akdenîz û Egeyê derketin kir lê mudaxileyî şewatên li bajarên herêmê nake û got: “Di dîrokê de her tim bi çavek cihêkar li me nihêrîn. Ev şewat û nemduxaxilekirina şewatê jî dewama wê cihêkariyê ye. Ev meseleyek civakî ye û divê were çareserkirin. Di navbera şewatên li Mûglayê û Dersimê de ferq heye. Rayedar jî û em jî vê ferqê baş dizanin.” 
 
QADÊN JIYANÊ VEGUHERÎNA XWELIYÊ 
 
Îmam Moroglû jî destnîşan kir ku qadên wan jiyanê tên şewitandin û wiha got: “Dewlet daristanên me dişewitîne. Kî dikare bişewitîne? Gelo xelk dişewitîne? Gelo ez dişewitînim? Naxêr. Wê demê kî dişewitîne? Bêguman dewlet dişewitîne. 13 rojan muadxileyî şewatê nehat kirin. Dixwazin dar û axa me tune bikin. Dixwazin xweza talan bibe û însan birçî bimînin. Di nava xwezayê de tenê ne em dijîn, bi sedan cûreyên sewal û rawiran dijîn. Ev jî tune dibin.” 
 
‘HOVÎTIYEK WIHA NEHATIYE DÎTIN’ 
 
Şukran Yilmaz a li bajêr esnafiyê dike jî destnîşan kir ku şewat bi zanebûn tên derxistin û got: “Heke tenê li noqteyekê şewat derketibûya, me yê bigota normal e. Lê belê tevahiya çiyayên Dersimê dane ber agir. Her wiha meseleyek rantê jî heye. Destûra lêgerîna madenê dane 109 şîrketan. Zindawer li ber çavê mirovahiyê dişewitin. Di tu demê de hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Di şeran de jî daristan nehatine şewitandin.” 
 
RABORIYA WAN DIŞEWITÎNIN 
 
Nazan Yikilmaz jî anî ziman ku dar û berên wan bi zanebûn tên şewitandin û got: “Bi van şewatan raboriya me dişewitînin. Herêma me di warê cûreyên nebatan de gelek dewlemend e. Divê em qadên xwe biparêzin. Divê dewlet viya bike û wezîfeya xwe bi cih bîne.” 
 
Ayten Arslan jî da zanîn ku bi rojane çiya û xwezaya Dersimê dişewite û heta niha tenê helîkoptêrek mudaxile kiriye û ev jî têra vemirandinê nake. 
 
DIXWAZIN DERSIMÊ TUNE BIKIN 
 
Sonay Çelîk Bozkûrt jî bal kişand ser operasyonên leşkerî yên li Dersimê û wiha got: “Her roj xwezaya me û darên me bombebaran dikin. Pir bi zanebûn daristanên me dişewitînin. Şewitandina daristanên me polîtîkayek dewletê ye. Di şewatên demên dawî de me dît ku mudaxileya dewletê ya li hember şewatê gelek kêm e û têr nake. Dewletek ku dijminê xwezayê heye. Bêguman di vir de sedemek taybet heye, bi salane dewlet dixwaze Dersimê tune bike. Ev şewat jî parçeyek tunekirina Dersimê ye. Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin û qadê ji şîrketên madenê re vekin. Nerazîbûna li dijî şewatan gelek kêm e.” 
 
MA / Mehmet Aslan - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

02/09/2021
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî