Li 4 bajaran daristan dişewitin

  • rojane
  • 14:09 31 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin. 
 
Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê bi rojan e daristan dişewitin. Ji ber ku li hin cihan mudaxaleyî şewatên daristanan nayê kirin, şewat her ku diçin belav dibin. 
 
LI DERSIMÊ 3 CIHÊN CUDA ŞEWAT DIDOME
 
Şewatên daristanan ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê derketine her ku diçe belav dibin. Şewata ku di encama operasyona eskerî de di 17’ê tebaxê de li çoltera navçeya Xozatê derket, belavî gundên girêdayî navçeya Pulurê bûne. Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê. Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektaran şewitand, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin. Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.  
 
Hêj şewatên li navçeya Xozatê nehatin vemirandin, di 29’ê tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Roj ê li Geliyê Pilemuriyeyê dest pê kirin û didomin. Şewata ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê li qadeke fireh belav bûye.
 
Heta niha tu mudaxale li şewata Geliyê Pilemûriyeyê ya di 29 tebaxê de dest pê kiriye nehatiye kirin. Şewata ku tê diyar kirin piştî bombekirina eskeran a herêmê dest pê kiriye, didome.
 
ÇEWLIK 
 
 Şewata ku di 29’ê tebaxê de li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê derket hêj nehatiye kontrolkirin. Şewata ku hat îdiakirin ji ber xeta voltaja bilind, derketiye, ji ber li herêmeke çiyayî ye dereng mudaxale lê hat kirin. Ji ber vê yekê ewilî welatiyan mudaxaleya şewata li herêmeke berfireh belav bû kir. Duh şev helîkopter jî tevlî xebatên vemirandinê yên ji bejahî ve tên kirin bû. 3 helîkopterên çûn herêmê ji hewayî ve mudaxale kir. Lê piştî saetekê şunde hêj agir nehat vemirandin helîkopter ji herêmê veqetiyan. 
 
Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, bi derfetên xwe berdewama mudaxaleya şewatê kirin. Di saetên serê sibê de berdewamî mudaxaleya şewata bi şev berdewam kir û bi bandora bayê belavî qadeke mezin bûyî hat kirin. Di xebatên vemirandinê de helîkopterekê jî cih girt. Lê ligel mudaxaleyan jî hêj şewat nexistine bin kontrolê. 
 
LI BEDLISÊ ŞEWAT MEZIN DIBE
 
Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê di dora saet 10.00’an de derket hêj nehatiye kontrol kirin. Ligel xebatan jî şewatê beşeke mezin a qada daristanê şewitand. Xebatkarê Miduriyeta Herêmê ya Daristanê yê di xebatên vemirandinê de cih digire diyar kir ku di mudaxalekirinê de kêm dimînin. Xebatkarî, bi lêv kir ku divê bi lezgînî ji hewayî ve mudaxale bê kirin û bang li gel kir ku tevlî xebatên vemirandinê bibin. 
Xwediyê Ava Weqfê Omer Barîn jî diyar kir ku şewata duh dest pê kir bi derfên xwe mudaxale kirin û hinek xist bin kontrola xwe lê serê sibê careke din şewat mezin bû. Barîn, ji ber kêmbûna xebatên vemirdandinê banga piştevaniya bil ez li rayedaran kir. 
 
LI ŞIRNEXÊ XEBATÊN VEMIRANDINÊ HATIN ASTENGKIRIN
 
Li Şirnexê şewatên ku li du herêmên cuda derketin didome. Li qada Qurta Xanê ya girêdayî Herêma Bestayê ya Şirnexê, şewata ku di 29’ê tebaxê de dest pê kir didome. Şewata ku tê diyarkirin eskerên derketine operasyonê derxistiye, tu mudaxale nayê kirin û eskeran bi hêceta ku “herêma qedexe ye” welatiyên ku ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin herêmê asteng kirin. 
 
Di heman demê şewata li herêma Girêbestkê derketibû didome. 
 
Li aliyê din, şewata ku di encama bombebarana helîkopteran de, berî 5 rojan li gundê Mêhrîna ya ku girêdayî herêma Bestayê rû da jî, xwe bi xwe vemiriye.
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/09/2021
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî