Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin

  • rojane
  • 09:03 30 Tebax 2021
  • |
img

MANÎSA - Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û şaredariyên MHP’ê û CHP’ê xizmetê ji wan re nakin. 

Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Kurdan ji neçarî koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirin. Zext û cihêkariya li hember kurdan li van bajaran jî berdewam dike. Li taxên Ataturk û Mustafa Kemal ên navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê gelek kurd hene. Nêzî 30 salî ye kurd li van taxan dijîn û xwedî nifûsek zêde ne. Tê gotin ku ji sedî 90’ê van taxan kurd in. 
 
Kurd li van taxan bi salan ji ber nasnameya xwe bi polîtîkaya cihêkariyê re rûbirû man û xizmetguzarî ji bo wan nehat kirin. Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara sala 2019’an de hilbijêrên kurd ji ber “Tifaqa Demokrasiyê” dengên xwe dan CHP’ê û bi vî awayî namzetê CHP’ê bi ser ket û şaredariyê ji MHP’ê sitend. Lê belê her çiqas kurdan destek da CHP’ê û bi xêra kurdan CHP bi ser ketibe jî lê xizmetguzariya ji bo welatiyên kurd nayê kirin û şaredariya CHP’ê dibêje ku şaredariya bajarê mezin xizmetê bike. 
 
‘DIXWAZIN KURDAN CEZA BIKIN’ 
 
Şêniyên taxan destnîşan dikin ku ji ber wan destekê daye CHP’ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê ya MHP’î cihêkariyê li wan dike û bi nedayîna xizmetguzariyê wan ceza dike. Welatî dibêjin her çiqas salek berê kolandina ji bo kanalîzasyonê û gaza xwezayî hatibe destpêkirin jî lê hêj nehatiye qedandin û peyarê û kuçe û cadeyên wan nayên çêkirin. Welatî tînin ziman her çiqas wan gelek carî serî li Şaredariya Tûrgûtlû ya CHP’î dabe jî lê şaredarî ji wan re dibêje xizmetguzarî di kontrola şaredariya bajarê mezin de ye û îdia dike ku tiştek ji destê wê nayê. 
 
‘CIHÊKARIYÊ DIKIN’ 
 
Îslam Erol ê 15 sal in li Cadeya Acibademê esnafiyê dike destnîşan kir ku ji ber ew kurd in xizmetguzarî ji wan re nayê kirin û wiha got: “Li taxên kurd lê dijîn xizmetguzarî nayê kirin. Me naxin şûna însanan jî. Pirsgirêkên me ji nedîtî ve tên. Lê belê li taxên din xizmetguzarî tê kirin û meriv çopekî jî li erdê nabîne. Me bi şaredariya Tûrgûtlûyê re hevdîtin kir, lê ew dibêje ku kontrol di destê de şaredariya bajarê mezin de ye. Lewma jî xizmetê nakin. Li hember me wisa faşîstiyê dikin û me ji her tiştî sar dikin. Pirsgirêkên me çareser nakin. Em dibêjin êdî bes e bila çareseriyê bibînin û ji me re bibin bersiv. Tenê li taxê kurdan vê cihêkariyê dikin. Em wek welatiyên kurd wekheviyê dixwazin.” 
 
‘DIVÊ XIZMETA CIVAKÊ WERE KIRIN’ 
 
Faysal Zent ê 5 sal in esnafiyê dike jî da zanîn ku ji ber rê xerabûyî ne nikarin eşyayên xwe derxin derve û ew nikarin kar bikin û ji ber vê yekê jî zirar dikin. Zent diyar kir ku rêveberiyên xwecihî bêyî ku cihêkariyê bikin divê ji bo civakê xizmetguzariyê bikin. 
 
‘JI BER EM KURD IN…’ 
 
Kadrî Akdoga ku kargeha wî ya çayê heye anî ziman ku ji ber ew kurd in pirsgirêkên wan xizmetguzariyê nayê çareserkirin û got: “Em diçin Şaredariya Tûrgûtlûyê dibêje ‘ne karê me ye’. Em kesek li şaredariya bajarê mezin ku derdê xwe jê re bêjin nîne. Derdê şaredariya bajarê mezin e ew e ku şaredariya Tûrgûtlûyê ketiye destê CHP’ê.” 
 
‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Salîh Polatlar ku karê manavê dike da zanîn ku ji ber rêyên wan di toz û gemarê de mane nikarin kar bikin û wiha got: “Divê şaredarî bêyî li ziman, ol û nijada kesekî binêrin, xizmetguzariyê bikin. Ji ber nasnameya me, em mexdûr dibin. Ji bo kanalîzasyonê rêyên li vir hemû xera kirin, paşê jî wisa hiştin û çûn. Edî bes e em çareseriyê dixwazin.”
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

30/08/2021
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir