Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin

  • rojane
  • 09:12 28 Tebax 2021
  • |
img

ARTVÎN - Esnafên Kemalpaşayê ku ji ber krîza aborî û girtina deriyê sînor zehmetiyê dikişînin, ji ber ku alîkariya wan nayê kirin yek bi yek dikanên xwe digirin. 

Deriyê Sînor ê Sarpê ku di navbera navçeya Kemalpaşa ya Artivînê û Gurcîstanê de ye, demeke dirêj hatibû girtin. Piştî deriyê sînor hat vekirin, vê carê hin pîvan hatine danîn. Ji bo derbasyînê şertê du doz aşî hatibe kirin û testa PCR'ê ku herî kêm du roj berê hatibe kirin hatiye dayîn. Ji ber vê çûn û hatin pir kêm e. Ji ber vê jî karê esnafên Kemalpaşayê pir kêm bûye. Esnafan diyar kir ku beriya pandemiyê kuçe ji mirovan xalî nedibûn, lê 2 sal in hema bibêje êdî çavên wan bi esnafan nakeve. Ji ber ku di dema pandemiyê de îqtidarê alîkariya esnafan nekiriye, esnaf yek bi yyyek dikanên xwe digirin. 
 
Esnafên Kemalpaşayê ku zehmetiyê dikişînin pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin ji ajansa me re gotin. 
 
PÊVAJOYA RÛXANDINÊ
 
Fatma Bîçer ku 20 sal in marketa wê heye, anî ziman ku ji ber krîzê û pandemiyê bi pêvajoyeke rûxandinê re rû bi rû mane. Bîçer, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû ne û got: "Ev kuçeyên ku berê tije bûn, niha vikîvala ne. Piraniya esnafan dikanên xwe girtin û çûn gund. Ji ber deriyê sînor, piraniya mişteriyên vir gurcî bûn. Wê çaxê karê me baş bû. Lê piştî pandemiyê deriyê sînor hat girtin û êdî mişterî nayên. Tenê çend gurcî testa xwe dikin û aşî bûne tên." 
 
Bîçer, anî ziman ku rewşa aborî ya esnafan qet nebaş e û hewl didin bi deynan li ser pêyan disekinin. Bîçer, diyar kir ku 6 meh in nikare heqê kirêya dikana xwe bide û got: "Gava deyn zêde dibin mirov nikare bide. Gava ez ji tomerîfiroş bi 300 lîreyî mal bikirim, divê ez 100 lîreyî pêşin bidim. Malên em dikirin jî tim biha dibin. Lê ji ber ku nikarim bikirim dikan vala ye. Eger biyanî bûma min ê jî dikana xwe bigirtana û biçûna." 
 
ESNAFÊN NEMANE 
 
Bîçer, diyar kir ku dixwaze dikana xwe bifiroşe, lê kes xwe nade ber û got: "Esnafên biçûk ji binî de nemane. Heger alîkariya esnafan bihata kirin, dê rewşa me ne wisa bûna." 
 
ESNAF DI NAV DEYNAN DE MANE
 
Esnaf Yûsûf Gunay ku dikana wî ya kincan heye, anî ziman ku ji ber ku piraniya mişteriyên wan ji Gurcîstanê ne, 2 sal in kar naakin. Gunay got: "7 sal berê gava ez hatim vira, 100 lîreyê min hebû. Ez bi awayekî xebitîm û bi xwe ve hatim. Lê ev du sal in ez pir xisirîme. Em li bendê bûn rewş baş bibe, ez çûm min kredî kişand. Lê nikarim ji bin vî barî rabim. Deyn zêdetir bûn. Em jî nizanin em ê çawa xwe jê xelas bikin. Em ji bankeyan krediyê dikişînin. Wekî din tu dahatek me tune ye." 
 
KREDIYA BI FAÎZEK ZÊDE
 
Gunay, destnîşan kir ku ji bo pêdiviyên xwe yên rojane hefteyê du rojan amûrên xwe li bazarê difiroşe û got: "Niha pereyê ku min bi salan daye ser hev xerc dikim. Em ne ketine etra qezencê, em ketine etra ku em li ser pêya bisekinin. Em dixwazin bêyî muhtacî kesî bibin bijîn. Em naxwazin ne li televîzyonê ne jî li telefonê mêze bikin. 25 hezar TL kredî dan, vê jî bi faîzek zêde distînin." 
 
BANDOR LI HOPAYÊ JÎ KIR 
 
Songul Korkmaz ku 20 sal in karê perdeyan dike, anî ziman ku piştî deriyê sînor hat girtin, dikana xwe ya li Kemalpaşayê girtiye. Korkmaz, destnîşan kir ku ji sedî 90'ê mişteriyên wê gurcî bûne û di vê pêvajoyê de kesî alîkariya wan nekiriye. Korkmaz, anî ziman ku niha li dikana xwe ya li Hopayê dixebite û got: "Hopa jî bandorek mezin ji pandemiyê girt. Ên ji bo bazirganiyê dihatin vira, mal dikirîn. Fêdeya wê pir bû, lê ew jî nema." 
 
‘EM NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN' 
 
Korkmaz, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de nikaribûne deynê xwe bidin û got: "Dewletê deynên me taloq kir, lê ne ji bo demeke dirêj. Txsîtên me zêde kir. Em bêjin me berê 2 hezar dida, niha em 4 hezarî didin. Pandemî didome. Berê me heya 3-4 mehan mişterî îdare dikirin, lê niha na. Ên pereyên wan hebin dikarin perdeyan ji xwe re bidin çêkirin. Ji lew re em nikarin ji bin wî barî rabin. Beriya pandemiyê tomerîfiraşn jî em îdare dikirin, lê niha pêşin dixwazin." 
 
Korkmaz, anî ziman ku divê deriyê sînor bê vekirin û got: "Divê mesrefê mirovên tên vir kêm be ku karibin danûstendinê bikin. Gava mesref zêde be, dê nikaribin li wir bifiroşin. Divê ev mesref kêm bin, da em jî rihet bibin." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

30/08/2021
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir