Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin

  • rojane
  • 11:45 27 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin ê ku ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hat revandin, îşkence dît û “sîxurtî” lê hat ferzkirin diyar kir ku ji ber ferzkirinên wan kesan qebûl nekir rastî hewldana tecawizê ya wan kesan hat û anî ziman ku wan kesan xwest bi darê zorê Sirûda Îstîklalê bi wî bidin xwendin.

Di demên dawî de endamên Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tên revandin û “sîxurtî” li wan tê ferzkirin. Li Stenbola ku beriya niha gelek caran bûyerên revandinê çêbûn, yeke din lê zêde bû. Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin ê beşdarî xebatên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) yên di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya “Em bibin yek em ê qezenc bikin” di 25’ê tebaxê de dane destpêkirin bû, piştî xebatan dema vegeriya malê, ji aliyê kesên ku xwe weke polîsan dan nasîn ve hat revandin. 
 
Yalçin, ê destên wî bi piştê ve hatin kelemçekirin, çavên wî hatin girtin û li daristana ku birinê îşkence lê hat kirin û sîxurtî lê hat ferzkirin, tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin. 
 
‘WÊ KEKÊN ME WERIN’
 
Yalçin, bi lêv kir ku piştî xebatên belavokan ên ji bo kampanyaya BMG’ê li navçeya Sancaktepeyê kirin, derbasî Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepeyê bû û anî ziman ku saet di 20.00’an de derket, li otobûsa ÎETT siwar bû derbasî metroya Leventê bû. Yalçin, da zanîn ku dema di derenceyên metroyê de diçû yekî destê wî girtiye û jê re gotiye “Derbarê te de biryara binçavkirinê heye, ez ê te bibim miduriyeta polîsan.” Yalçin, bi lêv kir ku ji wî kesê destê wî girt re biryara binçav kirinê xwest û wiha got: “Wê kesî ji min re got ‘tu dê biryarê li miduriyeta polîsan bibînî’. Destên min bi paşve kelemçe kirin, serê min çemand û ez li wesayîtê siwar kirim. Pişt re jî çavên min hatin girtin. Di wesayîtê de çend kesên din jî hebûn. Di wesayîtê de ji min re gotin ‘wê kekên me werin heke tu bersivên guncav bidî wan em ê te berdin.’ Piştî saetekê wesayîteke din nêzî wesayîta ku em tê de bûn bû, ez peya kirim û li wesayîteke din siwar kirim.”
 
DESTÊN WÎ HATIN GIRÊDAN 
 
Yalçin, anî ziman ku dema ji kesên ew revandin re pirsa hûn dê min kî ve bibin kir ji wî re gotine ‘em ê hinek sohbetê bikin û te berdin’. Yalçin, anî ziman ku bi wesayîtê piştî nêzî 2 saetan rê çûn, wesayît li cihekî sekini û hin kesên din jî li wesayîtê siwar bûn û wiha berdewam kir: “Ji ber çavên min girêdayî bûn min nedît ku kî li wesayîtê siwar bûn. Dema ez ji wesayîtê peya kirim pêlavên min derxistin. Cihê min pê lê kir ax û devî bûn. Ez birim malekê û ser devkî li erdê dirêj kirim. Dûre dest û lingên min çep û rast girêdan. Ji min re gotin ji kengî were li Stenbolê dijî. Min jî got ez li Stenbolê ji dayik bûme. Dîsa gotin di nava karên îllegal de dixebitim. Min jî got ez endamê Meclîsa HDP’ê me û xebatên xwe bi awayekî aşkera bi rê ve dibim.”
 
HEWLDANA TECAWIZÊ
 
Yalçin, bi lêv kir ku bi darê zorê kifteyên bixwê û birûn bi wî dane xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin min tî bihêlin û bidin axaftin. Dûre cilên min ji ber min kirin û li min dan. Ewilî bi pêhna li min xistin. Gotin ‘heke tu gotinên me bi cih bînî em ê derfetan pêk bînin’ û sîxurtî ferz kirin. Lê min qebûl nekir. Piştî ku bi îşkenceyê encam negirtin, hewl dan ku tecawiz bikin. Ez tazî kirim û dîmenên min kişandin.”
 
FERZKIRINA SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ
 
Yalçin, da zanîn ku ji ber sîxurtî qebûl nekir îşkenceyên giran lê hatin kirin û wiha pê de çû: “Ji min re gotin ‘em ê te qisir bikin’ û penîsê min şidandin. Xwestin bi darê zorê Sirûda Îstîklalê min bidin xwendin. Piştî demekî dirêj bi awayekî çavên min girtî û destên min kelemçekirî ez birim cihekî din. Ser çokan, bi çeka gule dan ber xistin serê min û gotin ‘şehadetê bîne’. Piştî ku ji îşkenceyan encam negirtin ji min re gotin ‘Em cara dawî mafê jiyanê didin te. Heke tu Stenbolê terk nekî careke din em vî mafî nadin te.”
 
‘LI DARISTANÊ EZ BERDAM’
 
Yalçin, anî ziman ku saet di 06.00’an de li derdora Tûzlayê ew berdan û ev tişt got: “Tu tiştên min nedan min, 3 hezar lîre pere, telefon û çenteyek bi min re bûn. Ez bi binkiras ve danîn kêleka otobanê. Min du saetan hewl da ku xwe bigihînim hin kesan. Piştî ku demekî dirêj li wir mam otobûseke ÎETT’ê ez siwar kirim. Min di otobûsê de telefon li malbata xwe kir û xwest min bigirin. Du saetan zêdetir nîvtazî sekinim. Dûre xizmekî min ji Bagcilarê hat ez wergirtim.”
 
‘ÊZ Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIM’
 
Yalçin, bi bîr xist ku beriya niha jî bûyerên revandinê çêbûn û wiha axivî: “Li dijî, revandin, îşkence û komkujiyê ez qet ji têkoşîna xwe paş ve gav naavêjim. Têkoşîna ku em didin em ê mezintir bikin. Ez ê ligel hemû zext û îşkenceyan li Stenbolê xebatên xwe bidomînim.”
 
ÎŞKENCE DI RAPORÊ DE CIH GIRT
 
Yalçin, derbarê îşkenceya lê hat kirin de çû nexweşxaneyê û rapora derbê girt. Îşkenceya ku li Yalçin hat kirin di raporê de cih girt. Yalçin, destnîşan kir ku piştî hin hewldanên pêwîst wê serlêdana sûc jî bike.
 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

30/08/2021
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî
13:06 Şewata li Bestayê 4 rojin dewam dike
12:21 Cismê ku zarokan li Tendûrekê dîtin teqiya: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:13 Xwestin faîlên Ozeken ê hat qetilkirin bên darizandin
11:54 12 girtî xistin karantînayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Heke dozger bitirse bila îstîfa bike
11:33 Doz derbarê hevseroka qetilkirinên jinan şermezar kir de hat vekirin
10:56 APPG: Divê pênaseya 'terorîst' a têkildarî PKK'ê ji nû ve were nirxandin
10:49 Dîrokzan Bayrak: Hêza yekbûyî ji bo kurdan bivênevê û mecbûrî ye
09:52 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 4 kes mirin 6 kes jî birîndar bûn
09:15 Li Fîskayayê plana rûxandina çandî!
09:13 Gundê Asûriyan ji nûve zindî dibe
09:13 Koma 50 ya çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Esnafên Kemalpaşayê dikanên xwe digirin
09:12 Bangawazî ji bo Mîtînga Aştiyê: Em li dijî tarîtiyê azadiyê biqîrin
09:09 'Li dijî êrîşan em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:01 'Şert û merc giran bûn, divê daxwaz bên qebûlkirin'
09:01 Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2021'Ê
27/08/2021
20:50 Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
18:56 Li Cizîrê 9 kes hatin girtin
16:52 Şewata ku 11 roj in li Dersîmê didome nayê vemirandin
16:46 Li Gola Kratera Nemrûdê şewat derket
16:22 KESK’ê li dijî TÎS’ê dest ji kar berda
15:17 Dadgehê hêceta cezayê 9 sal û 9 mehan ‘rojnameya xwedêgiravî’ nîşan da
15:09 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz sewqî Qeyseriyê kirin
14:32 Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin
14:11 Sancar: Dema destpêkeke nû ye
13:40 Li quntarê Çelênimêja bang kirin: Dest ji talankirina xwezayê berdin
13:18 Ji Demîrtaş û Farqîn Azad strana ‘Gula Min’
13:09 Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda
12:52 Malbat, wasî û parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Kemanjen Serdar Şîmşek jiyana xwe ji dest da
12:09 ‘Piştî teqînê gule berdan me’
11:45 Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin
11:32 Şewata ku li Bestayê derketiye nayê vemirandin
11:32 Ji Panosê 5 girtî sewqî Erziromê hatin kirin
11:20 Malbata Şenyaşar: Bila edalet were û zilm biqede
11:15 Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne
10:23 Li Kabûlê hejmara miriyan zêde dibe: 13 jê leşkerên Amerîkî 90 kes mirin
09:24 Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê: Çiyayê Nemrûd
09:04 Akademîsyenê ji peywirê hat girtin: Israra ji bo qeyûm rektor bêhûde ye
09:04 Pasûr û gundên wê bêav in
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir