Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê

  • rojane
  • 15:49 19 Tebax 2021
  • |
img
WAN - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di salvegera 2’yemîn a tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku Tirkiye veguheriye komara qeyûman û got: “Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê.” 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Îro salvegera 2’yemîn danîna qeyûman e. Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkidlarî salvegera tayînkirina qeyûman li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter û rêveberên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê yên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em HDP ne li her derê ne. Em li dijî qeyûman têdikoşin” hat hildan û dirûşm hatin berzkirin. 
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIQEWIRÎNIN’ 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’a Wanê Fîkret Dogan ewilî di civînê de axivî û destnîşan kir ku îro ew serdemek tarî teşhîr dikin, gelê wan qeyûman qebûl nekiriye û wê neke û ew soz didin gelê xwe dê qeyûman biqewiriînin. 
 
‘QEYÛM DERBEKAR E’
 
Piştî Dogan, Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî û got: “Qeyûm dizî ye, talan e, darbe ye û ji bo gel barê deynan e. Çawa piştî qeyûmên xwe ewilî bi ser neketin, hûn ê div ê serdema pêşiya me de wek hosteyên xwe têk biçin. Dibe ku niha bi qeyûman dest danîbin ser şaredariyên me lê em ê hemû qirêjî û pilanên wan serûbin bikin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
‘WELAT VEGUHERIYE KOMARA QEYÛMAN’ 
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bi silavkirina hevşaredarên girtî dest bi axaftina xwe kir û niha gelek hevşaredarên wan di zindanan de ne girtî ne adeta dîl hatine girtin. Beştaş diyar kir ku ji bo şaredariyên wan werin desteserkirin lêpirsînên beredayî û bêbingeh li hevşaredarên wan hatin vekirin û li qeyûm danîn şûna gelek qeyûman, tenê li Nisêbînê 4 caran qeyûm hat guhertin. Beştaş got qeyûmên xwe jî naecibînin û hemû qeyûmên wan diziyê, talanê û gendeliyê dikin. Beştaş da zanîn ku qeyûm ne ji bo xizmeta xelkê ji bo ku diziyê û rantê bikin li ser karin û ji ber ku daraz bûye amûra îqtidarê tiştek nake. Beştaş anî ziman ku şerma vê îqtidarê qet nîne û şaredariyên wan veguherindine qereqolan, qeyûm bi sedan parêzvanan li bajaran digerin û paşê radibin dibêjin ‘em vî gelî temsîl dikin.’ Beştaş destnîşan kir ku qeyûm gelê kurd temsîl nake û got: “Hûn di wan avahiyan de bekçîtiyê dikin. Em we nas nakin. We dest daniye ser mal, milk û nanê xelkê. Qeyûm îradeya gelê kurd nas nakin. Qeyûm dijmantiya gelê kurd dikin. Hurmeta mafê hilbijartin û hilbijêr nayê girtin. 
 
Qeyûm di dijminatiya kurdan de derketine asta herî jor. Çimkî tifaqa AKP-MHP li ser dijminatiya gelê kurd hatiye avakirin. Şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, bûne navendên kirina sûc. Qeyûm tenê di serdemên darbeyan de hatine tayînkirin. Vaye ev îqtidar jî darbeya îqtidarê ye. Hêj îqtidara darbekar li ser wezîfeyê ye. Dema mijar dibe kurd û saziyên kurd qeyûman tayîn dikin. Welat teslîmî zîhniyeta qeyûman hatiye kirin. Tirkiye veguheriye komara rejîma qeyûman. Kesek biçe fezayê û bi kurdî anonsê bike wê li dijî wî/wê dijminatiyê bikin. Em ji we bi hêztir in. Çimkî em mafdar in. Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê. Em ê bi gelê xwe re vê gemiye bigihînin lîmanê. HDP hêvî ye û hevî li ser pêya ye.” 
 
Daxuyanî bi lêdana çapikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

22/08/2021
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan