Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran

  • jin
  • 09:13 19 Tebax 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Îqtidar dibêje "krîza aborî tune ye." Jinan bertek nîşanî vê dan û diyar kirin ku rast e gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîza aborî xuyya nake, ji lew re naçin market û bazaran. 

 
Krîza aborî di dema şewba Covîd-19'ê de kûrtir bû. Êdî welatî nikarin heqê fatûreyên xwe yên ceryan, av û gazê bidin. Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jinan krîza aborî û rewşa heyî nirxand. 
 
BIHABÛN
 
Hulya Şenol (31) anî ziman ku di dema pandemiyê de tenê ne fiyet, bêhêvî û nebextewarî jî zêde bûne û êdî malzemeyên metbaxê jî bi deyn dikire. Şenol, bilêv kir ku 3 zarokên wê hene û hevjînê wê bi meaşê kêm dixebite û her roj gava şiyar dibin dibînin ku fiyet biha bûne. Şenol got: "Berê me bi rihetî dikaribû zexîre, zebze û fêkî bikire. Lê niha ew jî pir biha bûne. Ji ber pandemiyê êdî aboriya mirov ji binî de çûye. 5 kîo rûn bi 70 TL'yî ye, çay 100 TL, hêk 22 TL, zeytûn 38 TL ye. Heftê 100 lîreyî ji bo bazar hiltînim, lê têr nake. Heger zarok hebin, hûn mecbûr in van tiştan bikirin." 
 
‘EM NIKARIN BIÇIN BAZARÊ' 
 
Şenol, destnîşan kir ku çapemenî û îqtidar van pirsgirêkan rast nadin der û êdî ketine halekî wisa ku nikarin biçin marketê jî. Şenol, diyar kir ku kesên dibêjin "krîz tune ye" kesên li qesran û koşkan dimînin bi xwe ne û got: "Ji ber ku me dayikên bi meaşê kêm debara xwe dikin nabînin, lewma dibêjin krîz tune ye. Bila ew jî bi meaşê kêm debara xwe bikin, wê çaxê dê ji halê me fêm bikin. Gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîz tune ye, tu pirsgirêk tune ne." 
 
‘BARÊ KRÎZÊ LI SER MILÊ JINAN E' 
 
Guler Koyûn a 43 salî jî ku hevjînê wê karê înşeatê dike, bilêv kir ku her tişt biha bûye û êdî nikarin debara xwe bikin. Koyûn, dibêjin "em di heman keştiyê de ne" lê fatûreya krîzê li xizan û kedkaran bar dikin. Koyûn, destnîşan kir ku barê malê hemû li ser milê jina ye û êdî nikarin ji bo metbaxê tiştekî bikirin. Koyûn got: "Berê min bi 100 TL'yî dolaba xwe tije dikir, lê niha tenê bi sê kîsikan vedigerim. Diçûm bazarê, ji ber ku erzanî hebû, lê niha li wir jî her tişt biha bûye. Kîloya firingîyan bûye 5 lîre, xiyar bûye 3 û petat bûye 2 lîre » nîv. Em 6 kes in, ez rabim kîloyekê bikirim dê têra kê bike. Fêkî êdî ji bo me bûye tiştekî luks, car heyye bi heman fêkî nakirim." 
 
BAC
 
Dayika 4 zarokan Ziynet Akin a 40 salî jî bilêv kir ku hevjînê wê notirvanê sîteyekê e û bi vî awayî debara xwe dikin. Akin got: "Ji xeynî zexîre ceryan û av jî pir biha bûye. Ez bi 100 lîreyî ceryanê xerc dikim, lê fatûre 200 lîre ye. Gava em li fatûreyê mêze dikin, ji ceryanê bêtir heqê bacê ye. Em radibin risqê zarokên xwe didin fatûreyan û dewletê." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

22/08/2021
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e