Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer

  • rojane
  • 09:11 19 Tebax 2021
  • |
img

BEDLÎS - Li navenda Bedlîsê li devera ku bi biryara serokomartiyê wekî 'qada xetere' hatiye îlankirin, tu dibê qey qada şerî ye. Esnafan, anî ziman ku sozên hatine dayîn bi hatine jibîrkirin û li bara wan îqtidara AKP'ê ji niha de winda kiriye. 

Li navenda Bedlîsê li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba 700 avahî di Nîsana 2020'î de bi Biryarnameya Serokomartiyê wekî "qada xetere" hatibû ragihandin. Ji bo betalkirina biryyarê serî li Şûrayya Dewletê hatibû dayîn û şûrayê jî bi hinceta li dijî hiqûqê ye xwest biryar bê xerakirin. Piştî vê alîtiya Bedlîsê têkildarî avahiyan pêkanîna '6A' ya Qanûna Afetê ya Jimare 6306 xist dewrê. 
 
Esnafên bajêr jî ji bo betalkirina vê serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê dan. Çendî dadgehê xwest bê rawestandin jî, walîtiyê telîxat ji esnafan re şand û xwest heya 30'yê Tîrmehê avahian vala bikin. Gava bi darê polîsan hat xwestin kargeh bên valakirin, esnaf li ber xwe dan û di 13'ê Tebaxê gelek esnaf hatin binçavkirin û paşê hatin berdan. 
 
Piştî pace û deriyên karegahan hatin rakirin, enaf jî ji bêgavî kargehên xwe valakirin û eşyayên xwe birin deverine din û yê mayî jî firtoin xurdefiroşan. Dîmena li vê herêmê wekî qada şerî dixuyê. 
 
Nûrî Yamaç (60) ku 45 sal in dikana wî li Kolana Saîdê Kurdî bû, anî ziman ku çendî wekî hincet nîşan dan jî lê heya niha li bajêr lehî çênebûne û talûkeyeke ku ew dibêjin tune ye. 
 
Yamaç got: "Polîs bi zorê ketin hundirê dikanên me û derî û pace rakirin. Cihekî ku amûrên xwe lê deynim jî tune ye. Bêyî ku ji me re cihekî peyda bikin em derxistin. Min bi xwe ji Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê re got, 'tişta hûn dikin şaş e.' Nizanim dê ji niha û pê de çawa be. Zilmê dikin." 
 
RANT 
 
Esnafê 20 salan Cezmî Işik jî bilêv kir ku kredî kişandibû û bêyî krediya xwe bide dikana wî hatiye girtin. Işik, diyar kir ku 10 kes li dikana wî dixebitîn, lê piştî dikan hat xerakirin her 10 kes jî betal mane û got: "700 dikan dan kê?" 
 
Işik ku got "Li Tirkiyeyê edalet tune ye" anî ziman ku hêviya wan ji dewletê tune ye. 
 
Esnafê 50 salan Şîrîn Ûnûtûs ê 75 salî jî, rûxandina li bajêr şiband dagirkeriya ûrîs a 3'yê Adara 1916'an û got: "Di dema dagirkeriya ûris de jî bajar neketibû vî halî." 
 
‘BILA HER KES VÊ REZALETÊ BIBÎNE' 
 
Nesîm Ûslû ku 15 kes li dikana wî dixebitîn jî got: "Polîsan gaz û fîşekên plastîk reşandin ser me, bi ser de jî bi copan li me xistin. Mirov binçav kirin. Li Sûriyeyê şer çêbû, lê neket vî halî. Hûn rojnamevanina rast in, dîmenê vê bigirin û biweşînin. Bila her kes vê rezaletê bibîne. Hin mirov hene, amûrên wan ên bi bedêla 20 hezar bûn çop û çûn." 
 
‘ÊDÎ RAYÊ KU EM BIDIN WAN TUNE NE' 
 
Li bajêr dê Bazara Ûris jî bê xerakirin. Ji 38 dikanên li çarşiyê, yek jê jî ya Kûtbettîn Dûrak e. Dûrak, bilêv kir ku Parlementerê AKP'ê yê Bedlîsê Vahît Kîler soz daye ku dê tu kes mexdûr nebe, lê belê soza xwe neaniye cî û got: "Mafê gelê Bedlîsê hat xespkirin. Diviyabû wezîr bihata guh li esnafan bikira. Vê derê wekî kewara rayan dibînin, lê êdî dê kes raa xwe nede wan, ji niha de winda kirin." 
 
Husnu Urku jî bilê kir ku dema dest bi projeyê hatiye gotin, ji wan re gotine dê deverên dîrokî bên restorekirin, lê belê her der xera kirine û koçberî li gelê bajêr hatiye ferzkirin. 
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

22/08/2021
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan