Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye

  • rojane
  • 09:06 19 Tebax 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe mezin dibe. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û gotin: "Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye."
 
Tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û ji ber vê di 25’ê Adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina bi telefonê di nivî de hatiye birîn. Her wiha parêzer jî herî dawî di 7’ ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. 
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek jî her ku diçin zêde dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji 27'ê Mijdara 2020'î ve çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîdê didomin. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û destnîşan kirin ku mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye. 
 
'DAWÎBÛNA ALOZIYAN BI RAKIRINA TECRÎTÊ PÊKANE YE' 
 
Dayika Aştiyê Rihan Aksoy, diyar kir ku rewşa Tirkiyeyê her ku diçe ber bi aloziyê ve diçe û pêşîlêgirtina vê aloziyê bi şikandina tecrîdê pêkane ye û wiha axivî: "Ez hatime vî temenê xwe heta niha em mirin, kuştin û girtinê dibînîn. Em êdî dixwazin ku ev xwîn bê sekinandin. Em tifaqiya gelê kurd dixwazin. Ev tifaqî jî bi şikandinê tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê dawî bibe. Heger ku bixwazin aştiyeke mayînde pêk bînin divê vê tecrîdê bi dawî bikin. Em biratiyê dixwazin. Kurê me, birayê me û cîranên me tên kuştinê. Bidawîkirina vê aloziyê bi rakirina tercrîdê pêkan e."
 
'AŞITIYEKE BEYÎ OCALAN WÊ KÊM BIMÎNE'
 
Dayik Behiye Nayir jî bilêv kir ku ancax yekîtiya kurdan dê bikaribe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkîne û got: "Em êdî dixwazin gelê kurd li her qad, kolan, tax, bajêr û welatan bibin tifaq. Em şerê navxweyî naxwazin. Em gelek mezlum in û em aşitî û aramiyê dixwazîn. Îro jin û zarokên kurd di kolanan de tên qetilkirin. Ev bêtehemûliya li dijî kurdan bi yêkitiyê wê ji holê rabe. Em doza aşitiyê dikin. Em bang li Barzanî jî dikin ku bila bes hevkariya dewleta tirk bikin. Ev dewlet çiyayên me topbaran dike û xwaza ye me dişewitîne. Em vê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin ku heger em tecrîdê bişkînin em ê azadiyê û aşitiyê jî pêk bînin. Aşitiyeke bêyî Ocalan wê kêm be û nemayinde be.” 
 
'MIFTEYA AŞITIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE' 
 
Dayîka Aştiyê Emîne Alkiş jî diyar kir ku navnîşana aşitiyê Îmralî ye û heger tecrîd neyê şikandin wê qeyranên li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebin û got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha min aramî bi çavê xwe neditiye. Zarokên me yan dikujin û yan jî dimirin. Em jî mirov in û doza aşitiyê dikin. Xwezaya me hildiweşînin, çiyayên me topbaran dikin, avên me qirêj dikin. Di Kurdistanê de tiştek nehiştin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Em dayik in û em êdî aramiyê dixwazin. Bila Tirkiye berê xwe bide dewletan ka di kîjan welatî de dewletek vê zilmê li welatiyên xwe dike. Me zarokên xwe ji bo kuştinê mezin nekirine. Em Dayikên Aşitiyê bang li Barzanî jî dikin ku bila berê xwe nede zilmê, bila deriyên xwe ji birayê xwe re veke. Her kes baş dizane ku mifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. Weke hemû dinyayê bila bihêlin ku parêzer pê re hevdîtina pêk bîne. Kurd ne kurdê çend sal beriya niha ne. Em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin.” 
 
'HETA KU TECRÎT BI DAWÎ NEBE WÊ ARAMÎ JÎ NEBE'
 
Ji Dayikên Aştiyê Asya Tay jî, bilêv kir ku yêkitiya di navbera gelan de bi şikandina tecrîtê pêkan e û ger cîhan guh bide dayikan, cîhan dê bibe cîhek xweş û wiha got: "Em Dayıkên Aştiyê em bang li birêz Barzanî dikin ku dawî li vî şerê navxweyî bîne. Em birayên hev in. Bila ew bê bîra Mesud Barzanî ku dema ku ji ber Seddam Husên revîn. Tê bîra wî me zarokên xwe ji lehendikê diavêtin erdê û me ji wan re dişandin. Me bîdonên qeşayê li vir milê xwe dikir û dibir didan malbatên Başûr. Me digot kurd her kurd e. Bila ew roja ku dayikên Cizîrê, Sîlopiya, Şirnex ji wan re alîkarî şand bê bîra wî. Me nedixwar me ji wan re dişand. Ferqa kurdan tune ye. Em dayik hemû alîgerên aşitiyê ne. Em naxwazin tu kes bê kuştinê. Banga me ji hemû gelê kurd re ye ku bibin yek. Heger em nekin kes nikare ji me re bike. Divê destpêkê em aşitiya nav xwe ava bikin.  Bêguman heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê aramî jî nebe.  Divê hevdîtin bi Ocalan re demildest bên destpêkirin. Di berê de dema ku şer çêdibû me dayikan laçika xwe ya spî diavêt navbera her du aliyan de û aştî çêdibû. Em dixwazin weke berê her du alî jî me dayîkan guhdar bikin û vê tecrîdê bi dawî bikin û bi hev re aştiyeke mayinde pêk bînin.” 
 
'HEGER TECRÎT NEBÛYA QEYRAN JÎ NEDIBÛN' 
 
Dayika Bihar Çali jî bal kişand li ser neyîniyên tecrîdê û anî ziman ku heger tecrîd rabe wê li, Rojhilata Navîn pêşkêtinên gelek serkeftî çêbibin û bang kir: "Em dixwazin ku di pêşiyê de ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Ev 5 sal in em tu agahiyan jê nastînin. Em dixwazin agahî bistînin. Heger ev tecrîd îro nebûya, li welat alozî ev qas belav nedibûn. Ji bo yêkitiya gelan û ji bo aştiyeke  mayinde divê ev tercîd demildest bê rakirin. Banga me Dayikên Aştiyê li gelê kurd ew e ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

22/08/2021
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e