MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn

  • rojane
  • 11:54 18 Tebax 2021
  • |
img

ŞENGAL - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku di êrişa doh a Tirkiyê de ya li ser Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê diyar kir ku ev êriş sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li êzidiyan hat kirin ku li dijî êrişan bibin yek. 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser êrişa balafirên şer ên Tirkiyê ya li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya MXDŞ'ê wiha ye:
 
‘BI HEFTEYAN E EM WEKE CIVAKA ÊZIDÎ ŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE DIKIN’
 
“Ev bi hefteyan e ku em wekî civaka Êzidî şîna şehîdên xwe dikin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên Êzdiyatiyê meha Tebaxê li me kirine meha fermanê. Meha Tebaê ji bo me kirine meha reş. Destpêka mehê di salvegera fermana 2014’an de me şehîdên xwe yên fermanê bibîranîn. Di 14-15’ê Tebaxê de me qurbaniyên komkujiya Til-Izêr, Sîba Şêx Xidir, Girzerik û Koçoyê bîranîn. Her wiha 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta Mamê Êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî bû. Me ked û hewlên wî yên ji bo Êzîdxana azad bi minetdarî silav kir.
 
SEÎD HESEN BI NAVÊ RÊVEBERIYÊ WÊ BI KAZIMÎ RE RÛNIŞTA
 
Lê ji ber ku dijminên Êzdiyatiyê van komkujiyan ji bo me têr nedîtin, êrîşên xwe berdewam kirin. Du roj beriya niha, 16’ê Tebaxê, li sûka kevin a Şengalê êrîşeke bêbext a komploger li hemberî fermandarê me yê hêja û parêzvanê Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hate pêşxistin. Êrîşeke namerd, bêbext û bi dek û dolaban ve tijî. Wekî tê zanîn hevalê Seîd Hesen li gel ku fermandarekî hêja ya civaka Êzidî bû her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê gelek kar û barên giranbuha yên siyasî û diplomatîk dimeşand. Beriya niha gelek caran bi şandeyên hikumeta Iraqê re rûniştiye û hewl daye Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Du roj berê ango 16’ê Tebaxê jî Şehîd Seîd Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser amadekariya hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dikir. Di rojeke bi vî rengî de ew û hevalên wî hatin armanc kirin û şehîd ketin.
 
KAZIMÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ GOTINEKÊ NEKIRIYE
 
Ev êrîş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr ewroj li Şengalê bû. Lê derbarê vê êrişê de ne Serokwezîr Kazimî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirk çend gotinan bike, Serokwezîr Kazimî li ser gomên komî yên Koçoyê got ku ew ê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re xurttir û berfirehtir bikin. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê. Rojev, helwest û gotinên Serokwezîr Kazimî yên piştî êrîşa hovane ev bûn.
 
ÊRIŞÊN DU ROJÊN DAWÎ YÊN LI SER ŞENGALÊ, XELEKEK NÛ YA FERMANÊ YE
 
Hê konê sersaxiyê ya hevalê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda li erdê bû û şîna wan dihat kirin, duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşeke hovane li Nexweşxaneya Sikêniyê kir. Beriya her tiştî em dixwazin vê tiştê bêjin; êrîşên du rojên dawî ya li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanan e. Ev êrîşên rojane an jî ji rêzê nînin. Em baş di wê ferqê de ne ku dijminên Êzdiyatiyê bi van êrîşan dixwazin çi bikin û çi peyamê bidin me.
 
ÊRIŞA LI SER NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
 
Êrişa Nexweşxaneya Sikêniyê ne êrişeke ji rêzê ye. Wekî yek ji sûcên mirovahiyê ketiye nav rûpelên dîrokê. Ji ber ku li gor yasayên navneteweyî jî li gor wijdan û ehlaqa civakî jî, êrîşa li ser nexweşxaneyê sûc e, bêehlaqî û bêwîjdaniyeke mezin e. Li gorî yasayên şer jî nexweşxane nayê bombebarankirin, êrîş li ser nexweşxaneyan nayê kirin. Wekî di daxuyaniya YBŞ’ê de jî hatibû diyarkirin, ev nexweşxane di heman demê de di xizmeta civaka Êzidî û Ereb de bû. Dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin. Lê dewleta tirk a dagirker li ber çavê hemû cîhanê vê nexweşxanê bi balafirên şer bombe kir. Li ber çavê hikumeta Iraqê, li ber çavê Neteweyên Yekbûyî, li ber çavê hemû dinyayê vê êrîşe kir. Ne carekî jî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Piştî êrişa yekemîn xelkê ku xwest xwe bigihîne birîndaran, carekî din hatin bombebaran kirin. Xelkê canê xwe da ber xwe û wisa şehîd û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxist. Di bombebaranê de nexweş, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, şervanên YBŞ’ê kû ewlehiya nexweşxaneyê dikirin, hemû hatin armanc kirin.
 
‘BI ÊRIŞAN HEWL DIDIN PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ BIXIN MERIYETÊ’
 
Ev hemû êriş hewldanên fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Tiştê ku ji van hemû êrişan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê wekî peymana fermanê binav kiribû. Li hemberî vê peymanê berxwedaneke dîrokî pêş xistibû û di esas de ev peyman bêhikum kiribû. Di kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev peyman wekî fermaneke nû û komployekî hatibû tarîf kirin.
 
Heya niha dixwestin bi zextên siyasî, bi dorpêçkirin û bi gefan vê peymanê bixin meriyetê. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Xuya ye dijminên Êzdiyatiyê li hemberî vê sekn û helwestê, planeke nû di asta komployê de xistine meriyetê û biryara van êrişan dane. Di salvegera fermanê de, di 3’ê Tebaxa îsal de Serokê PDK’ê Mesut Berzanî bi boneya salvegera fermanê peyamek belav kiribû û li şûna ku ji ber reva PDK’ê rexnedanê bide gef li Şengalê kiribû û gotibû ‘Şengal mîna niha namîne’. Yanî ew ê rewşa Şengalê biguhere. Jixwe ev demekî ye PDK bi daxuyaniyên xwe Şengalê dike hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heman roj rayedarên Amerîkî yên Iraqê, sefîrê Tirk a Bexdayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî bi yekdengî Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Em dixwazin bêjin, rast e yê êriş dike dewleta Tirk a dagirker û qirker e. Lê em baş dizanin ev êriş di çarçoveya plansaziyeke herêmî û navdewletî de pêş dikevin.
 
BERDÊL ÇIQASÎ GIRAN JÎ BE EM Ê NEHÊLIH KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ PÊK WERE
 
Me berê jî got em niha jî dibêjin. Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Gotina me ya dawî ev e. Heya hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrîşê ye. Jixwe ji Peymana 9’ê Cotmehê heya niha çi wext rayedarên hikumeta Iraqê hatine Şengalê, êrişên dewleta tirk çêbûne. Herî dawî di serdana Serokwezîr Kazimî de ev êrîşên dawî pêş ketin. Lê balkêşe, ne serokwezîr daxuyaniyek daye ne jî hikumeta Iraqê. Em dipirsin; çima hikumeta Iraqê bêdeng e? Di vê komployê de rola hikumeta Kazimî çiye? Dewleta Tirk çawa asîmanê Iraqê ji bo qetilkirina hemwelatiyên Êzidî bikartîne? Heya niha parlamenta Iraqê, partiyên siyasî yên Iraqê, derdorên olî tu daxuyanî derbarê van êrîşan de nedane. Ev bêdengî vê tiştê bi me dide fikirandin. Xuya ye di van êrişan de hevpariya van hemû hêzan heye. Xuya ye Iraq, PDK, dewleta tirk di bin çavdêrê û piştevaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrîşan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê. Em dixwazin bi taybet ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pirs bikin, li ber çavê we êrîşê nexweşxaneyek hate kirin û komkujiyek pêk hat. Li gor hevpeymana we jî ev sûcê mirovahiyê ye. Nûnertiya we ya ku her roj derbarê Şengalê de daxuyanî li ser daxuyanî dide, çima ji bo vê êrîşê tiştek nabêje?
 
‘BERPIRSYARIYA SIYASÎ YA VAN ÊRIŞAN LI SER MILÊ HIKUMETA IRAQÊ YE
 
Êrîşên dawî her çiqas bi destê dewleta tirk tê kirin jî, berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê hikumeta Iraqê ye. Ji ber ku Şengal di bin serweriya Iraqê de dijî. Lê di van êrîşan de jî derket holê ku Iraq nikare civaka Êzidî û Şengalê biparêze. Wekî dayikek Êzidî pirs kiribû “Ka kerameta dewleta Iraqê.” Car din îspat bû ku Êzidî, parastin û rêveberiya xwe nikare teslîmî tu hêzî bike. Ji bilî mîsogerkirina Şengala Xweser tu rê û rêbazê ku civaka Êzidî ji ferman û êrîşan bipareze nîne.
 
BANGA LI ÊZIDIYAN: LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN BIBIN YEK
 
Li ser vê esasê em destpêke bang li hemû civaka Êzidî dikin. Xewn û xeyalê Mam Zekî û Şehîd Seîd Hesen e jî. Em tifaqa xwe bikin. Em li hemberî van êrîşan bibin yek dil. Em bi yekîtî û tifaqê rê li ber fermanên nû bigirin. Plan û komployeke nû li ser serê Êzidiyan digere. Em bi hev re vê plana bêbext xira bikin. Ya din em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser mirovahiyê ye. Divê li çar aliyê cîhanê mirovahî ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Û herî dawî em dibêjin ku hun çi komplo û planan bixin meriyetê jî, em çiqas bedelên giran bidin jî em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê. Bila soza me ji hemû gelê me re be, emê ji bo mîsogerkirina Şengala Xweser kar û xebatên xwe mezintir bikin. Emê tola hemû şehîdên xwe rakin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû civaka Êzidî dixwazin. Şehadeta keç û xortên Êzidî îrade û baweriya me xurttir kiriye. Ewê Şengal teslîm nebe, ewê Şengal li ber xwe bisekine û ewê Şengal azad bibe!
 
LI NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ 8 KES ŞEHÎD BÛN
 
Di encama van êrîşên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket. Bi giştî di encama êrîşên duh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikeniyê 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka Êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka Êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne."
 
NASNAMEYÊN QURBANIYAN 
 
Navê kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
"Hemîd Sadun (Qîran Sîba) Şervanê YBŞ’ê, Xidir Şeref (Pîr Xidir) Şervanê YBŞ’ê, Ramî El Salim (Ronî) Şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê, Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar) Şervanê YBŞ’ê yê Ereb, Elî Reşo Xidir Xebatkarê Tenduristiyê, Sedo Îlyas Reşo Xebatkarê Tenduristiyê, Hecî Xidir Xebatkarê Tenduristiyê, Muhlise Sîdar, Doktor-Xebatkara Tenduristiyê”

Sernavên din

22/08/2021
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e