Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e

  • rojane
  • 15:22 14 Tebax 2021
  • |
img

RIHA - Çalakiyên cotkaran ên li dijî DEDAŞ’ê didomin. Cotkar Cevher Turk têkildarî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê wiha got: “Tişta ku DEDAŞ dike şêlandin e.” 

 
Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî fatûrayên zêde û birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Rihayê dest pê kirin, didomin. Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn. Cotkaran di 10’ê tebaxê de li devera Çobanderesî ya girêdayî navçeya Xeliliyeyê bi traktorên xwe rêya Riha û Mêrdînê demekî dirêj ji trafîkê re girtibûn. 13 cotkarên rojekê piştî çalakiyê hatin binçavkirin duh bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Cevher Turk ê yek ji cotkarên di 27’ê tîrmehê de li pêş avahiya AKP’ê ya Rihayê DEDAŞ şermezar kir, bi gotina “Li dijî Nemrûdan bijî berxwedana Îbrahîman” berteka xwe nîşan dabû. Turk, têkildarî çalakiyên cotkaran ên didomin ji ajansa me re axivî. 
 
35 SAL IN DIDOME
 
Turk, diyar kir ku li dijî pirsgirêka DEDAŞ’ê muxatab nabînin û wiha got: “Ev pirsgirêk 35 sal in didome û pirsgirêkeke civakî ye. DEDAŞ bi awayekî kêfî ceza dibire. Li Hîlwanê 250 hezar donim, li Sêwregê 300 hezar donim li Wêranşar û navçeyên din bi hezaran donimê erd hatine çandin. Şûna ku cotkaran deynin ser serê xwe ceyrana wan dibirin, zilmê lê dikin. Fatûra min a salekê di navbera 250 û 350 hezar lîre de ye. Ev fatura ji 350 donim erdê min re hatiye birîn, şerm e.”
 
Turk, bi lêv kir ku bi rojan e li dijî DEDAŞ’ê çalakiyên şermezarkirinê tên kirin lê hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin û wiha berdewam kir: “Kes dengê me nabihîse. Em bi gelek rayedaran re axivîn lê pirsgirêk nehat çareser kirin. Li Heranê dema cotkarekî 350 hezar donim zeviya xwe av da, 40 hezar lîre heqê ceyranê dide. Ez li Sêwregê di salekê de 250 hezar lîre didim. Li Rihayê çandinî gelek girîng e. Ji ber ku ji çandiniyê zêdetir debara me nîne.”
 
 Turk, da zanîn ku li herêma Karakeçîlî herî kêm 350 hezar donim garis tê çandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku berhem kulîlk didin rojê 8 saetan ceyran tê birîn. Dema bi awayekî kêfî ceyran tê birîn jî nikarin avdanê bikin. Saziyên li bajar jî xwedî li me dernakevin. Siyasetmedar jî dema deng danînê tên bi sozên vala mirovan dixapînin û diçin.”
 
ŞÊLANDIN E
 
Turk, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên xwemalîkirinê gel terkî çarenûsa xwe hatiye kirin û wiha pê de çû: “Hemû gel ji DEDAŞ’ê aciz e. Di şêlînin. Bi hezaran donim berhemên me terkî ziwankirinê hatin kirin. Heke îsal 400 hezar karkerên demsalê derketibin derve, wiha biçe wê ev hejmar bibe 700 hezar. Dema me xwest dengê xwe bidin bihîstin dawiya me dibe edliye. Li vî welatî gerana mafê xwe bûye sûc.”
 
POLÎTÎKAYÊN NEMRÛDÎ
 
Cevher Turk, têkildarî çalakiya şermezarkirinê ya di 27’ê tîrmehê de li pêş avahiya AKP’ê ya Rihayê wiha axivî: “Me xwest bi serokê AKP’ê yê Bajêr re biaxivin lê ji me revî. Naxwazin pirsgirêkên gel çareser bikin. Ew Nemrûd in em Îbrahîm. Polîtîkayên îro ser me tên meşandin polîtîkayên Nemrûdî ne. Wê têkoşîna me ya li dijî DEDAŞ’ê bidome.”
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

18/08/2021
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek