Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide

img

RIHA - Li Serêkaniyê ya Rihayê ya nêzî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola TSK'ê de, zarokê 11 salî gava ji xwe re dilîst fîşekeke ku nehat hînbûn ji ku hatiye, li serê wî ketibû û birîndar bûbû. Zarokê 11 salî 71 roj in ji bo bijî li ber xwe dide. 

Li Taxa Bahçelîevler ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya nêzî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, zarokê 11 salî H.Ç. gava li ber mala xwe ji xwe re dilîst, fîşekek ku nehat hînbûn ji kîjan aliyî de hatiye, li serê wî ketibû û birîndar bûbû. H.Ç. yê 11 salî 71 roj in ji bo bijî li ber xwe dide. 
 
Gava H.Ç. birîndar bûbû, wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û piştî mudaxileya ewil wî rakiribûn Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Haranê. H.Ç., piştî 53 rojên li nexweşxaneyê di 20'ê Tîrmehê de hatibû tabûrcîkirin. Bavê wî Îbrahîm Ç., anî ziman ku kurê wî baş nebûye û fîşek hê jî di serê wî de ye û laşê wî tim disincire. 
 
Piştî du rojan gava laşê H.Ç. pir disincire, bav Îbrahîm Ç. kurê xwe pêşî dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û paşê jî dibe Fakulteya Tibê ya Heranê. Bijîşk H.K. ku berê H.Ç. tabûrcî kiribû dibêje "Rewşa kurik baş e, ji bo sincirandina laş wî bibin ser bijîşkê zarokan" û cardin wî tabûrcî dike. ÎbRahîm Ç., kurê xwe bi wesayîta kirê dike cardin ji Rihayê dibe Serêkaniyê û piştî laşê H.Ç. pir disincire wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê. Li vir teşxîs tê danîn ku ji ber fîşeka di serî de enfeksiyon girtiye û zûzûka dest bi dermnakirina wî hatiye kirin. 4 roj berê ji ber ku rewşa H.Ç. pir xirab dibe, wî dixin unîteya beşa awarte. 
 
H.Ç. hê jî di beşa awarte de ye. 
 
Piştî vê bûyerê bav Îbrahîm Ç., dev ji karê xwe yê li şîrketa TIR'ê berdaye û ji bo tim nêzî kurê xwe be li Rihayê xanî û wesayît tev de kirê kiriye. Bav Îbrahîm Ç., tiştên di 71 rojan de hatine serê wan kir. 
 
FÎŞEKÊN TÊN SERÊKANIYÊ 
 
Îbrahîm Ç., anî ziman ku gava kurê wî li ber malê ji xwe re dilîst fîşek li serê wî ketiye. Bav Ç., ji bo tabûrcîkirina kurê xwe ya ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Haranê jî bilêv kir ku şaş e. Ç., bilêv kir ku ji ber ku kurê wî li malê enfeksiyon girtiye niha di beşa awarte de ye û ji ber vê derûniya malbatê nebaş e. 
 
Ç., diyar kir ku li Serêkaniyê bûyerên bi vî rengî tim çêdibin û got: "Êdî ne şev a me şev e, ne jî roja me roj e. 71 roj in em nesax in. Tim ji wî aliyî fîşek tên Serêkaniyê. Piştî kurê min fîşek li hin kesên din jî ketin. Hat serê me, naxwazim bê serê hin kesên din. Dixwazim ev yek rojek berî rojekê bi dawî bibe." 
 
FÎŞEK DI SERÊ WÎ DE YE
 
Bav Îbrahîm Ç., anî ziman ku ji ber ku betal maye, deyndar jî bûye û di warê aborî û manewî de perîşan bûne. Ç., got: "Her diçe rewşa kurê min xirabtir dibe. Dixwazim li nexweşxaneyeke baştir bê tedawîkirin. 71 roj in fîşek di serê kurê min de ye. Her roj li ber çavê me dihele. Tu sûcekî kurê min tune ye. Gava li ber mala xwe dilîst, fîşek li serê wî ket. Pirsgirêkên me her roj zêde dibin. Em dixwazin kurê min di şert û mrcine baş de bê dermankirin û baş bibe. Dixwazim kurê min cardin ji min re bibêje bavo." 
 
‘NEHÊLIN BIMIRE' 
 
Bav Îbrahîm Ç. ji bo hesasbûnê bang li raya giştî kir û got: "Nehêlin kurê min bihele û bimire. Bawer dikim ku dê mirovên xêrxwaz guh li vê bangawaziyê bikin. Kesê tiştekî wisa nedixwest, lê çêbû. Rayedar ji bo tedawiyeke baştir divê gavina bavêjin. 71 roj qediyan û nizanim dê heya kengî wisa bidome. Halê kurê min ê berê tê ber çavê in, derûniya me nebaş e. Rewşa me ya aborî jî nebaş e ku em ji heq van pirsgirêkan derkevin." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

16/08/2021
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn