Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire

img
AMED - Dayikan xwest daxwazên zarokên wan ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin û gotin: "Bila kes çav û guhên xwe negire." 
 
Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hatine destpêkirin, di roja 254'an de didomin. Xizmên girtiyan, xwestin ji bo bidawîbûna tecrîdê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Nafiye Yîgît ku kurê wê Fethûllah Yîgît 10 sal in girtiye û di Girtîgeha Bandirma ya Tîpa E'yê de ye, anî ziman ku ji ber pandemiyê demeke dirêj e kurê xwe nedîtiye. Yîgît, bilêv kir ku kurê wê nexweş e, lê îdareya girtîgehê wî nabe nexweşxaneyê. Yîgît, destnîşan kir ku çendî zext û zorî hebin jî girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin û got: "Girtî dibêjin, heya tecrîd neşikê di dev ji grevê bernedin. Ên di grevê de, ji bo hemû mirovan di grevê de ne. Tahde li wan tê kirin, heqaretê li wan dikin, wan nabin nexweşxaneyê. Kurê min 10 sal in beleheq girtiye û zarokên wî bêbav mezin dibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin." 
 
Yîgît ku got "em dixwazin dengê me bê bihîstin" got: "Bila kes çav û guhên xwe negire. Bila wekî haya wan jê tune ye, tevnegerin. Bila daxwazên me bên qebûlkirin. Kesên dibêjin em hiqûqnas in, hemû divê guh li van daxwazn bikin. Bila niha tevbigerin, dê sibê bi derengî bikeve. Çi dibe bila bibe, em li cem zarokên xwe ne. Bi salan e, me ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir û ji bo aştiyê me her tişt kir. Lê kesî daxwazên me qebûl nekir. Gava devê wan vedibe, xwîn ji devênw an dibare. Em hemû welatiyên vî gelî ne, em bi hev re dijîn. Me tu carî cihêkarî nexist nava kurd û tirkan. Em naxin jî. Ji lew re em dayik in. Hêsirên çavên me eynî ne." 
 
JI BO TECRÎD BÊ RAKIRIN DI GREVÊ DE NE 
 
Nazîme Yurek ku kurê wê Kenan Yurekê 23 salî di Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê de ye û kurê wê Ertan Yurek jî 10 sal in girtiye, anî ziman ku her du kurên wê ji ber ku bi salan e girtî ne, nexweşîn li wan peyda bûne û ji ber pandemiyê xweşikî zarokên xwe nabîne. Yurek, destnîşan kir ku tenduristiya tu girtiyî jî nebaş e û piştî greva birçîbûnê nexweşînên wan girantir bûne. Yurek got: "Girtiyan li dijî vê zilmê canên xwe dan ber mirinê. Ji bo tecrîd bê rakirin di grevê de ne. Hem ji bo Ocalan hem jî ji bo aştiyê cîhanê. Ji bo zext û zoriyên li ser Ocalan bi dawî bibin, Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re bike di grevê de ne." 
 
BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN 
 
Yurek, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê jî û got: "Ji bo daxwazên me bên qebûlkirin em çûn ber AKP'ê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin me dengê xwe bilind kir. Lê 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Em bi êrîşan re rû bi rû man. Eşyayên min çirandin, pehîn li ser dilê min xistin. Cardin jî min ew nedan ber dadgehê. Lê niha wan ez dame ber dadgehê. Em bê çek û bombe, tenê bi gotina xwe çûn, lê êrîşî me kirin. Bila niha heman tişt nebin, cenaze ji girtîgehan dernekevin. Bila daxwazên wan bên bihîstin." 
 
‘EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN' 
 
Yurek, di dawiya axaftina xwe de got: "Em dayikên zarokên wan girtî û negirtî dibin yek û dixwazin dayikên tirk jî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bikin. Em bi hev re aştiyê bînin vê axê. Me bidin ber dadgehan jî, êrîş jî bikin em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin." 

Sernavên din

16/08/2021
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin
14:43 SUDEF: Bila faîlên Gevriye Sari bên dîtin
14:42 Hevdîtina parêzeran a ji bo kesên di bin çavan de sînordar kirin
14:42 Têkildarî êrişa li Altindagê 72 kesên din hatin binçavkirin
14:19 Rojnamevan Canozer di 6 salan de cara 4’emîne tê binçavkirin
13:55 KESK'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:49 Kaya yê tedawiya bi kelepçê red kir, paşve şandin girtîgehê
13:35 Êlih ji hevdîtina 'Dema Azadiyê' re amade ye
13:18 Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
13:13 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Qeymeqamê Qoserê ji AKP’ê re bû sponsor
12:35 Asayîşa PDK’ê ji malbata Tatli re got: Agahiya me jê nîne
12:07 Hunermendê girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû
11:53 Malbata Şenyaşar: Bi cezayê pereyan nikarin me têk bibin
11:23 Rasho ya hat qetilkirin bi dirûşmeyan ber bi Şengalê ve hat rêkirin
11:15 Li Dîlokê girtiyek sewq kirin
11:12 Ligel dîmenên lêdanê jî, dadgehê doza tazmînatê red kir
10:50 Dikana ku wî bi hevkarê xwe yê sûriyeyî re dida xebitandin hat talankirin
10:23 Li Amed û Edenê serdegirtina malan: Herî kêm 59 binçav kirin
10:11 ‘Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî jinan çi be, ya PDK'ê jî ew e’
09:13 Koma 49'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Fîlmê 'dînên' Dersimê çêdike
09:10 Tevî ku înfaza wî qediyaye, 8 meh in nayê berdan
09:08 Divê fatûreya şewatan li îqtidarê bê birîn