Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn

img
MÛGLA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ji bo lêkolînê li navçeya Mîlasa ku şewata daristanan lê didome ye diyar kir ku li welat felaketeke rêveberiyê tê jiyîn û bi lêv kir ku wê piştevaniya têkoşîna bi şewatê re bidomînin.   
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi şandeyekê re li Mûglaya ku şewatên daristanan lê didome lêkolîn kirin û hin hevdîtin pêkanîn. Sancar, di çarçoveya hevdîtinê de ewilî bi Şaredarê Mîlasê Mûhamed Tokat re hevdîtin kir. 
 
Sancar, di hevdîtinê de wiha got: “Em bi felaketên ku hemû welat dorpêç kirine re rûbirû ne. Li vê derê hem me mirov hem jî bêhejmar zindî me winda kirin. Qadên berfireh ên daristanan tune bûn. Kedkar jî ligel hemû bê derfetiyan tişta ji destê wan tê dikin. Em dizanin ku şaredarî jî li gor derfetên xwe mudaxaleyî şewatê dike û têdikoşe. Têkildarî bê derfetiyan gelek tişt hene ku mirov bibêje. Hem raye û derfet bi sînor in hem jî hewl didin berpirsyartiyê bixin stûyê şaredariyan, ev xeflet e.”
 
FELAKETA RÊVEBERIYÊ
 
Sancar, bi lêv kir ku bandoreke girîng a qeyrana avhewayê heye û wiha berdewam kir: “Şewat tenê li vê herêmê pêk nayê. Li Akdenîzê, ji Yûnanîstanê heta Qibris û Îtalyayê qadeke berfireh şewat derketin. Esas felaket, felaketa rêveberiyê ye. Li dijî vê bergirî negirtin felaketa herî mezin e. Niha li Tirkiyeyê felaketa rêveberiyê heye û bi sefaletê re rûbirû ye. Desthilatê berpirsyartiya xwe bi cih neanî, hişyarî guhdar nekirin.”
 
ALOZIYA CIVAKÎ
 
Sancar, diyar kir ku desthilat bi nîşandana berpirsyartiya şaredariyan ketiye derdê ji berpirsyartiyê bireve û wiha berdewam kir: “Bi avêtina holê ya hin teoriyan dixwazin aloziya civakî derxînin. Lê em bawer dikin ku rêya xelasiya ji vê felaketê di piştevaniya civakî û hevkariya demokratîk de derbas dibe. Li Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn peywîr dikeve ser mûxalefeta siyasal jî û hêzên demokratîk jî. Ev jî encax bi yekitiya hêza siyasal û piştevaniya civakî pêkane. HDP amadeye ku her cure berpirsyartiyê bigire ser xwe.”
 
BILA MECLÎS BI LEZ KOM BIBE
 
Sancar, bang kir ku Meclîs bi rojeva şewatan bi awayekî rewşa awarte kom bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila hemû partiyên mûxalîf îmzeyên hevpar bidin, 120 îmze têra dike, evqas hejmara me heye. Werin em bi awayekî rewşa awarte bang li Meclîsê bikin. Hem em berpirsyartiyan niqaş bikin hem jî bi hev re van lêkolîn bikin û xebatan bidin destpêkirin.”
 
‘EM LÎSTIKAN XERA BIKIN’
 
Sancar, herî dawî wiha got: “Bila tu kes guhê xwe nede wan kesên li vî welatî mirovan tînin li hemberî hev. Em ji bo hevratiyeke demokratîk amadene ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”
 
Şaredarê Mîlasê Mûhammed Tokat jî sipasiya xwe pêşkeşî Sancar û şandeya pê re kir û diyar kir ku serdanên wisa ji bo pêşveçûna krîterên demokratîk tevkariyeke. Tokat, da zanîn ku 5 roj in bi şewatê re têdikoşin û bi lêv kir ku niha ji hewayî jî alîkariyê digirin lê ew jî bi sînor e.”
 

Sernavên din

10/08/2021
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan