150 roj in li edaletê digerin!

img

RIHA - Malbata Şenyaşar ku 150 roj in li ber avahiya Edliyeya Rihayê doza "edaletê" dike, diyar kir ku heta edalet pêk bê dê têbikoşin. 

Nobeta edaleyê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê ji 9'ê Adarê ve de didome. Malbata Şenşayar, heya niha bi gelek tahdeyê re rû bi rû maye di dema nobetê de. Lê li gel hemû zextan û tahdeyan jî dev ji lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bernade. Heya niha Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bêyî hincet 6 caran hatine binçavkirin. 
 
Ferît Şenyaşar, behsa 150 rojên nobeta edaletê û tiştên di dema nobetê de hatine serê wan kir. 
 
Şenyaşar, anî ziman ku li saziyeke dewletê, li ber kamerayan komkujiyyek pêk hate û wan jî ji ber vê dest bi çalakiya nobetê kiriye û gava dest pê kirine texmîn nekirine ku dê çalakiya wan ev qasî dirêj dewam bike. Şenyaşar got: "Gava me dest bi çalakiya xwe kir, me wisa hêvî dikir ku dê di demeke nêz de edalet pêk bê, lê wis anebû. Têkoşîna me ya ji bo edaletê 150 roj in didome. 5 meh in em li vira ne. Gava me dest bi nobetê kir diya sar bû, lê niha têmkoşîna me di vê germa havînê de didome. Li ber tavê rengê canê me û kincên me guherîn, kaxezên me li ser edalet nivîn, çiriyan û nivîs çilmisî. Lê hê jî edalet pêk nehatiye. Têkoşîna me di bin vê zilmê de diome. Lê heya edalet pêk bê dê têkoşîna me bidome." 
 
EDALET JI BO HER KESΠ
 
Şenyaşar, bilêv kir ku her diçe nexweşînên dayika wî Emîne Şenyaşar a 65 salî zêde didin. Şenyaşar, diyar kir ku dêya wî naxwaze bê dermankirin û got: "Ez bi awayekî li ber vê zilmê li ber xwe didim û li ser pêya me, lê muqawemeta dêya min ne bi qasî ya min e. Her diçe perîşan dibe. Nexweşînên dilî, nexweşînên çav lê peyda bûne. Divê ji çokên xwe emeliyat bibe. Divê bêhna xwe vede, lê dibêje heya edalet pêk neyê dê tedawî nebe." 
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku têkoşîna wan a li ber edliyeê bes ne çalakiyeke rûniştinê ye, li vir ji bo her kesî doza edaletê dikin. 
 
‘ME DEV JÊ BERNEDA' 
 
Şenyaşar, bibîr xist ku ji ber vê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê 6 caran bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û gelek caran jî hatine derbkirin û got: "Lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Hewl dan me bitepisînin, lê me bi biryardarî domand. Em li ser vê biryara xwe ne. Heger di warê hiqûqî de tiştek rû nede jî, êdî raa giştî ya Tirkiyeyê û ya cîhanê hay ji vê dosyeyê hee. Her roj gelek kes ji bo piştgiriyê tên û gelek kes jî telefon dikin." 
 
‘BI MILYONAN KES LI PIŞTA ME NE' 
 
Şenyaşar, da zanîn ku li Tirkiyeyê 14 baro dosyeya wan dişopînn û ji bo hejmara baroyên piştgiriyê dikin zêde bibe, piştî betlaneya edlî biqede dê cardin gazî baroyan bikin. Şenyaşar, destnîşan kir ku dê tevî serokên baroyan li ber Edliyeya Rihaê ji bo "Edaletê" dengê xwe bilind bikin û gazî dozgeran bikin ku karên xwe bikin. 
 
Şenyaşar, anî ziman ku têkoşîna wan a ji bo edaletê her diçe mezin dibe û got: "Ên li ber avahiya edliyeyê ez û dêya xwe ne, lê em baş dizanin ku bi milyonan kes li pişta me ne." 
 
Şenyaşar, diyar kir ku dewleta hiqûqê naşixule û got: "Dozger hene, kujeran diparêzin. Dê kesên bûne şirîkê vî sûcî hemû hesab bidin." 
 
‘EM Ê NEHÊLIN BÊ JIBÎRKIRIN' 
 
Şenyaşar, anî ziman ku derbarê tiştên hatine serê wan de bi tirkî helbesteke 3 bendî nivisiye û got: "Ji bo ev tiştên hatine serê me neyên jibîrkirin, ez ê pirtûkekê binivîsim." 
 
BANGAWAZÎ
 
Şenyaşar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunermendinên xwedî wijdan kir û got: "Em dixwazin vê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bi dawî bikin. Tenduristiya dêya min nebaş e. Ji bo daxwaza me ya ji bo edaletê pêk bê, em dixwazin ji destê we çi bê hûn bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar 

Sernavên din

10/08/2021
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan