‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye'

img

ANTALYA - Parlementerê HDP'ê Kemal Bulbul, bertek nîşanî şewitandina daristanan û êrîşên nîjadperest da û destnîşan kir ku dewlet pêşî li ber şewitandina daristanan û li ber êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan negirtiye. 

Şewatên di 28'ê Tîrmehê de li Antalyayê dest pê kirin, 9 roj in didomin. Piştî hat gotin ev şewat sabotaj in, li Manavgat, Alanya, Serîk û Doşemealtiyê hin komên destbişiv û biçek, dest bi rêbiriyê û kontrolkirina nasnameyan kirin. Li Elmali, Manvagat û Alanyayê bi îdiaya ku kurd in êrîş birin ser hin welatiya. Bi wêne û dîmenan derket holê ku ev kesên biçek û destbişiv bera mirovan didin û nasnameyan kontrol dikin. Lê belê heya niha derbarê tu kesî de tu tiştekî qanûnî nehatiye kirin. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî şewitandina daristanan û êrîşên nîjadperest ên li hemberî kurdan da. Bulbul, bal kişand ser komên nîjadperest ên li Antalyayê nasnameyên mirovan kontrol dikin û hedefgirtin kurdan. Bulbul, destnîşan kir ku di demên wisa de pergal komên nîjadperest dixe dewrê.
 
HINCET
 
Bulbul, bilêv kir ku polîtîkayên HDP'ê yên li ser esasê wekhevî û edaletê wekî "dabeşkeriyê" tên lansekirin û li hemberî wan polîtîkayên nîjadperest tên çêkirin. Bulbul, diyar kir ku nexasim di rojê dawî de li şewatên daristanan ên li seranserê bajar wekî hincet tên nîşandan û bi vê re komên nîjadperest êrîşan dikin. Bulbul, destnîşan kir ku hê sedemên şewata daristanan nehatiye tespîtkirin û got: "Eb qas roj derbas bûn, lê sedem nehatiye tespîtkirin. Ev jî qelsiya hikûmet û dewletê nîşan dide û di ev qas rojî de netefandina şewatan sûcê hikûmetê ye. Agir, bi destê kurdan, sosyalîstan û şoreşgeran nehatiye vêxstin. HDP'î, sosyalîst, kurd, şoreşger û elewî daristanan naşewitînin. Kesên Madimakê şewitandin, kesên li Konyayê komkujî kirin ûa gir dan ber agir, kesên li Şengalê komkujî pêk anîn daristanan dişewitînin. Li bajarê me bi hinceta şewata daristanan êrîşê dibin ser gelê kurd û HDP'iyan. Ev jî nîşan dide ku dixwazin vê şewatê ji xwe re bikin firsend." 
 
HAYA AMÎRAN JÊ HEYE 
 
Bulbul, bal kişand ser kesên li navçeyan û li gundan çek hilgirtine û rêbiriyê dikin û got: "Ên kesên çek hilgirtine, ne gel in. Komeke mandayî ne, komeke nîjadperest û faşîst e. Tu hêleke wan a insanî û ehlaqî tune ye. Li Alanya, Gazîpaşa, Manavgat û Serîkê hin kes rê dibirin û nasnameyan kontrol dikin. Helbet haya esker û polîsan, haya amîrên esker û polîsan ji van kesan heye. Du sûc bi hev re tên kirin. Têkildarî mijarê me xwest em hevdîtinê bi walî û qeymeqaman re bikin, lê kesî telefona me venekir. Ji lew re êrîş tên pesendkirin. Ev helwets tê wateya domandina êrîşan." 
 
Bulbul, destnîşan kir ku tu hewldaneke dewletê ya ji bo pêşîlêgirtin êrîşên nîjadperest û şewatan tune ye û got: "Pergalek heye ku van êrîşan gur dike. Bi taybetî li Alanya, Serîk û Manavgatê ev tişt tên kirin. Li Alanyayê hin ciwan li hev xistine. Qaşo yekî ji wan gotiye ez HDP'î me. Piştî vê, alayek ku pêşiya avahia partiya me digire daliqandine, di 29'ê Tîrmehê de. Hûn bi vê dixwazin çi bikin? Alayê dikin potik û di bin de nîjadperestî û faşîstiyê dikin. Kengî tiştên wisa dikin, pê re pê re komkujiyan pêk tînin. Ev polîtîka, ne polîtîkayeke insanî û ehlaqî ye." 
 
‘EM NE BERXÊ BER KÊRÊ NE' 
 
Bulbul, bilêv kir ku dê li Antalyayê nehêlin nîjadperestî bê kirin û got: "Heger êrîşî gelê me, rêxistinên me ya bajar û rêxistinên me yên navçeyan, kargehên gelê, HDP'î û dostên wan bên kirin, kiryar amîrên îdareya milkî ne. Dewlet e ku vê polîtşkaya nîjadperestiyê dibîne û tiştekî nake. Helbet dest û pêyên me jî negirêdayyî ne. Em ne berxên ber kêrê ne. Em dizanin xwe biparêzin. Ji bo ev bûyer ber bi deverek din ve neçin, divê em bi aqilê selîm tevbigerin. Gelê me divê hay ji van êrîşên provokatîf hebe." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

10/08/2021
09:02 Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin di konan de dimînin
09:01 Turkdogan: Heya hûn Ocalan di şertên giran de bigirin, hûn ê nikaribin pirsgirêka kurdî çareser bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2021'AN
09/08/2021
19:26 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
17:07 Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbata Kinyazê Îbrahîm re xwest
16:54 Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
16:34 Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” lêborîn xwest
16:17 Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hat veşartin
15:19 Hevdîtinên 'Dema Azadiyê': AKP-MHP neyarê kurdan e
15:18 Li Nisêbînê mirina biguman a Gevriye Sari yê suryanî
14:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:21 Ev 14 roj in agahî ji koma di dorpêça PDK’ê de ye nayê girtin
14:10 Li Nisêbînê kesek hat kuştin
14:09 ÇEVDER: Beriya ku felaketên mezintir pêk bên divê bergirî bên girtin
13:57 Li Stenbolê agahî ji 3 zarokên nayê girtin
13:33 Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
13:33 Li Milasê şewat hat vemirandin
12:44 Li Iraqê ber bi hilbijartinê ve: Hesabê herkesî li ser kurdan heye
11:46 Malbata Şenyaşar: Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?
11:35 Li Amedê şerê biçek: Kesek mir kesek jî birîndar bû
09:05 Greva birçîbûnê di roja 256'emîn de dewam dike
09:04 ‘Şewatên daristanan encama kapîtalîzmî ye'
09:03 'Nîjadperestiya li dijî kurdan û penaberan ji heman çavkaniyê xwedî dibe'
09:00 Hiqûqnas Kanar: Divê pergala muebbeta giran bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 9'Ê TABEXA 2021'AN
08/08/2021
20:35 Kinyazê Îbrahîm jiyana xwe ji dest da
20:02 108 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:23 Li Şirnexê 3 kesên brûskê li wan da birîndar bûn
19:14 Gergerlîgolû serdana malbata Dedeogûllari kir
17:42 Li gundan hevdîtinên 'Dema Azadiyê': Bi Ocalan re wê her tişt biguhere
16:44 Li ser sînorê Nisêbînê îşkenceya eskeran
16:21 Li Elkê mirina biguman a zarokekê
16:15 Malbata Dedeogûllari berî komkujiyê peyam ji Soylu re şand
15:21 Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
15:01 Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
14:02 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:40 Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
11:56 Talîbanê bajarê Kûndûzê girt
11:48 Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
11:25 Li Amedê zarokek bi çekê ji serê xwe birîndarkirî hat dîtin
10:55 Malbata Şenyaşar 'Doza Treblinka' li bîra dozgeran xist
10:04 Bavê Sara Kaya hat definkirin
09:53 Di qezaya li Balikesîrê rû da de 15 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
09:52 Şaredariya AKP'î cihêkariyê dike
09:51 Hûnermendên Kurd civiyan: Yekitî dide qezenc kirin
09:24 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat
09:06 Greva birçîbûnê di roja 255'emîn de dewam dike
09:05 Li Çewligê varyanta Deltayê belav dibe
09:04 Mînakeke berxwedanê: Aram Tîgran
09:04 Neçareserkirina pirsgirêka kurd îşkenceyê zêde dike
09:02 TOHAV: Dibe ku dosyeya Ocalan cardin biçe DMME'yê
09:01 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'AN
07/08/2021
18:38 Cenazeyê Çelîkê hat definkirin
16:23 ÎHD: Girtiyê nexweşê giran Polat bila bê berdan
16:16 Bavê Kişanakê hat veşartin
16:03 ÎHD: Girtiyê nexweş Çakal berdin
15:46 Hevdîtinên ‘Dema azadiyê’ didomin: Mûxatap tenê Ocalan e
15:36 Ji bo girtiyê nexweş ê ji sedî 76 astengdar Ayik banga berdanê hat kirin
15:36 ‘Ocalan azad bibe, dê civak nefesê bigire’
14:32 Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da
14:10 Pirsa aqûbeta Haci Ahmet Er kirin
13:46 Zubeyde Tepe ya pirsa faîlên kurê xwe kir: Ne faîl dayik tên darizandin
13:25 Sancar: Armanca guhertina desthilatdariyê ye
12:00 Xizmên Windayan: Bûlûttekîn ê hat binçavkirin li ku ye ?
11:29 Li Wanê birûskê dîsa mirovek kuşt
11:26 HDK’ê li dijî nijadperestiyê banga yek dengiyê kir
11:25 DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê kir: 2 kes revandin
11:25 Têkildarîdarî şermezarkirina komkujiyê dest bi lêpirsînê kirin
11:24 Ji bo Wan û Colemêrgê hişyariya lehiyê
10:50 Tarik Bîrleşîk ê polîsan wesayîta wî gule baran kirin ew kêlî vegotin
10:41 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re mêzîna edaletê hevseng bikin
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan