30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!

  • rojane
  • 09:00 31 Tîrmeh 2021
  • |
img
AMED - Mehmet Savûr ku ji ber çalakiyeke daxilî nav nebûye hatiye binçavkirin, îşkencekirin û paşê hatiye girtin, ji 53 salên temenê xwe 30 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Çendî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. 
 
Gelek girtî piştî "Qanûna Derbarê Guherindina Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê û Hin Qanûnan de" ku di 1'ê Çileyê de ket meriyetê, nayên berdan. 
 
Yek ji van girtiyan jî Mehmet Savûr e. Savûr, di Girtîgeha Şakran a Îzmîr a Jimare 3 a Tîpa T'yê de ye. Savûr, di sala 1991'ê de ji ber çalakiyeke daxilî nav wê nebûye hatiye binçavkirin, piştî 19 rojên îşkenceyyê hatiye girtin û paşê 36 sal cezayê muebedê lê hatiye birîn. Dihat payîn di 3'yê Tîrmeha 2021'ê de bihata berdan, lê belê ji ber rapora ku Desteya Îdareya Girtîgehê derbarê wî de amade kiriye, nayê berdan. 
 
NEHEVDÎTINA BI MALBATÊ RE KIRIN HINCET
 
Rêvebiriya Girtîgeha Şakranê, derbarê Savûr de raporek amade kiriye. Di raporê de ev tişt hatine gotin: "Guh li pîvanên îdarea girtîgehê nekiriye, piştgiriyya psîko-sosyal qebûl nekiriye, ji sala 2017'an ve hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye, 20 caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, ketiye çalakiyên greva birçîbûnê, sirûd gotine, dirûşme berz kirine, pirtûkên 'xetere' xwendine, di dema lêgerînê de li ber personelên girtîgehê rabûye, bi zanebûnî hevdîtina şexsî ya ji bo berdan bişertî qebûl nekiriye, ji ber sûcê xwe poşman nebûye, di qawîşa PKK'yiyan de maye, derbarê binpêkirinên li girtîgehê de name ji derve re nivîsîne." 
 
Kurê wî Mehmet Savûr (30) gava bavê wî hatiye girtin 6 mehî bûye û navê bavê wî lê hatiye kirin, diyar kir ku mafên bavên wî tên binpêkirin û xwest bavê wî bê berdan. 
 
ÎŞKENCE, SIRGÛN, GIRTIN 
 
Savûr, anî ziman ku gava bavê wî li nav pembo xebitiye, di dema qedexeyên derketina derve de bênasname çûye nexweşxaneyê û gava vegeriyaye hatiye binçavkirin. Savûr, bilêv kir ku bavê wî ji ber bêbextiyên kesê bi navê Halîl Kiliç hatiye zevtkirin û 19 rojan hatiye îşkencekirin. Savûr, diyar kir ku piştî apê wî daxwazname nivisiye bavê wî ji binçavan hatiye derxistin û mirina du kesên li Sêrtê hatine kuştin xistine stuyê bavê wî û di sala 1991'ê de 36 sal cezayê muebedê li bavê wî hatiye birîn. Savûr, destnîşan kir ku bavê wî li Amed, Edene, Baybûrt, Semsûr, Mêrdîn û Îzmîrê di girtîgehan de maye û ji 26'ê Hezîrana 2012'an ve di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê de ye. 
 
‘HINCETÊN DÛRÎ AQILAN' 
 
Savûr, diyar kir ku ji 4 payên cezayên bavê wî 3 pay xelas bûne û diviyabû bi şert bihatana berdan, lê belê bi hin hincetên tên derpêşkirin nayê berdan. Savûr got: "Pirtûka Mûsa Anter kirine hincet. Ev pirtûk ji Girtîgeha Mêrdînê bi xwe re anîne. Wê çaxê ne qedexe bûn, lê niha qedexe ne? Niha van pirtûkan wekî koz bi kar tînin. Bavê min, her hefte telefonî me dike. Lê dibêjin, telefon nake. Midûrê girtîgehê gef li bavê min xwariye û gotiye, 'Ez ê nehêlim tu bê berdan.' Ev hincet, hincetine dûrî aqilan e." 
 
‘QANÛNÊN XWE DIECIQÎNIN' 
 
Savûr, destnîşan kir ku bavê wî ji ber sûcekî ku qet nekiriye hatiye girtin û got: "Ew bi xwe planan çêdikin. Bavê min bi darê zorê birine qawîşek din. Bi vî awayî qanûnên xwe dieciqînin. Qanûna poşmantiyê lê ferz dikin. Di demên dawî de sirf ji bo bavê min bibêje 'ez poşman im', gardiyyan çêran dikin, midûr û dozger tahdê lê dikin. Tu sûcekî bavê min tu ne ye ku bibe îtirafkar. Mirovek çawa beleheq belesebeb 30 salan di girtîgehê de bimîne." 
 
Savûr, diyar kir ku ji ber ku bi meaşê kêm debara xwe dikin nikarin biçin girtîgehê û got: "Em nikarin biçin wî bibînin. Ew meaş ancax têra mesrefên malê dike. Heqê rê dernayyê. Em tenê hewl didin heqê mesrefê wî bidin. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxivin. Gava em diaxivin, bavê min dibêje tu sûcekî min tune ye, ez xweşikî nehatim darizandin û doza heqê xwe dike. 30 sal in em vî eziyetî dikişînin. 30 sal in jiyana malbatekê kirine zindan. Em dixwazin ji niha û pê de li cem hev du bin." 
 
‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN' 
 
Savûr, destnîşan kir ku ev biryar dijî mafên mirovan e û got: "Niha jî dibêjin 'heger hûn poşman nebin, ez ê raporên werê bidim ber we.' Dibêjin 'dozgerên min, dadgerên min guh li min dikin, ez nahêlim hûn derkevin.' Raporek li gor qenaeta xwe çêkirine. Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û em dixwazin çi hewce be bê kirin. Bila rêxistinên mafan dengê me bibihîsin, ev tişt ne di destê mdiûr û gardiyanan de ye. Em doza temenê bavê xwe yê hatiye xespkirin û doza mafên xwe yên hatine xespkirin dikin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

03/08/2021
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn
20:58 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:41 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:50 Li Mêrdînê komkujî hat şermezarkirin
19:42 Dîmenên dema komkujiyê derketin holê
19:00 Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil
18:47 Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye
18:30 Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir
18:17 Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir
18:08 Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
17:49 Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn
17:43 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin
17:15 Li her derê komkujî şermezar kirin: Ev nijadperestî ye
16:58 Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
16:53 Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn
16:36 Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin
16:00 Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin
15:36 Piştî operasyonê agir girt daristanê
15:18 Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin
15:03 Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
14:48 Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye