Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye

  • rojane
  • 10:04 28 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Serokê Baroya Amedê Nahîr Eren destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û ji bo çareseriya pêdivî bi pêvajoyek nû heye û rojnameyên ku baroyan hedef dide nîşandan berê jî ji bo Tahîr Elçî heman manşetan nivîsandibûn. 

Ji ber gotin, ziman û tevgerên îqtidarê rewşek dubendî li Tirkiyê serdest e. Di encama zimanê nefretê yê îqtidarê de li dijî kurd û penaberan êrişên nijadperestî pêk tên. Herî dawî di hefteyekê de li Enqere, Afyon û Konyayê li dijî kurdan 3 êrişên cuda pêk hatin û di êrişa li Konyayê de Hakîm Dal ê ji Amedê jiyana xwe ji dest da. 2 kes jê giran bi giştî 15 kes di van êrişan de birîndar bûn. 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan dabûn û daxwaz kiribûn ku lêpirsînek bi bandor were destpêkirin. Rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiya îqtidar û nijadperestiyê dike bi manşeta xwe van 15 baroyan kiribû hedef. 
 
Yek ji baroyên ku her tim dibe hedefa êriş û gefan û Yenî Şafakê wê kiribû hedef Baroya Amedê ye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî van êrişên nijadperest û rol û rista medyayê, siyaset û darazê ji ajansa me re axivî. 
 
‘DIVÊ ÎQTIDAR DEV JI ZIMANÊ HIŞK BERDE’ 
 
Nahît Eren destnîşan kir ku dema berê jî li bajarên rojavayê Tirkiyê êrişên nijadperest li dijî welatiyên kurd pêk hatin û got: “Li Derya Reş êrişî malbatên kurd kirin. Ji ber kurdî û kurdbûnê li Sakaryayê welatiyên kurd hatin kuştin. Di demên dawî de li dijî avahiyên HDP’ê yên Îzmîr û Marmarîsê êriş pêk hatin. Herî dawî li Afyon, Enqere û Konyayê êrişên nijadpreset li ser hev pêk hatin û mixabin ku dibe sedemê vê yekê jî êrişên sîstematîk in. Em dibînin ku li Tirkiyê di salên dawî de atmosfera siyasî hişk bûye û ev yek bandora xwe li ser civakê jî dike. Xisûmetiyek biçûk jî dizivire êrişên nijadperest. Ji bo dawî li van êrişan were divê îqtidar û siyaset dev ji van gotinên hişk ên siyasî berde.” 
 
‘ZIMANÊ MEDYAYÊ ÊRIŞAN SOR DIKE’ 
 
Eren bal kişand ser zimanê medyayê yên nefretê ku bikar tîne û got: “Medya Tirkiyê jî li gorî zimanê hişk ê siyasetê tevdigere. Li şûna ku rastiyê ragihîne, lê li gorî rewşa siyasî tevdigere. Medyayek ku zimanê dubendiyê bikar tîne û krîmanalîze dike heye. Ev yek xetereyek mezin bi xwe re tîne û bandorê li ser civakê dike. Di çend salên dawî de aciziyek li dijî rêxistinên civakî yên sivîl heye. Hem îqtidar û hem jî burokrasî vê aciziya xwe dide nîşandan. Xebat û daxuyaniyên me hin derdoran aciz dike. Herî dawî jî rojnameya Yenî Şafakê li dijî 15 baroyan zimanek ku hedef nîşan dide, bikar anî. Medya bi vî zimanê ku bikar tîne sazî û dezgehên demokratîk hedef dide nîşandan. Ji ber ku ferasetek azadîxwaz a medyayê li Tirkiyê nîne. Ev feraset û hedef nîşandana Yenî Şafakê qet nayê qebûlkirin.” 
 
‘BERÊ JÎ TAHÎR ELÇÎ HEDEF NÎŞAN DAN’ 
 
Eren anî ziman k udi demên berê de jî hedef nîşandanê wiha hebûn û wiha got: “Berê bi hedef nîşandanê bûyerên xemgîntir jî qewimîn. Heman medya û weşanan di dema berê de serokê me yê rehmetî Tahîr Elçî hedef nîşan dabûn. Yanî divê zimanek berpirsiyar ê çapemeniyê hebe. Nûçe û zimanê hedef nîşandanê zirarên mezin û cidî dide xebatên rêxistinên civakî yên sivîl.” 
 
‘PÊŞIYA BÛYERAN NEYÊ GIRTIN, ENCAMÊN XETERETIR WÊ DERKEVIN’ 
 
Eren destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Pirsgirêka Tirkiyê ew e ku bi pirsgirêkên xwe re rûbirû nabe. Yanî li Tirkiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkek giran e. Bi hezaran însanên me canê xwe ji dest dan. Sedem jî neçareserkirina vê pirsgirêkê ye. Em wek baroyên her tim dibêjin û em ê bêjin jî divê ku yek însanek me jiyana xwe ji dest nede û lazim e bêyî însan jiyana xwe ji dest bidin pirsgirêkan rûbirû çareser bikin. Ji pirsgirêkên mezin heta yên biçûk. Mixabin li Tirkiyê îdareyek ku naxwaze bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne heye. Di her êriş û bûyerên nijadperest de îdare yanî walîtiyên wan bajaran dixwazin bi daxuyaniyên sivîk û wek bûyerên adlî ser êrişên nijadperest bigirin. Çi dibe bila bibe divê em bi problemên xwe yên bingehîn re rûbirû bibin. Di bingeha van pirsgirêkan de jî meseleya kurd heye. Heke bûyer neyên rûbirûkirin wê encamên giran derkevin holê.” 
 
‘DARAZ SERBIXWE NAFIKIRE’ 
 
Eren diyar kir ku daxuyaniyên walîtiyan û nûçeyên di medya tirk de derdikevin bandorê li ser pêvajoya doza bûyerê jî dike û ev yek jî dibe sedema polîtîkaya bêceza hiştinê. Eren got ew di her bûyerê de dibin şahid ku daraz di lêpirsîn û dozê de bi awayek objektîf û serbixwe nêz nabe. 
 
 ‘PÊDIVÎ BI GUHERTINÊ HEYE’ 
 
Eren destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li Tirkiyê pirsgirêka kurd e û got: “Mesele û astengiya herî mezin a li pêşiya demnokrasiyê ew e ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Pêdiviya welat bi pêvajoyek nû û rewşek xweş heye. Pêwîstî bi guhertina rewşa heyî ya Tirkiyê heye. Divê îqtidar guh bide rêxistinên civakî yên sivîl. Mixabin ev zemîn jî li holê nemaye.” 
 
MA / Gokhan Altay - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

28/07/2021
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin
10:41 Çîrokek têkoşînê
10:39 Li Çinarê 6 taxan kirin qarantînayê
10:24 Qefleyek penaberên Afgan dema ku ji Wanê derdikeve
10:12 Serokdewletê Tûnîsê darbe li meclisa welat kir
09:35 Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne
09:11 Greva birçîbûnê di roja 242'yemîn de dewam dike
09:00 Ji Serokê CHP'a Rîzeyê: Divê em bobelatan ji qederê derbixin
09:00 Fermandarê ku çixareyên desteserkirî difirot dîsa hat ser peywira xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 20121'AN
25/07/2021
21:14 Topbarana Şehbayê: 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn
19:52 Hejmar pêketiyen vîrûsa koronayê 14 hezaran derbas kir
19:45 Li Serêkaniyê di navbera komên paramîlîter de şer derket
17:59 Li Geliyê Bilûr agir bi daristanê ket
17:51 Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn
17:39 48 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê dan
16:51 Cotkaran li dijî birrîna ceryanê bi ser TEÎAŞ’ê de girt
16:50 Ji ber barana mûsonê 127 kes mirin û bi dehan kes winda ne
16:50 Odeya Tabîban bi keyayan re civîna derzîkirinê li dar xist
15:06 Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû
12:31 Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin
11:07 Malbata Şenyaşar 139 roj in li benda ‘edaletê’ ye
10:40 Grûpên bi ser Tirkiyê ve kevirên goran didizin û difiroşin
10:13 Li Belçîkayê dîsa lehî rabû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 241'emîn de dewam dike
09:06 Li Amedê rojê 500 kes bi Covîd-19'ê dikevin: Tekane rêya xelasiyê aşî ye
09:06 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir: Qanûna xwe pêk bînin
09:03 Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin
09:01 Bi îmzeya serokkomar erdê nexweşxaneyê kirin qada avahiyan!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'AN
24/07/2021
21:17 58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû
15:40 Hêzên PDK’ê cihên HPG'ê kirin hedef
14:57 Înîsiyatîfê xwest cezayê girtiyê nexweş Kocaturk bê taloqkirin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga berdanê hat kirin
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan