Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu

  • rojane
  • 09:01 24 Tîrmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, anî ziman ku ji xeynî PDK'ê hemû partiyên din xwe didin ber xebatên yekîtiya neteweyî û got: "Heger yekîtî çêbibe, dê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û dê Kurdistan bibe xwedî statu." 

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, xebatên ji bo yekîtiya neteweyî, rageşiya di navbera partî û rêxistinên kurd ên li Herêma Kurdistana Federe, astengiyên li ber yekîtiya neteweyî û daxwazên kurdan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Karamûs got: "Heger yekîtî çêbibe, dê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û dê Kurdistan bibe xwedî statu." 
 
Karamûs, anî ziman ku ji roja ku KNK hatiye avakirin heya niha, 22 sal, xebatên wan bênavber didomin, lê belê du sal in ji ber pandemiyê xebatên wan bi awayekî cuda dewam kirine. Karamûs, destnîşan kir ku di vê heyamê de israra kurdan a ji bo azadiyê pir zêde bûye û li aliyê din jî gef, zext, tepisandin û êrîşên li ser kurdan jî didomin. Karamûs got: "Em li çar perçeyên Kurdistanê di warê siyasî, zimanê zikmakî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û dîplomasiyê de xebatên me didomin. Yek ji xebatên me yên sereke jî yekîtiya neteweyî a kurd e. Di vî warî de bername û plansaziyeke me ya berfireh heye. Heyetên ku me ava kirin, li çar perçeyên Kurdistanê hevdîtinan bi partî û saziyan re dikin." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Karamûs, destnîşan kir ku bi taybetî di du salên dawî de di warê xebatên yekîtiya neteweyî de bi gelek sazî û dezgehên siyasî re hevdîtin kirine û gelek konferans û civîn li dar xistine. Karamûs got: "Kesên di komîtiyên bilind ên KNK'ê de cih digirin, li Başûr (Herêma Kurdistana Federe) û Rojavayê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xebatên xwe didomînin. Başûrê Kurdistanê, niha di pêvajoyeke hesas, pêvajoyeke şerê navxweyî, re derbas dibe. Lewma me piraniyya xebatên xwe li wir bi rê ve birin. Tirkiye jî bi piştgiriya dewletên yekîtiya neteweyî ya kurdan naxwazin, operasynên dorfireh dike û hewildanên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Ji bo pêşî li ber van hewildanên dagirkeriyê bên girtin, me di navbera hêzên kurdistanî de yekîtiyeke xurt çêkir. Ji xeynî partiyekê, hemû partî bi erênî xwe dan ber van xebatan. A xwe neda ber jî PDK ye. Tevî hemû hewildanên me, an daxwazên me yên ji bo hevdîtinê red kir an jî xwe li bêdengiyê danî. Hin hevdîtin çêbûn, lê tiştek bi dest neket. Daxilî nav xebatên KNK'ê nabe. Li Başûr, ji xeynî PDK'ê pêwendiya me bi hemû partî û saziyan re hee ji bo yekîtiya neteweyî. Hêvîdar im PDK jî daxilî nav xebateke wiha bibe." 
 
Karamûs, bilêv kir ku herî zêde li Herêma Kurdistana Federe dixebitin, ji lew re herî zêde pêdiviya vê herêmê bi ekîtiyê heye û got: "Em KNK, ji bo avakirina yekîtiya neteweyî xwedî israr in û dê ev tim di rojeva me de be. Heya yekîtî çêbibe dê xebatên me bidomin." 
 
ASTENGIYÊN LI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Karamûs, destnîşan kir ku yek ji faktorên ku nahêle yekîtiya neteweyî çêbibe ew e ku li çar perçeyan gelek partiyên siyasî di çarçoveyeke kurdistanî de nafikirin. Karamûs, anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê herî zêde tevgera azadiyê pêşengiya xebatên yekîtiya neteweyî dike û ya herî zêde di van xebatan de israr dike jî ew e û got: "Lê ji ber ku partiyên din tenê li ser berjewendiyên xwe û perçeyên xwe hûr dibin, di çarçoveyeke kurdistanî de tevnagerin. Hesasiyetên neteweyî tenê li gor herêmên xwe dinirxînin. Bi awayekî cidî nêzî meseleya kurdî nabin. Ji bo vê bername û plansaziyek wan tune ye. Bi awayekî herêmkî difikirin û xwedî bîrdoziyek wiha ne. Tenê ji pencereya xwe nêzî bûyeran û rewşan dibin. Ji dêvla berjewendiyên neteweyî, li gor berjewendiyên partiyên xwe hereket dikin. Ev jî dibe asteng li ber yekîtiya neyetweyî." 
 
Karamûs, anî ziman ku ji ber ku gelek partiyên siyasî bi awayekî Kurdistanî nafikirin û pêwendiya wan bi dewletên kolonyalîst re heye, ev yek dibe astengiyek mezin li ber yekîtiya neteweyî û got: "Divê têkiliyên bi dewletên kolonyalîst re, li ser asasê jiholêakirina hêzeke cuda neyên avakirin. Em bi tu awayî di hevdîtinên bi dewletên kolonyalîst re peymanên li ser asasê jiholêrakirineke partiyeke kurdistanî qebûl nakin. Ji lew re tu mifha peymanên bi vî rengî nagihê gelê kurd. Ev têkilî, yekîtiya me qels dikin." 
 
Karamûs, cardin dubare kir ku di warê yekîtiya neteweyî de helwesta wan pir aşkere û zelal e û got: "Ji bo destkeftiyên me ji dest neçin, divê partî û rêxistinên li her 4 perçeyên Kurdistanê plan û bernameyên xwe di ber çavan re derbas bikin. Heya niha li Başûr 70 binkeyên eskerî yên Tirkiyeyê hatine avakirin. Ev dibe cihê gefeke mezin. Heger xema partiyên Başûr, Kurdistan bûna, dê wiha nekirina." 
 
Karamûs, bilêv kir ku perçebûn dibe sedema êrîşan jî û got: "Dewletên sûdê ji vê perçebûna kurdan digirin, bi rihetî êrîş dikin."
 
ÇARESERΠ
 
Karamûs, destnîşan kir ku heger di navbera hêzên kurd de nakokî hebe, hemû hêz dikarin di nav hev de van nakokiyan çareser bikin û got: "Rê û rêbazên vê yekê hene. Rêya diyalog û hevdîtinê heye. Heger em dev ji yektiyyê berdin, em ê rê li ber dewletên dijmin vekin. Heger em bi hev re tevnegerin, dê destkeftiyên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê ji dest biçin. Divê pêşengên hemû partiyan li ser vê bisekine û tavilê vê pirsgirêkê çareser bike. Divê kes hesabên şaş neke. Hêza ku me di 60-70 salî de bi dest xistiye, dibe ku cardin ji dest biçe. Me ev li Efrîn, Şehba, Girê Spî, Serêkaniyê û li Başûrê Kurdistanê dît. Tirkiye, hêdî hêdî kesên ji Afxanîstan û Qafqasyayê tîne, li van deran bi cih dike. Ev ji bo me, mînakine girîng in." 
 
BANGAWAZÎ
 
Kaamûs, di dawiya axaftina xwe de ji bo yekîtiya neteweyî bang li patî û rêxistinên kurdan ki û got: "Pêdiviya me, bi me heye. Pêdiviya me bi diyalog û yekîtiyê ye, ji bo çaresekirina pirsgirêkan. Em vê wekî karê sereke dihesîbînin. Divê hemû partî, rêxistin û êl li dijî vê dirûşmeya xwe aşkere bikin. Ji bo tasfiyekirina gelê kurd operasyonan li dar dixin. Lewma divê bangawaziyên ji bo yekîtiyê xurtirb in. Rexneya herî mezin niha li PDK'ê tê kirin. Hêvîdar im, PDK dev ji vê helwesta xwe berde. Demildest divê siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike. Divê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re biguherîne. Ev polîtîka, xizmeta gelê kurd nake. Ji bo diyalogê me gelek caran xwest em bi PDK'ê re hevdîtinê bikin. Ev daxwaz, daxwaza hemû kurdan e."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

24/07/2021
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin