‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'

  • rojane
  • 09:01 24 Tîrmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku divê daraz li hemberî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan helwesta xwe nîşan bide û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede jî destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê êrîşkaran wêrek dike.

Di nav hefteyekê de li Afyon, Konya û Enqereyê li hemberî kurdan êrîş çêbûn. Bi vê re sûcê nefretê û polîtîkaya bêcezatiyê careke din bûn rojev. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, êrîşên nîjadperest ên vê dawiyê polîtîkaa bêcezatiyê nirxandin. 
 
ZIMANÊ SIYASETÊ 
 
Keskîn, diyar kir ku cinaet û êrîşên bi saîqên nîjadperest tên kirin ji nêz ve dişopînin. Keskîn, destnîşan kir ku di gelek êrîşan de dadgeh û dozger mijara saîqa nîjadperest nîqaş nakin û wan wekî "bûyerên edlî" nîşan didin. Keskîn, bibîr xist ku êrîşên vê dawiyê êrîşine tirsnak in û got: "Ev tiştek pir talûke ye. Zimanê cihêkar ê siyasetê dibe sedema zêdebûna van êrîşan. Gava ev zimanê cihêkar tê bikaranîn, mirov van êrîşan wekî heqekî dihesibînin." 
 
‘DIVÊ SAÎQA NÎJADPEREST ESAS BÊ GIRTIN' 
 
Keskîn, destnîşan kir ku êdî divê daraz li hemberî van êrîşên ku bi saîqên nîjadperest tên kirin helwesta xwe nîşan bide û got: "Heya ev êrîş, ji aliyê darazê ve neyên vekolandin, dê bidomin. Wekî kuştina Denîz Poyrazê. Wê jî wekî bûyereke edlî nîşan didin. Divê nîjadperestî, wekî sedema cinayet û êrîşan esas bê girtin. Ev di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û di peymanên navneteweyî yên Tirkiye îmze daniye binî wan de jî heyye. Lê tu carî pêk nayê. Di vir de peywira sereke dikeve ser milê dozgeran. Ev lêpirsîn divê li gor sedemên rasteqîn û li gor hiqûqê esas bên girtin. Lê mixabin ji ber ku daraz pêgirtiye, tu hêviyyek me ji darazê tune ye. Em ÎHD, di vî warî de ji bo hesasbûnê bang dikin." 
 
‘BÊCEZATÎ ÊRÎŞKARAN WÊREK DIKE' 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Umît Dede jî, destnîşan kir ku du sedemên sereke yên van êrîşên nîjadperest hene. Dede, diyar kir ku sedema ewil, zimanê nefretî, tekparê, cihêkar û nîjadperest ê îqtidarê û alîgirên wê ye. Dede, anî ziman ku sedema dudoyan jî polîtîkaya bêcezatiyê ye ku ev polîtîka êrîşkaran wêrek dike. 
 
‘KIRYAR TÊN PARASTIN' 
 
Dede, bilêv kir ku partiya wan jî bi van êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimîne û ji bo vê jî êrîşên li Îzmîr û Marmarîsê bibîr xistin. Dede got: "Teqez divê ev êrîş di çarçoveya sûcên nefretê de bên nirxandin û bi vî awayî bên şermezarkirin. PIştî êrîşan îqtidarê, berdevkên wê û burokratên wê bûerê wekî bûyereke edlî nîşan dan. Bi vî awaî di kêliya ewil de hewil dan kiryaran biparêzin."
 
Dede, anî ziman ku daraz jî van bûyeran wekî bûyerên edlî nîşan dide û bi vî awayî hem kiryaran diparêze hem jî wan wêrek dike. 
 
‘TÊKOŞÎN LI DIJÎ CIHÊKARIYÊ' 
 
Dede, destnîşan kir ku li dijî van êrîşan divê siyasetmedar pêşî li ber zimanê cihêkarî û ebrberîbûnê bigirin. Dede, anî ziman ku hem di warê hiqûqî hem jî di warê siyasî de dê vê pêvajoyê bişopînin.
 
Dede, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev mesele, di heman demê de meseleyeke civakî ye. Têkoşîna li dijî cihêkariyê, ancax bi zêdebûna feraseta jiyana bi hev re pêkan e. Îqtidara siyasî û şirîkên wê, cihêkarî û berberîbûnê gur dikin. Lê em parêzvanên demokrasî, azadî û mafan, em ê bi hemû cudahiyên xwe bi hev re li dijî vê tevbigerin û em ê bi zimanê jiyaneke bi hev re bi israr li dijî vê feraseta tekparêz, cihêkar û berberîtiyê bitêkoşin." 
 
MA / Berîvan Altan

Sernavên din

24/07/2021
14:30 ÎHD: Divê Korkmaz bê şert û merc were berdin
14:20 ÎHD’a Çanakkaleyê raporek li ser pirsgirêkên karkeran amade kir
14:00 Keça Gulunay ê 29 sal in winda ye: Em ê dev ji doza xwe bernedin
13:44 Ji êrişkaran tenê 1 jê hat girtin
12:55 45 roj in ji 3 siyasetmedarên ku PDK'ê binçav kiribûn agahî nayê girtin!
12:38 Serokê Şaredariya Êlihê yê berê hat berdan
12:38 Tevî îtîrafên Aygan jî 27 sal in agahî ji Haran nayê wergirtin
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin