Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin

  • rojane
  • 09:01 18 Tîrmeh 2021
  • |
img
KOBANÊ - Hevserokê PYD'ê Enver Muslîm got: "Rêveberiya Xweser, tekane deriyê xelasiya gelên Sûriyeyê ye. Divê hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser bipejirînin." 
 
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011'an de dest pê kir û heya niha bi destên taşeronan û hêzên serdest didome, 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî şerê navxweyî de kurdan ne serweriya DYA'yê, dewletên Ewropayê ne jî hêzên paramîlîter ên ststukoparêz ên herêmê ne jî serweriya rejîma Esad a di bin nîrê Rûsyayê de qebûl kirin. Kurdan, di vî şerî de da ser 'Rêya Sisêyan'. Kurdan di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobaniyê kanton îlan kir û xeta "Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser" esas girtin. Piştî Kobaniyê, li Efrîn û Qamişloyê jî kanton îlan kirin. 
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enver Muslîm, bi boneya 9'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa welidandina şoreşê û rewşa wê ya niha kir. 
 
ŞOREŞA GELAN 
 
Muslîm, anî ziman ku şoreşê rêyyeke nû derxistiye holê. 
 
Muslîm, bilêv kir ku pergala Sûriyeyê ya wê demê, pergaleke yekrengî û yekalî bûye û got: "Lê belê Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bû şoreşek li ser asasê vîna gel. Li Sûriyeyê pirsgirêkine pir mezin hebûn. Lê belê rejîma BAAS'ê nikaribû van pirsgirêkan çareser bike. Gelê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe; kurd, ereb, suryanî, ermenî û tirkmen, hemû di bin zext û zoriyên rejîma BAAS'ê de bûn. Ereb jî tahdeyek pir mezin dîtin, lê belê Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bû şoreşa gelan." 
 
PERGALÊN XITIMANÎ Û ŞERÊ WAN ÊN LI HEMBERÎ ŞOREŞÊ 
 
Muslîm, destnîşan kir ku ji ber ku şoreşê hemû rengên Rojhilata Navîn di bin sîwanekê de anîne cem hev du, pergalên xitimandî li hemberî vê şoreşê dest bi şer kirine û got: "Dewletên herêmî bi feraseteke navendî û netewperest li ber vê rabûn. Ew reş kirin û neheqiyeke pir mezin lê kirin. Gotin, 'Ev şoreş tenê berjewendiyên gelekî diparêze, berjewendiyên hin kesan diparêze.' LI gel hemû kampanyayên wan ên reşkirinê jî, rastî derket holê. Hemû gel bi pergaleke nenavendî li hev kom bûn. Cara ewil bû ku gelan xwe di nav pergaleke wiha de didîtin. Ziman û bawerî hatin parastin. Ji bo pêşeroja xwe pergala xwe ava kirin. Li cem vê Rêveberiya Xweser jî hat avakirin. Gelên qedîm ên Rojhilata Navîn cara ewil bû ku pergaleke wiha ava kirin." 
 
BAYÊ ŞOREŞÊ 
 
Muslîm, bilêv kir ku bi şoreşê re jiyaneke nû derketiye holê ku xizmeta gel bike û bi vê jiyanê re hatiye îspatkirin ku bê nirxên çandî û şareistanî çawa tên parastin. 
 
Muslîm got: "Ji ber vê êrîş jî dest pê kirin. DAIŞ'ê piştî Şengalê, berê xwe da Kobanê. Gelên herêmê ev yek ferq kirin û dest bi parastinê kirin. Tevî revahiya Rojhilata Navîn, gelê me yê bakur, demokratên Tirkiyeyê berê xwe dan Kobanê. Bi feraseta dijminê şoreşê nêzî DAIŞ'ê bûn û her kes bû yek. DAIŞ, pergaleke ku hemû sûcên li hemberî mirovahiyê dike. Her wiha ji Başûr û Rojhilatê û ji gelek deverên cîhanê mirov hatin Kobanê di nav xeta parastinê ya şoreşê de cih girtin. Cîhanê ev yek dît û hatin cem me. Ev, encamên şoreşa 19'ê Tîrmehê ne. Paşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat avakirin. Gelê Sûriyeyê hemû di nav QSD'ê de cih girt. Me di vî şerî de nêzî 11 hezar can dan. Di nav wan de şervanên hemû gelan û bîr û baweriyan hene. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojavayê hîmeke têkûz daniye. Şoreşê, nehişt dewlet dest bavêjin gelan. Li hemberû tunekirina civakî, aborî û çandî li ber xwe da. Ev bandorên şoreşê hîn jî wekî ba hêl dibin." 
 
Muslîm, destnîşan kir ku ev pergala ku bi şoreşê ava kirine, divê ji aliyê hemû hêzên navneteweyî ve bê pejirandin û got: "Ji sala 1963'yan heya 2011'an rêvebiriya rejîma BAAS'ê hebû. Paşê şoreşa gelan çêbû. Qaşo hêzên 'muxalif' ku gotin dê li hemberî rejîma Sûriyeyê şer bikin jî, ne kêmî rejîma Sûriyeyê bûn. Qaşo, dê li hemberî wan şer bikirana, lê ji wan zalimtir tevgeriyan. ŞOreşa Sûriyeyê ya bi dirûşmeyên azadî, edalet û wekheviyê dest pê kir, niha hêzên paramîlîter dişîne Azerbêcanî Lîbya û gelek deverên din. Dewletên herêmê jî yên gotin dê gelê Sûriyeyê ji zilmê xelas bikin, ji bo berjewendiyên xwe daxilî nav şer bûn. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li vir jî dixwazin selteneta xwe ava bikin. Diçin kesan ji Ozbekîstan, Tirkmenîstan û Tacikîstanê tînin û li vir bi cih dikin." 
 
Hevserokê PYD'ê Muslîm, li ser encamên Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî sekinî. 
 
Muslîm, bilêv kir ku Rêvebiriya Xweser hêza xwe ya parastinê QSD'ê ava kiriye û gel her duyan jî qebûl dike. Muslîm, destnîşan kir ku armanca projeya 'Sûriyeya Demokratîk' ew e ku gelên Sûriyeyê yên ji bêgavî terka warên xwe kirine bîne warên wan û daxilî nav jiyana azad a hevapar bike. 
 
‘DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BÊ PEJIRANDIN' 
 
Muslîm, hêzên navneteweyî yên Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tên rexne kir. Muslîm, destnîşan kir ku hê jî bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne û divê Rêveberia Xweser daxilî nav hemû platformên derbarê Sûriyeyê de bibe û got: "Tirkiye, naxwaze li Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyane û aram çêbibe. Dijberî destkeftiyên gelên Sûriyeyê tevdigere. Ew bi xwe piştgiriya DAIŞ'ê û komên din ên tundraw dike. Lewma tekane deriyê xelasiyê yê gelên Sûriyeyê pejirandina Rêveberiya Xweser e û divê helwestên di vî warî de zelal bibin." 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

24/07/2021
10:51 ‘Parazvanên edaletê wê hertim hebin’
09:02 Weşanxaneya Na pirtûka Welatê Xaltan çap kir
09:01 Greva birçîbûnê di roja 240'emîn de dewam dike
09:01 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Heger yekîtî çêbibe dê Kurdistan bibe xwedî statu
09:01 ‘Li dijî êrişên nîjadperest, divê daraz xwedî helwest be'
09:01 Zeytûn: Neçareserkirina pirsgirêka kurd pêşî li ber êrişan vedike
09:01 Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin
09:01 Karkerên demsalî 5 roj in bê av in
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:35 Ciwanê ku di avê de xeniqîbû hat veşartin
23/07/2021
19:52 Di 24 saetên dawî de 11 hezar û 94 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
14:32 Bertekên li dijî êrişên nîjadperest: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên terkkirin
14:14 ‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’
13:32 Li Gîresûnê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn
13:26 Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da
13:04 Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê taloq bû
12:38 40 kesên ji koma nîjadperest hatin binçavkirin şandin edliyê
12:20 Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe
11:57 Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li dijî êrişan bêdeng nebin
11:26 NY: Ji milyonek zêdetir mirov ji ber lehî û hişkesaliyê mirin
10:12 Yenî Şafakê baroyên li dijî êrişên nijadperest derketin kir hedef
10:08 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurd li hev xwedî derkevin
09:50 Rêveberiya Xweser: Tirkiye serbixwetiya Sûriyeyê binpê dike
09:25 Tundiya zilam: Hewldana kuştina jinekê û zarokên wê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 239'emîn de dewam dike
09:07 Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest
09:07 Dayikên girtiyan: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:06 Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin
09:05 Wextekî xwezayê ku heya 2023'yan bisekine nemaye
09:04 Serokê GÎŞ-DER'ê Kûtlû: Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan divê kiryar bên cezakirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Walîtiya Wanê bersiv neda serlêdana ji bo 'standa derziyê'
22/07/2021
21:24 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 ÎHD'ê serdana malbata ku êrişa nîjadperestî lê hatibû kirin kir
15:46 DBP: Êrîş ji ber zimanê desthilatê pêk tên
15:18 Li Şirnexê bertek nîşanî êrişên nîjadperest dan
14:15 Li herêma Qertewînê şer derket
13:48 Li Stenbolê tundiya li ser jinê
13:22 HDP'ê ji bo cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kir
13:03 Ji NY'yê daxuyaniya Qibris
11:43 Malbata Şenyaşar: Wê qêrînên edaletê rojekê bersiv bibînin
11:40 Di êrişa nîjadperest de 20 kes hatin binçavkirin
11:02 Wesayîta karkeran teqla avêt: Kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn
10:54 Li Şirnexê şerê erd derket û welatiyek jiyana xwe ji dest da
10:30 Dal ê di êrişa nîjadperest de hatibû qetilkirin hat veşartin
10:22 Walîtiyê êrişa nîjadperest bi 'neyartiyê' ve girêda
10:09 Li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran heye
10:01 ÎHD: Êrişên li dijî kurdan berhema zimanê cihêkar e
09:41 Cenazeyê zarokê ket avê hat dîtin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 238'emîn de dewam dike
09:00 Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
09:00 Heyama nû ya Şanoya Devînîm a Enqereyê dest pê dike
09:00 Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'AN
21/07/2021
20:53 Şewata li Cûdiyê xwe bi xwe tefiya
20:50 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:44 Hevseroka HDP'î bi daxwaz "îxraca teqez" sewqî dîsîplînê hat kirin
16:08 Li Konyayê êrişeke nîjadperestî li malbateke kurd hat kirin: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:42 'Zihniyeta ku li Kadikoy û Pirsûsê êriş kir heman zihniyet e'
15:12 TGC’ê tundiya polisan şermezar kir
14:58 Polis zextê li malbata kurd a êriş lê hat kirin dikin
13:21 Li Xarpêtê şewat derket: 170 donim erd şewitî
13:09 Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e
12:21 Malbata Şenyaşar: Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e
11:34 Penaberên afgan cejnê di bin germa zêde de derbas dikin
10:23 50 kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hat berdan
09:33 Êrişî malbatek Kurd kirin
09:07 Greva birçîbûnê di roja 237'emîn de dewam dike
09:06 'Divê li şûna gotinên nijadperest hikûmet bê rexnekirin'
09:05 Roja cejnê bi bîdonan av kişandin
09:05 ‘Ya ku tê jiyîn zilm, înkar û tunekirin e’
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:32 Kesên di bîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20/07/2021
20:39 Polîsan li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê mudaxileyî bîranîna Pirsûsê kirin
16:11 Li Navenda Çand a Amara bîranîn: 33 can di Şoreşa Rojava de dijîn
15:27 33 rêwiyên xelayan bi bîr anîn: Xeyalên wan li Rojava pêk hatin
13:07 HDP'ê 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî
11:56 Zaroka du salî ya li Antalyayê winda bûbû mirî hat dîtin
11:52 Karkerên kurd bêyî ku werin dermankirin îfadeyê wan hatine girtin
11:32 Malbata Şenyaşar: Roja ku edalet pêk were wê bibe cejna me
10:29 Emîne Şenyaşar: Cejn ji me re nîne û bi girî derbas dibe
10:06 Malbatên Roboskiyê cejnê li goristanê pêşwazî kirin
09:57 Vedat Aydin bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hat bibîranîn
09:01 Dayika Suleyman Aksû: Rojê sê caran diçim ser gora wî
09:01 Greva birçîbûnê di roja 236'emîn de dewam dike
09:01 Hiqûqnas Kûrşûn: AKP, nikare bêyî Rewşa Awarte welat bi rê ve bibe
09:00 Cinayeta li Serêkaniyê ku bû sedema şer, ket nav lîsteya 'kiryar nediyar'
09:00 Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda
09:00 Xizmên girtiyan: Berî ku cenaze derkevin bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'AN
19/07/2021
22:39 Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn
20:21 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin
16:44 Qeyûm xirbe rijandin Gola Wanê
16:14 Heywan di destên sewalkaran de man
15:22 Li Mêrsînê di 13 salan de 650 hezar dekar qadên çandiniyê tune bûne
15:05 Pasdarên Îranê îşkenceyek giran li kolberan kirin
13:42 Ji çar saziyan daxuyaniya hevpar: Girtiyê nexweş Çakal berdin
13:28 Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir
13:27 Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin