Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû

  • rojane
  • 09:28 14 Tîrmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX- Îdrîs Atak, ji ber rojname û kovar belav kiribûn naylon li ser canê wî hatibû helandin û ji ber vê berê xwe dabû çiyê. Atak, di sala 2004'an de li çiyê jiyana xwe ji dest da. Dêya wî got: "Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû." 

Îdrîs Atak ku di sala 1983'yan de li gundê Spîndarok yê girêdayî Şirnexê ji dayik bûye, yek ji generalên Apê Mûsa (Musa Anter) bû. Dema ku 2 salî bûye malbata wî ji ber zordariya dewletê koçî Edeneyê dike. Gava Atak dibe 14 salî, rojnameya Ozgûr Gundemê nas dike û dest bi belavkirina rojnameyê dike. Piştî vê Atak, bi êrîş û gefên bi kuştinê re rû bi rû dimîne. Demek bi şûn de Atak derbasî kovara Ozgur Halkê dibe. Di dema belavkirinê de rojekê bi şev ji aliyê JÎTEM'ê ve li malê tê desteserkirin û jê re dibêjin 'te bi destên xwe rojnmae belav kir, te bi pêyên xwe rojname gerandin, te bi zimanê xwe xwend û bi vî awayî te hêz da gel' û naylonê li ser dest, pê û ruyê wî dihelînin. 
 
Lê li gel hemû îşkenceyên giran ên di wî temenê biçûk de jî Atak paş de gav navêje. Piştî vê Atak tê girtin û bi qasî 3 mehan di girtîgehê de dimîne. Gava tê berdan, zext û tahdeya li ser wî zêde dibe û ji ber vê di sala 2001'ê de tevli nav refên PKK'ê dibe. Atak, di 15'ê Tîrmeha 2004'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayika wî Melîha Atak ku bi salan e li cenazeyê kurê xwe digere, behsa têkoşîna kurê xwe kir. 
 
'LI SER LAŞÊ WÎ NAYLON HELANDIN' 
 
Dayîk Melîha Atak, di destpêka axaftina xwe de ewilî şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn. Atak, diyar kir ku kurê wê Îdrîs Atak di temenekî biçûk de daxilî nav xebatên çapemeniya azad bûye û li dijî zext û gefan daxwaza wî ya ji bo ragihandina rastiyan zêdetir bûye. 
 
Atak got: "Em di sala 1985'an de ji gundê xwe derketin û koçberî Edeneyê bûn. Îdrîs, li wir dest bi xwendina dibistanê kir. Îdrîs bi welatpareziya malbata xwe tevgeriya û têkoşîna wî di temeneke biçûk de dest pê kir. Di wan salan de kovara Ozgûr Halk û rojnameya Ozgur Gundemê dihatin belavkirin. Rojekî hat malê û got, 'Min îro rojnameyek dîtiye û min xwendiye gelek bala min kişandiye.' Min jî jê re got,' Te çawa xwendiye û te li ku dît.' Ji min re got, 'Rojnameyeke gelek baş e û serkeftî ye ez dixwazim belav bikim.' Temenê wî gelek biçûk bû. Me jê re got,' Tu biçûk î tu nikarî belav bikî.' Got, 'Na ez ne biçûk im' û derket çû. Çû bûroya rojnameyê ya Edeneyê. Di wî emrê xwe yê biçûk de dest bi belavkirina rojnameyê kir. Rojname belav kir û dem di ser re derbas bû û pişt re derbasî kovara Ozgur Halkê bû û di wir de cih girt. Di wê demê de hêzên tarî li ser kar bûn. Ji bo ku pêşiya çapemeniya kurd bigirin her tişt dikirin. Nedihiştin ku dengê urdan bê bihîstin. Dema ku emrê Îdrîs bû 15-16 ev hêzên tarî hatin malê û ew revandin û birin. Me nezanî ku bi ku ve birin. Dema ku birin ez pey ketim lê ji ber çavên min winda bûn. Rojek di ser re derbas bû, serê sibehê anîn avêtin hewşa malê. Min digot kuştine. Min lê mêze kir, laşê wî hemû şewitandibûn. Neynûkên wî kişandibûn. Bi derfetên xwe em çûn dermanxaneyê me dermanên şewatê anîn û bi vî awayî tedawî kir. Heta ku birînên wî çêbûn di mal de ma. Piştî ku sax bû dîsa çû ser karê xwe.  Piştî ku çû dîsa pey wî ketin. Di sala 2001'an de hat girtin. Îdrîs 3 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku ji zindanê derket, çû navenda kovara Ozgur Halkê ya Stenbolê. Me got wê li wir xebata xwe bide meşandin. Lê li wir jî pêşiya wî girtin. Li wir çû û min êdî ew nedît."
 
RAGIHANDINA RASTIYÊ
 
Atak, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Îdrîs ji ber ku gel ji rastiyan agahdar dikir, her kesî jê hez dikir û cesareta wî nedihişt ku rastî li hemberî îşkenceyê serê xwe bitewîne. 
 
Dayik Atak got: "Di sala 2004'an de agahiya şehadeta wî hat. Lê cenazeyê wî nehat. Tişta ku herî min diêşîne ev e. Nizanim cenazeyê wî li ku ye. Ji roja ku şehîd ketiye heta roja îro polîs tên pirsa wî dikin. Dibêjin, 'Li ku ye?' Heta ku wê roja çûyî jî midûriyeta polîsan gazî bav û birayê wî kirin, ji bo îfadeyê."
 
Dayik Atak, anî ziman ku bi rojan jî behsa Îdrîs bike jî dê nikaribe biqedîne û got: " Îdrîs pir dihat hez kirin. Biçûya ku derê li ser mirovan bandor dikir. Însanên ku ji wî hez dikirin pir zêde bûn. Biçûya ku derê li wir cihek wî çêdibû. Ez çûm girtîgehê hevdîtina wî. Hevalên wî digot, me însan wekî wî zana û camêr neditiye. Li Edeneyê taxeke kurdan nebû ku ew nas nedikir. Di dilê gel de cihê xwe girti bû. Di wî emrê xwe yê biçûk de gelek bi cesaret bû. Dema ku îşkence lê kirin jê re gotibûn, 'Tu bi destê xwe rojnameyê belav dikî, tu bi lingên xwe digerînî û tu bi zimanê xwe dixwînî û gel bi hêz dikî.' Pişt re li ser ling, dest û rûyê wî naylonê dihelînin. Lê li tevî ev qas êrîşan jî serê xwe netewand û heta dawiyê gel ji rastiyê agahdar kir. Îdrîs çû, lê bi hezaran şopdarên wî hatin.  Ez Îdrîs bi rojan vebêjim xelas nabe. Ew hêz û cesarata wî nayê gotin."
 
'ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENG KIRIN' 
 
Atak, bal kişand li ser girîngiya çapemeniya azad jî û destnîşan kir ku tu hêz nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Dayik Atak got: "Nedihiştin ku çapemeniya kurd pêş bikeve. Ji ber ku tenê wan dengê kurdan dida bihîstin pêşî li wan dihat girtin. Çend ajans û rojname û kovarên çapemeniya kurd hatin girtin. Xebatkarên ku ev qebûl nedikirin û dev ji xebatê bernedidan jî hatin windakirin. Çapemenî ne tiştekî wisa ye ku pêşî lê bê girtin. Çapemenî nebe mirov nikare ji tiştekî agahdar bibe. Divê pêşiya çapemeniyê bê vekirin. Tu hêz nikare dengê çapemeniyê qut bike. Îro bi sedan xebatkarê çapemeniyê di girtîgehan de ne. Ji bo ku gel ji rastiyê agahdar in hatin girtin. Lê nizanin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

18/07/2021
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin