Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand

  • rojane
  • 16:47 13 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê Rojhilata Navîn Mîchel Rûbîn, geşedanên li başûrê Kurdistanê yên li dijî kurdan nivîsand û wiha şîrove kir: "Li Kurdistana Iraqê derbeya Tirk-Îranê didome û di vê navberê de DYE radizê. 
PDK'a ku berjewendiyên eşîretî ji xwe re kiriye kul, demek dirêj e ku meqamên amerîkî kiriye nava xusranê."
 
Dîroknasê amerîkî û xebatkarê Enstîtuya Hewldanê ya Amerîkayê (American Enterprise Institute) Miceale Rûbîn ku di navbera salên 2002 û 2004'an de di mijara Iraq û Îranê de şêwirmendîtiya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê kir, derbarê geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîseke balkêş nivîsand. Rûbîn, di nivîsa xwe de bal dikişîn ser planên Tirkiye û Îranê û şikandina bandora Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê.
 
NAKOKIYÊN DI NAVBERA YNK Û PDK'Ê DE
 
Nivîsa Rûbîn bi tevahî wiha ye:
 
"Kurdistana Îraqê xwe wekî hevkarê Emerîkayê nîşan dide. Ku berjewendiyên wan pê hebe dikarin bibin hevkarekî bi rastî. Lê, digel vê jî lîstikên Machiavellian gelek caran dibin sedema gotin û kirinên Serokên Kurdên Îraqê hev du negirin.
 
Piraniya pirsgirêkê di malbatên rêveber de ye. Jihevçûna êla Barzanî û malbata Talabanî heta nîveka salên 1970'yî diçe, lê ancax piştî bîst salan bû dijminatî. Partiya Mesûd Barzanî (Partî Demokratî Kurdistan, PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ya Celal Talabanî di hilbijartina yekem a Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de hema bi qasî hev deng standin û piştre li ser parvekirina îqtîdarê li hev kirin. Li hev nekirina li ser hatinên aborî jî rê li ber şerê navxweyî û du parçetiya herêmê vekir. Mînak, di sala 2000'an de ku min serdana Kurdistana Iraqê kir, ji bo ji Hewlêrê biçim Silêmaniya ku YNK'ê rêveberiya wê dikir, gerek min ji îstixbarata PDK'ê destûra ewlehiyê bistanda.
 
Hewildanên piştre ji bo ber bi hev ve anîna her du aliyan ji rastiyê wêdetir kozmetîk bûn. Pirsgirêka sereke, malbata Barzanî di hemû gotinên xwe de ji nijadperweriyê wêdetir eşîretperwer in: Ji bo PDK'ê her tişt li dora malbatê diçe û tê. Hem polîtîka hem jî kar li dora malbatê dizîvire. Celal Talabanî di demên xwe yên dawî de berjewendiyên malbatî jî destek kir, lê bi qasî Barzaniyan ji kiras dernexist. Talabaniyan ji bo civakek firehtir xwedî xweşbînî ne, bûn xwedî helwestek pêşverû; ku mirov Hewlêr û Dihok a di rêveberiya PDK'ê de dayne ber Silêmaniya azadî û destûrfirehî wê karakterîze dike, ev aşkere dibe. Bi gotinek din, Kurdên her du herêman jî gazinan ji neserkeftîbûna hikûmetê dikin. Li Silêmaniyê rêveber vê wekî ba ji ber çûnekê dibînin û kêm caran midaxale dikin; li Hewlêrê ev gilî û gazin dikare bibe sedema li navenda polîsan lêxistinê bixwe û/an jî çend salekî di girtîgehê de bimîne.
 
HEWLDANÊN PDK'Ê
 
PDK ya ku berjewendiyên eşîretî ji xwe re kiriye kul, demek dirêj e ku meqamên Emerîkî kir nava xusranê. Di destpêka dagirkeriya DYE'yê de, rayedarên PDK'ê, li hember destkeftiyên dema wê kin ku ji Îranê distandin, gelek caran bi îstîxbarata Îranê re operasyonên Emerîkayê têk birin. Serokwezîrê kevin (û niha Serokê Herêmê) Nêçîrvan Barzanî, derbarê operasyonên nêzîk dibûn de agahî da merhûm serekê Hêza Qudisê Qesam Silêmanî. Di dema têkoşîna li hemberî Dewleta Îslamê (DAIŞ) de PDK’ê bi caran alav xwestin, lê her ku hat dayin an ji bo kara xwe firot an jî ji bo li hemberî Kurdên li hemberî xwe bi kar bîne, hilanî. Û şervanên PDK’ê dema bi operatorên taybet ên DYE’yê re peywira xwe bi cih dianîn, vîdeoyên karê xwe bêyî ku kontrol bikin û bêyî agahdarî diweşandin û hinek caran hevkarên xwe yên Emerîkî xistin rîskê. Hewl didin wekî Emerîka li hember YNK’ê PDK’ê tercîh dike nîşan bidin. Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rojnamevan bi sûcê bi dîplomatên Emerîkî re axivîne girtin û bi casûsiyê tawanbar kirin û avêtin girtîgehê.
 
AMERÎKA JI LAHOR BAWER E
 
Piştî Celal Tabanî koça dawî kir, hêza sereke ya YNK’ê kurên Talabanî Bafil û Qubad û pismamê wan Lahor bûn. Qubad cîgirê Mesrûr Barzanî ye. Lê bi rastî bûye Tariq Ezîzê Sedam ê PDK’ê. Ew ne xwediyê xwe û tu hêzî ye. Xuya ye heta Quban Telebanî bi dîplomatên Cîhana Rojava piştrast bike dê raweste û zewqê digire ku Qubadê bê hêz pê li peyva xwe bike. Di vê navberê de Bafil, serokiya YNK’ê bi Lahor re parve dike, lê belê kontroleke unîter dixwaze. Lê rayedarên Emerîkî Lahorê ku li serê serwîsa îstixbaratê ye pirtir ewle dibînin, jîr e, jêhatî ye û di midaxaleyên zehmet de mixatabekî bi fêde dibînin.
 
BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ YÊN BARZANÎ
 
Têkiliya Lahor a bi Washingtonê re dibe sedema ku ew bibe hedefa Tirkiye û Îranê. Ya yekem, Tirkiye; demekê ji bo Cîhana Rojava li hember terorê hevkarekî saxlem bû, di dewra Recep Tayyip Erdoğanî de du alî lîst: Mînak, Têra xwe îspat hene ku rayedarên Tirk Dewleta Îslamê destek nekiribin jî hema karê wan hêsantir kirine. DYE’yê hewl dida li hember vê derkeve. Di vê navberê de Tirkiye têkiliyên xwe bi Mesrûr Barzanî re bi bazareke şeytanî xurt kir. Li hember serdestiya Tirk berjewendiyên Barzanî yên şexsî hatin dayin. Mesrûr Barzanî ku çar sal berê ji referandûma serxwebûnê diaxivî, îro herêma xwe bi qasî Komara Tirk a Qibrisa Bakur ji bo berjewendiyên Tirkan kiriye kolonî. Planên Barzanî yên nelirê û îxaneta wî ya ji bo pereyê naqît, di vê navberê de bû sedema PKK (Partiya Karkerê Kurditan) û hevkarên wê yên li Sûrî îtibara xwe mezintir bikin.
 
MESRÛR LI SER PDK-Î BI ÎRANÊ RE LI HEV KIRIYE
 
Lê Lahor, hîn jî ji bo kirinek wiha astengî ye. YNK û Lahor bi xwe li pêşiya şerê navxweyî yê Kurdan û emrê Erdoğanî asteng bûn.  Ji ber ku Lahor Kurdên Sûrî destek dikir û alîkariya DYE’yê dikir Erdoğan pir bir hês bû, lê ku Mesrûr bi emrê Tirkiyeyê Lahor bi awayekî serkeftî bişikîne, dê encam dîsa rih pê de hatina Dewleta Îslamê be. Piştre mijara Îranê heye. Li dîplomatên herêmî di hefteyên dawî de Mesrûr, li Îranê ji bo PDK-Î’yê ji Îraqê derxe li hev kir û ji bo li hember Lahor hemleyekê bike peymanek çêkir. Ji bo van hevdîtinan jî kesek ji malbatê bi kar anî. Li Koysencax û navçeyên din ên di kontrola YNK’ê de. Lê ev komik êdî li hember Îranê şerê çekdarî nakin. Tehran li pey heyfa xwe ya dîrokî ye. Ku bikaribin van komikên biçûk têxin şerekî ev dê ji bo hevkêşa hesas a herêmê xira bikin rîsk e.
 
AMERÎKA DI XEW DE YE
 
Di vê navberê de DYE radizê. Destekirina firehkirina hêza Tirkan a herêmê dê Iraqê ji xurt neke, qels bike. Mesrûrekî xurt jî dê dê ne li gor berjewendiyên Emerîkayê be: Tew nebe, Mesrûr hem îdarî hem jî malbatî ji bavê xwe hindiktir bi tecrûbe ye. Wekî şexs, Mesrûr ji alî psîkolojîk ve ne serast e. Ji sedemên planên Mesrûr û ji ber hewlên wî yê heyf hilanînê Kurdistan ji pêşketinê dûr dikeve û di polîtîkaya derwelat de dikeve krîza îtibarê. Serok Joe Biden, divê baweriyê bi gotinên Mesrûr û rayedarên din ên Kurd ku di serdana herêmê de wekî dijberî Îranê xuya dikin baweriya xwe nînin. PDK gelekî YNK’ê wekî alîgirê Îranê rexne dike û mêvanên Emerîkî re dibêjin Barzaniyan li hember Îranê pirtir bi biryar in, lê cuda ye. Ku mirov bawer bike PDK dijberî Îranê ye, divê mirov tîcareta mezintirîn a petrolê ku li Deriyê Hecî Umran ê de kontrola PDK’ê de çêdibe nebîne. Têkiliya aşkere ya YNK’ê bi Îranê re jî nabe sempatî; pirtir li ser nêzîkbûnê ye û berjewendî ye."
 
 

Sernavên din

18/07/2021
09:01 Hilberînerên mişmişan: Guh nedin fiyetan, mişmişên organîk bixwin
09:01 Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin
09:00 6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN
09:00 Li Ewropayê hejmara miriyên lehiyê derket 168 kesan
17/07/2021
23:08 Li Silopiyayê bi hezaran kes qîriyan: Dem dema yekîtiyê, dem dema şikandina tecrîdê ye
21:19 38 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Ciwanê ket Çemê Êlihê ber avê ket
16:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosya zarokê li qursa Quranê jiyana xwe ji dest dabû
15:34 YNK'ê rayeyên Lahor dewrî Bafil Talabanî kir
15:34 Li Bestayê şewata daristanê û birrîna daran didome
15:34 Sancar, serdana dikandarên Kuşadasiyê kir
15:33 Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin
14:31 Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin
14:30 MEBYA-DER'ê 2’yemîn kongreya xwe li dar xist
14:29 Xwîn çû ser mîdeya girtiyê nexweş ê 70 salî
14:08 ÎHD 35 salî ye: Wê têkoşîna me berdewam bike
14:04 ‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’
13:55 Dayika Şemiyê: Ne me kesên ku hezkiriyên me dan windakirin bidarizînin
13:42 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina cejnê serî li dozgeriyê da
13:35 Malbata Şenyaşar: Dawiya zaliman nêz e
13:18 Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin
12:32 Bi torosa spî birin 26 sal in agahî ji wan nayê girtin
12:28 Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir
11:32 Li Wanê qedexeya çalakiyan 15 roj hat dirêjkirin
11:15 Parêzer û birayê wî li Rihayê hatin kuştin
10:56 Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî
10:34 Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin
10:31 Gergerlîoglû: Em bi berxwedanê hatin girtin û em bi berxwedanê vegeriyan
09:53 Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in
09:39 TIR’a ku rûn dibir Îranê qelibî
09:37 Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan
09:25 Greva birçîbûnê di roja 233'yemîn de dewam dike
09:23 Pîroglû: Kesên dixwazin ji AKP'ê xelas bibin, mecbûr in bên cem gelê kurd
09:20 Şêniyên Taxa Bayirliyê: Em ji ber ava vexwarinê bi jehrê dikevin
09:18 Dê newala Êwilê di bin ava bendava 'ewlehiyê' de bimîne
09:11 Bêhn li Fatsayê çikandine!
09:08 Kulîçeya 2 hezar salî ya suryaniyan
09:05 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Bi zanebûn dereng mudaxile kirin
09:03 Sewalvan: Aborî nemaye, gel perîşan e
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'AN
16/07/2021
21:43 35 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:58 Encamnameya komxebeta şaredariya pirzimanî hat aşkerekirin
16:43 Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn
16:33 Gergerlîoglû: Îro roja serkeftina gel e
16:31 Ji Ahmet Turk bo AKP’ê: Êdî dawiya we hatiye
15:54 Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan
15:51 Parlamenteriya Gergerlîoglû lê hat vegerand
15:35 Li Farqînê kesek kuştî hat dîtin
15:06 Walîtiya Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan a li bajar dirêj kir
14:56 ÎHD: Mafên karkerên şaredariyan tên binpêkirin
13:06 TMMOB: Li gundan pirsgirêka cidî ya avê heye
12:58 Bersûcê Emîne Karakaş hat girtin
12:47 Girtiyê nexweş Ozdemîrlî hat berdan
12:27 Li Amedê erdhej çêbû
12:26 Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin