Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin

  • rojane
  • 09:04 10 Tîrmeh 2021
  • |
img

AMED - Amedî ku ji ber bihabûna fiyetan perîşan bûne û nikarin deynên xwe yê kredyê bidin, diyar kirin ku piştî pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat qutkirin krîz dest pê kiriye û Tirkiye noq bûye. 

Li Amedê me têkildarî bihabûna fiyetan ku her roj biha dibin mîkrofon da ber devê gel. 
 
 
‘DÊ HERIN, XELASIYA WAN TUNE YE' 
 
Esnaf Abdûllah Eser, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetan nikarin debara xwe bikin. Eser, anî ziman ku di demên dawî de her tişt ji sedî 60 biha bûye û got: "Fatûreya ku meha borî 23 TL bû, vê mehê 74 TL hat. Bila kes kesî nexapîne. Ev, xwe dixapînin. Wellehî dê biçin, xelasiya wan tune ye. Xwîna me mêtine." 
 
GER AZADÎ TUNE BE... 
 
Eser, bilêv kir ku çendî ku wexte zebze ye jî lê kîloya firingiyan bi 5 TL'yan dikirin û bertek nîşanî mizgîna îqtidarê a ji bo gaza xwezayî da û got: "Li vî welatî gaza xwezayî jî bê dîtin û petrol jî bê dîtin, lê heya nelirêtî û gendelî lê hebe û demokrasî û azadî tune be, ew welat nemaye, qediyaye." 
 
WELAT NOQ BÛYE
 
Eser, destnîşan kir ku piştî ku îqtidarê pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re qut kiriye Tirkiye veguheriye welatekî ku mirov nikarin lê bijîn û got: "Ka pere? Birao, 128 milyar dolar bi ku de çû? Her kes tiştekî dibêje. Yek dibêje 'pereyekî wiha tune ye.' Yek dibêje, 'nizanim li ku ye.' 128 milyar dolar heye tune ye, bila tiştekî bibêjin. Helbet dê rojekê diyar bibe bê bi ku de çûye. Ez ne dikarim biçim qehwexaneyê ne jî maçê. Bi navê jiyana civakî jiyanek min nemaye. Bi şev nikarim biçim cihekî jî. Nayê bîra min ku di dema vê hikûmetê de çûbim betlaneyê. Piştî pêvajoya çareseriyê hat astengkirin, rastiyên Tirkiyeyê aşkere bûn. Di 5-6 salan de welat noq kirin. Ev ji ber astengkirina pêvajoya çareseriyê wisa bû." 
 
 
Mehmet Bayarê teqawidbûyî jî anî ziman ku meaşê wan ji sedî 8 hatiye zêdekirin, lê hemû ber jî ji sedî 15 hatine bihakirin û got: "Îqtidar yekê dide, dudoyan distîne." Bayar, destnîşan kir ku tu tiştekî bi kêrî gel bê tune ye û got: "Înşelleh dê biçe, û yê bê baş be." 
 
NE XEMA YÊ QESRÊ YE 
 
Sadik Çelîk jî bilêv kir ku tiştê bi destê wan dikeve ancax têra fatûreyên wan dike û dewleta civakî bi temamî ji holê rabûye. Çelîk, anî ziman ku 9 sal in esnaftiyê dike û got: "Xwedê dawiya me bi xêr ke. Dê ev heya kengî wisa dewam bike, nizanim. Berên ku em difiroşin em nikarin bi heqê ku em difiroşin jî bistînin. Ceryan, ggaz û av tên bihakirin. Pereyê di bêrîka de hemû diçe heqê fatûreyan. Em ê heya kengî deyax bikin, nizanim." 
 
Çelîk, destnîşan kir ku her cara ku îqtidar behsa mizgîniyekê dike, piştî wê fiyet biha dibin. Çelîk, bilêv kir ku bi binçavkirin û girtinê gef li mirovan tên xwarin û got: "Tu nikarî hemû welêt têxî girtîgehê. Heger tevahiya Tirkiyeyê li ber te rabe, nexwe tu neheq î. Heger bên jî ser seran ser çavan. Em ji xeynî Xwedê ji tu kesî natirsin." 
 
'EM KARTÊN KREDIYÊ QILOPANÎ DIKIN' 
 
Esnaf Devran Sûn, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetan nikare deynê xwe bide û ji ber vê ketiye ber îcrayê. Sûn, diyar kir ku çay û avê difiroşe û got: "Ava ku min bi 7 lîreyan stend, niha bûye 12 TL. Êdî em tiştekî qezenc nakin. Hema bibêje em hemaltiyê dikin û berên xwe difiroşin gel. Jixwe em nikarin deynê ceryanê bidin. NIha ketime ber îcrayê. Tê dibirin û diçin. Divê aliyê esnafan û mirovan bikin. Gel, beleheq naçe Ewropayê. Heger derî vekirîbûna ez ê jî biçûma. Hevalo, êdî mirov nikarin li vî welatî bijîn. 15 sal in esnaf im, min bi qasî van he rdu salan bihabûneke wisa nedîtiye. Niha der destê cejnê ye, lê milet dikanên xwe difiroşin. Esnaf nemane. Kartên xwe yên krediyê qilopanî dikin. Dawiya me nebaş e, divê ev dewlet biguhere yan na em ê nemînin." 
 
Ahmet Eser jî anî ziman ku gava li gor dilê îqtidarê neaxivin wekî "terorîst" tên dexmekirin û got: "Ê min tenê dolabek min heye, lê vê mehê 305 TL heqê ceryanê ji min re hatiye. EM tiştekî qezenc nakin, bi ser de jî em didin dewletê. Êdî em hew deyax dikin. Meha borî dikana min 17 roja  girtî bû, lê fatûre 186 Tl hat. Ez êvaran jî ceryanê digirim." 
 
'EM DI BIN ZEMMAN DE DIECIQIN' 
 
Mehmet Gunduz jî anî ziman ku îqtidar her roj fiyetan biha dike û got: "Ev zem tenê ne min, bandorê li tevahiya welêt dikin. Fatûreya ku min berê 60 TL bû, niha bûye 110 TL. Em ji gotinek wî zilamî jî bawer nakin. Tu xezîne mezîne nehatine dîtin. Xezîne bêrîka welatiyan e. Çav berdaye bêrîka welatiyan û ji vê re jî dibêje mizgîn. Em di bin van zemman de dieciqin. Em deyn dikin. Em nikarin xercaneyê jî bidin zarokên xwe. Kurê min diçe dibistanê nikarim jê re bêjim 'kurê min ji te vî 10 lîreyî.' Jixwe me porsizoyonên xwe biçûk kirine. Bila rojek berî rojekê biçe, em jê xelas bibin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol

Sernavên din

13/07/2021
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin