Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin

  • rojane
  • 11:25 5 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a DFG’ê, di meha hezîranê de 2 rojnameger hatine girtin, 2 rojnameger hatine binçavkirin û 96 rojnameger jî tên darizandin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha hezîranê aşkera kir. DFG’ê, diyar kir ku bê hiqûqî, astengî û êrîşên li dijî rojnamegeran zêde bûne û wiha got: “Me meha hezîranê bi qerîna rojnamegerê ku got ‘ez nikarim nefes bistînim’ bi dawî kir. Mixabin vê mehê jî mafên gelek rojnamegeran hatin binpêkirin. Doz li ser dozê vekirin û ceza li ser ceza li rojnamegeran birîn. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirov gihiştiye astekê ku ne tenê rojnameger, hemû beşên civakê êdî nikare nefese bistîne. Em hem wekî rêxistina pîşeyên rojnamegeran û hem jî xebatkarên çapemeniyê, ji rewşa li dijî hiqûqê ya Tirkiyeyê bi fikar in. Ji ber vê yekê em hewl didin vê bê hiqûqî û pêşketinên neyînî bi raya giştî re parve bikin. Lê ev hewldan li dîwarê hişmendiya îqtîdarê ya qedexekar diqelibe. Dîsa ev hewldan wekî sûc û îhlala mafên mirovan paş ve li me vedigere.”
 
‘CEZA LI SER CEZA HAT BIRÎN’
 
DFG’ê, da zanîn ku di meha hezîranê de jî rojnameger bi gelek pirsgirêk, zext û cezayan re rû bi rû mane û wiha berdewam kir: “Li rojnamegeran doz li ser dozê hat vekirin. Ceza li ser ceza hat birîn. Li 3 rojnamegeran ceza birîn. Li rêveberê komeleya me û rojnameger Hakki Boltan bi hinceta ‘Heqaret li serokomar kiriye’ ceza birîn. Ev ceza wêneyê hiqûqa Tirkiyeyê ye. Di vê mehê de ji ber du hempîşeyên me cezayên wan hatin erêkirin, hatin girtin. Hevalê me yê Rojnameger Sînan Aygun piştî hat girtin dîsa hat berdan. Di meha hezîranê de bi dehan rojnamegerên dihatin darizandin derketin pêşberî dadger.”
 
‘ROJNAMEGER NIKARIN BI EWLE KARÊ XWE BIKIN’
 
DFG’ê, binçavkirina nûçegihanê AFP’ê Bulent Kiliç bi bîr xist û ev tişt got: “Yek ji binpêkirina herî mezin a mafan; dema nûçegîhanê AFP’ê Bulent Kiliç ê li Stenbolê çalaki dişopand, polisan ew li erdê dirêj kir û pêl li sutuyê wî kirin bû. Rojnameger Kiliç bi astengî û tundiya hişk a polîsan re rû bi rû ma. Polîsan ew li erdê dirêj kir û bê nefes hiştin. Êrîş û tundiya li dijî rojnamegeran tenê bi ve yekê ne bi sînor e. Li gelek bajarên Tirkiyeyê dema rojnamegeran nûçe dişopînin, ji aliyê polîs, esker û derdorên din ve bi tundiyê re rû bi rû man. Vê yekê carek din nîşanî me da ku dema îqtîdar rojnamegeran dike hedef, rojnameger nikarin bi ewle karê xwe bikin.” 
 
‘ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN BI DAWÎ BIKIN’
 
DFG’ê, bal kişand ser zext û sansura li ser çapemeniyê û rojnamegeran û wiha got: “Di meha Hezîranê de me tevan careke din mînakên ‘çawa rojnamegerî nayê kirin’ bi çavê xwe dît.  Rojnamegerên ku bi dewlet, çete û mafyayê re bi hevkarî karê vî pîşeyî dikin, dibin rûreşiya vî pîşeyî û wêneyê şermê. Ya rastî tîpa ku muqtedîr dixwazin ev tîpa rojnamegeran e. Lê divê bê zanîn ku heta rojnamegerên rastî û heqiqêtê bi civakê re par ve dikin hebin, bermahiyên mafya dê nikaribin wekî xwe bijîn. Dîsa divê yên vî welatî bi rêve dibin zanibin ku rojnameger ne di fermana tu kesan de ne. Rojnamegerên ku bi fermanê nûçeyan çê dikin û li gorî daxwaza îqtîdarê rojevê diyar dikin ew ne rojnameger in. Ji ber vê yekê carek din fêdeya dubarebûnê heye; Destê xwe ji pêsîra rojnamegeran berdin. Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin. Dawî li sansura çapemeniyê li binpêkirinên mafan bînin.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
DFG’ê di raporê de binpêkirinên mafan ên meha hezîranê wiha rêz kirin: 
 
* 2 rojnameger hatin binçavkirin.
 
* 2 rojnameger hatin girtin.
 
*8 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man.
 
* 2 rojnameger gefa sîxuriyê li wan hatin xwarin.
 
* Rojnamegerên li qada nûçeyê hatin astengkirin : 7 bûyer 
 
* Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin.
 
* Li 4 rojnamegeran doz hat vekirin.
 
* Li 3 rojnamegeran 8 sal 5 meh û 2 roj cezayê hefsê hat birîn.
 
* 96 rojnameger tên darizandin. 
 
* Li girtîgehan binpêkirineke mafan a rojnamegeran qewimî.
 
* RTUK’ê 3 caran ceza birî.
 
* 21 nûçe, 2 malperên înternetê, 33 naverokên medya dîjîtal hatin astengkirin.
 
* Rojnamegerek ji kar hat derxistin.
 
* 68 rojnameger girtî ne (5’ê Tîrmeha 2021).
 
 
 
 

Sernavên din

06/07/2021
17:59 AYM'ê biryara Gergerlîoglû ragihand
17:32 Ji hiqûqnasan banga Gergerlîoglû: Biryarê pêk bînin
17:12 Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin
16:57 CPJ’ê cezayê hefsê ku li rojnamevan Boltan hatibû birîn şermezar kir
16:33 Li Mêrsînê kamyonet qelibî: 11 birîndar
16:31 Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an
16:28 Bûldan: Wê jin AKP'ê ji meriyetê rakin
16:23 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn
15:31 Dema binçavkirina endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat dirêjkirin
15:01 Parêzerên Ocalan careke din serî li dozgeriyê dan
14:22 Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
13:50 Wezîr 2 bajarên ku varyanta Delta Plusê lê hat tespîtkirin veşartin
13:48 Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin
13:44 Esnafên bazara sewal û kayê bi gazind in
13:30 27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin
12:55 Malbata Şenyaşar: Em bi hevgirtinê dikarin edaletê bînin
12:47 Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin
12:44 HDP wê ji du baskan ve dakeve qadan
12:18 Mengûç: Derzîkirina kêm a li bajarên kurdan ne tesadufî ye
12:03 Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin
11:46 TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
11:24 Doza rojnamevan Bagdat hat taloqkirin
11:13 Li Nisêbînê 11 kes hatin binçavkirin
11:10 Cotkarê titûnê ku gotibû ‘Ji kapîtalîstên tirşikçî re na’: Dirûşma proleterek bindest e
10:52 ‘Hûn jî ji demokrasiyê re bibin hilmek’
10:26 Ocalan: Baykal serdema karên qirêj dewrî AKP’ê kir
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 222'yemîn de berdewam dike
09:04 Derbarê parêzerên Mûsa Orhan de gilî hat kirin
09:04 Jiyana dengbêjan û kilamên wan tên qeydkirin
09:04 Gardiyanên îşkencekar ên doz li wan hatiye vekirin hê jî li ser kar in
09:04 ÎHD: Li girtîgehê ‘lêgerîna dev’ bêhiqûqî ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'AN
05/07/2021
21:07 Aydeniz: Dema ku nêrinên Ocalan belav dibin civak bêhn distîne
19:49 Baroya Êlihê: Qutkirina ava gundan nayê qebûlkirin
18:02 Gelek leşker sewqî Meletî û Semsûrê hatin kirin
17:49 Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin
17:25 Li gundên bêav hatin hiştin weqayên vereşîn û emelê zêde bûn
16:48 Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:35 Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman
16:33 Parlamenterê alman serdana malbata Poyraz kir
16:18 Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin
16:11 Nobeta parlamenteran a li pêş girtîgehê didome
15:40 Sancar: Rêya israra demokrasiyê mezinkirina têkoşîna hevpar e
15:33 Koordînsyona Jinên Ciwan a HDP polîtîkayên sîxûriyê teşhîr kirin
14:45 Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe
14:17 Odeya Denîz Poyraz hat vekirin
14:08 Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin
14:08 Li Kocaeliyê berteka Gergerlîoglû: Biryara AYM’ê pêk bînin
13:44 Avûsturyayê biryara berdewama girtina Korkmaz da
13:37 Partiya Çepgir a Almanyayê serdana HDP'ê kir
13:13 HDP’a Îzmîrê banga beşdariya mitînga 'demokrasiyê' kir
12:50 Denîz Poyrazeke din ji dayik bû
12:39 Lêpirsîna 29'emîn derbarê Bor de hat destpêkirin
12:34 HDP’ê ji bo Gergerlîoglû kampanya da destpêkirin
12:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kir
12:31 Malbata Şenyaşar: Kekê wekîlê AKP’ê gefa kuştinê li me dixwe
12:07 26 roj in tu agahî ji siyasetmedarên ku PDK'ê ew binçavkirine nayê girtin
12:02 Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me
12:01 Li Dihê dijî wesayîta leşkerî teqîn pêk hat
11:50 Karkerên madenê di ketina Enqereyê de hatin astengkirin
11:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:25 Rapora meha hezîranê ya DFG’ê: 2 rojnameger hatin girtin û 96 rojnameger jî tên darizandin
10:46 Di qezaya balafirê ya Fîlîpînan de hejmara miriyan derket 50
10:40 Girtî: Divê mafên Ocalan ên hiqûqî pêk bên
10:39 Li gundên Êlihê bi hezaran însan 13 roj in bêav mane: Serê malê 110 hezar lîre fatûre hatiye birîn
10:38 Ciwanên ku danezana Komkujiya Pirsûsê belav kirin li miduriyeta polisan tên girtin
09:13 Girtîgeha bi Tîpa Sûrê!
09:01 Koma 45'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin!
09:01 12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye
09:01 ‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe'
09:01 Polîsan gef li hevserokê HDP'î xwar: 'Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî'
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN
04/07/2021
23:22 50 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:22 3 cerdevanên nexwestin tevli operasyonê bibin çek danîn
20:08 Heyeta KCD û DBP'ê çû gundê Çewligê
19:52 MED-DER'ê li Bismilê hevdîtin bi zarokan re kir
17:16 Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
17:15 Parêzer Ûysal: Tecrîd şerê li dijî vîna Ocalan e
16:18 HDP ji bo Gergerlîoglû careke din dest bi Nobata Edaletê dike
16:09 AYM’ê ji bo girtina Ozgur Gundemê biryara binpêkirinê da
15:25 ‘Navnîşana hevpar a çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmrali ye’
15:15 Berdana 4 kesên di Doza Kobanê de hat îttîrazkirin
14:57 Li Amedê 54 kes hatin girtin
14:12 Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike
13:50 Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:30 Çalakiyên titûnê mezin dibin
12:39 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
11:39 Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere
11:16 Rayedarên girtîgehê “poşmantî” li girtiya siyasî ferz kirin
10:56 Girtiyên ku agahî ji wan nedihat girtin hatine sirgûnkirin
10:16 Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
10:10 Li Fîlîpînê balafira leşkerî ket
09:29 Ji bermahiyan mirov nikare li Hewselê bigere
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 220'emîn de berdewam dike
09:09 5 roj in ava wan hatiye qutkirin: Zilm e
09:07 Yildirim: Semsûrî debara xwe bi tûtinê dikin
09:05 Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
09:04 Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin
09:02 Dadgehê Parkomata qeyûm betal kir