Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin

  • rojane
  • 09:00 26 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, derbarê xebatên Baroyê de axivî û diyar kir ku dema ku ew hatin hilbijartin xebata wan a sereke serdana Malbatên Roboskî bûye û ji bo ew li pêşî li binpêkrinên mafan bigirin dixebitin. 

Baroya Şirnexê Komcivîna Giştî ya Asayî ya 9'emîn di meha nîsanê de li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart. Parêzer Rojhat Dîlsîz wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di nav rêveberiya nû de ku Komîsyona Ziman jî heye gelek komîsyon hatin damezrandin. Serokê Baroyê Rojhat Dîlsîz derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
Dîlsîz anî ziman ku di nava bajarên herêmê de yek ji bajarên ku herî zêde binpêkirina mafan li Şirnexê diqewimin û armanca wan ew e ku wekî Baroya Şirnexê, ew beşdarî hemû dosyayên civakî bibin.  
 
KOMÎSYON HATIN ÇALAKKIRIN
 
Dîlsîz diyar kir ku di nav sê mehan de, li ser bingehek qanûnî ew hewl didin ku nîşan bidin ku ew li dijî kuştina jin û zarokan, talankirina xwezayê ya li herêmê bikevin nava tevgerê û ji bo pêşî li binpêkirinên mafan bigirin di nava têkoşineke hiqûqê de ne. Dîlsîz da zanîn ku wan di sê mehan de komîsyonên xwe ava kirine û tevî hemû neyîniyan jî komîsyona mafên mirovan û komîsyona girtîgehan çalaktir kirine û komîsyona wan a mafên jin û zarokan jî di demek kin de xebatek erênî bi rê ve birine. Dîlsîz anî ziman ku ew bi van xebatan hewl didin bikaribin têkevin nav dosyayên jinên ku hatin kuştin û zarokên hatine îstîsmar kirin. Dîlsîz got wan komîsyona li dijî talankirina xwezayê jî ava kiriye û ji bo pêşî li talanê were girtin xebatên cidî dikin û di warê hiqûqî de serlêdanan dikin. 
 
'JI BO ZINDÎKIRINA DOSYAYA ROBOSKIYÊ XEBATÊN ME HENE' 
 
Dîlsîz bal kişand ser Doza Roboskiyê û destnîşan kir ku bo ku berpirsyar bi cezayê herî giran bên darizandin ew bi malbat û derdorên cuda re têkilî danîne û wiha got: “Doza Roboskiyê birîna meya nehatiye kewandinê ye. Malbatên me yên ku hatine mexdûrkirin hene. Divê di destpêkê de em xwedî li van malbatên xwe derbikevin. Dema ku em hatin hilbijartin, di serî de me serdana Malbatên Roboskiyê kir. Bêguman, hin malbat û hin akademîsyen hene ku me ji bo zindîkirina vê dozê bi wan re têkilî daniye. Di hin xalan de serlêdan hatine kirin. Di heman demê de li gel malbatan hevdîtinên me didomin. Lê belê, ji me re kesên ku di vê qadê de pîspor pêwîstin ku bikaribin pêvajoyê bi rê ve bibin. Di derbarê vê yekê de biryara DMME'ê heye. Lê belê, bi rêbazeke qanûnî ji bo zindîkirina Doza Roboskiyê em ê bixebitin.” 
 
'EM Ê HEWL BIDIN KU FAÎL CEZAYÊN GIRAN BISTÎNIN’ 
 
Dîlsîz anî ziman ku ew ê ji bo ku berpirsiyar û faîl werin cezakirin û cezayên giran ku heq dikin bigirin, ew ê her pêvajoya hiqûqî ya pêwîst bidin meşandin û got: “Mînak serlêdanên binpêkirinên mafan ên ku di  dema qedexeya derketina derve ya di pêvajoyên 2015-16’an de pêk hatin û her wiha doza derbarê mirina Nihat Kazanhan û  herdu birayên hev biçûk ên li Silopiyê panzêr li wan qelibî hene. Di dosyeya dadgehê de, kesê ku ji mirina Kazanhan berpirsyar  hate eşkere kirin û 13 sal û nîv ceza lê hat birîn. Me got di rastiya xwe de ev ceza têra nake û me doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Bi heman rengî, dosyayên birayên Yildirim niha li Dadgeha Bilind in. Lê mixabin, di dozên ku sûcdar polîs an jî leşker be bêceza dimîne. Weke Baroya Şirnexê, ji bo ku faîl bi cezayê herî giran bên darizandin em di nav hewledanan de ne û weke baroyê em dixwazin ku beşdarî van dosyayan bibin." 
 
'DIVÊ EM PERGALEKE NÛ AVA BIKIN' 
 
Dîlsîz da zanîn ku ew ê wek baroyê bi hesas nêzî dosyayên civakî dibin û got: "Divê em pergalek nû ava bikin ku bikaribe li gorî vê wezîfeyê tevbigere. Baroya Şirnexê baroya herî ciwan a Tirkiyeyê ye. Em hewl didin ku vê dînamîzm û kelecanê li ser barê baroyê zêde bikin û veguherînin hêzek xurt. Tişta ku em dixwazin, baroyê bikin nasnameyek sazûmanî û avahiyek sazûmanî." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

30/06/2021
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
29/06/2021
22:05 Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşotê leyîst
21:33 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:31 Li herêma Omeriya agir bi daristanê ket
21:10 Rêxistinên ciwanan: Kujerên Denîz Poyrazê û yên Pirsûsê heman kujer in
19:26 Rojnamevan Erencî hat bibîranîn
18:36 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:51 Dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Çoban birî
17:37 Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan
17:21 Li Wanê 10 ciwanên di binçavan de hatin berdan
17:09 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin
17:08 Dîrokzan Sedat Ulugana li Maltayê hat binçavkirin
17:04 Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî
16:55 Li Rihayê 4 kes hatin girtin
16:39 Danişîna zarokên ku polisan îşkence li wan kir taloq bû
15:44 Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin
15:37 Sancar: Em ê têkoşîna hevpar dawî li pergala talanê bînin
14:51 Dadgeha Amedê cezayê hefsê li rojnamevan Boltan birî
14:21 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin
13:55 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin
13:49 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê 3 hezar û 300 km rê gerandin e
13:35 Şewata li Dara Hênê hat vemirandin
13:32 Serdanên Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê didomin
13:25 Li Silopiya pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
13:14 Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
13:06 Li parçeyên ku ji laşê wan veqetandine digerin!
12:58 Dozgerê li dosyeya Malbata Şenyaşar dinêre cara 8’emîn guherî
12:43 Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin
12:23 Parêzerên Ocalan serî li serdozgeriyê dan
12:18 Hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir: Wezaretê soz da me ku wê şer dernekeve
12:11 Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin
11:56 Li Bestayê şewat belav dibe
11:48 Navnîşana nû ya tunekirina daran Besta
11:20 Kurê Metîn Lokûmcû: Bi tena serê xwe bimînim jî ez ê edaletê bînim
10:44 Waliyên Şirnex û Duhokê di du mehan de 4 civîn li dar xistin: 38 gund hatin valakirin
10:08 Jin wê di 1’ê Tîrmehê de dakevin qadan
09:59 Li Medenê bi pîleya 4.3 erdhej pêk hat
09:23 Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 215'emîn de didome
09:22 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Plana ku kurdan bera kurdan bidin xistine dewrê
09:22 Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade
09:21 Parêzer Beşdar Hessen: Tirkiyeyê xwest PDK'ê jî 30 sal ceza li rojnamevanan birî
09:11 Lêkolîna hestiyên di şikeftê de hatin dîtin 13 meh in temam nebûye
09:11 Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da
09:10 Kedkarên HDP'ê: Em ê hîn bêtir xurt bibin
09:10 Salvegera 14'emîn a koça Orhan Dogan: Ji bo aştiyê windahiyek mezin e
09:09 Weşanxaneya Na ‘Karmamiz’ a 57 salî weşand
09:07 Zibare û stran palehiyê xweş dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'AN
28/06/2021
19:57 Piştî 5 salan cenazeyê Oner dan malbatê
16:40 TJA’yê serdana HDP’ê û malbata Poyraz kir
15:51 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em têkoşîna hiqûqê qeydî dîrokê bikin
15:13 Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin
14:15 Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin
14:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Dev jê berdana peymanê, pejirandina dijminantiya jinê ye
13:26 Qaymeqamê Pişderê Rûdawê derewand
13:04 Komxebata ‘Dem Dema Parastina Ziman e’ dest pê kir: Roj roja xwedî derketina ziman e
12:57 Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye
12:52 Parêzeran cardin ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan
12:09 Di şerê navbera du malbatan de kesek mir
11:40 Nobeta ‘edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 112’emîn de ye
11:40 Li Bestayê şewat derket
11:25 Mazlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir
11:00 Danişîna rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
10:25 Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin
10:21 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 214'emîn de didome
09:01 Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstikek nû: Don Kîşot
09:01 Kartvîzîtên komeleyan wek delîliya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye nîşandan
09:01 Duzkan: Jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'AN
27/06/2021
21:10 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo rapora ATK’ê sewqî Stenbolê kirin
20:57 Li Gola Wanê tav bi zeraqên xweşik xatir dixwaze
20:40 Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê 5 rojnamevanan erê kir
20:33 Li Hîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
20:29 Ji ber koronayê 52 kesên din jî mirin
19:16 Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da
18:13 Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê
17:06 Polîsên Elman tundiyê li endamên Defend Kurdistanê kirin û binçav kirin
16:33 Şewata li Çewligê di roja sêyemîn de ye: Qadek mezin talan bû
16:28 Li Brukselê komxebata yekîtiya neteweyî
16:05 Xwebûn bi manşeta ‘Em ê tune nebin’ derket
14:33 Ciwanên wanî, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin
13:53 Di serdegirtina malê de gefa destavêtinê lê xwarin
12:56 Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:45 Tîmên dij-terorê yên PDK'ê Hevalê 15 salî qetil kirin
11:29 Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar
11:09 Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir
10:58 Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin
10:35 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin
09:56 Girtîgeh bi hinceta 'em tên rexnekirin' nameyan desteser dike
09:16 Zarokên Kurd dê bi zimanê xwe li tama klasîkên zarokan yên cîhanê binihêrin
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 213'yemîn de didome
09:14 Dê Demîr giliyê polîsan bike
09:13 Dayika Medenî Yildirim: Kujerê Medenî kujerê Denîzê ye
09:11 Wesayît ajotin ser, bi mirin gef lê xwarin
09:10 Dê li Rihayê deng ji fîqê neyê!
09:08 Aycan a bi salan tahde lê hat kirin: Di 1'ê Tîrmehê de dakevin kuçeyan
09:06 Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome