Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, ekolojîst Christoph Pfahl, ku hevdîtinê xwe yên li Kurdistana Federe didomîne, bal kişand ser karesata xwezayî ya ku di encama operasyonê de rû dide û got: “Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayê neyê girtin.”

 
Hevdîtinên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ya ku piştî operasyona Tirkiyeyê û tevlîbûna hêzên taybet ên PDK’ê, ligel hemû astengiyan jî ji Ewropayê derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû, dewam dikin. Înîsiyatîf ji 14 welatên Ewropayê pêk tê û di nava wê de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hûnermed û ekolojîst cih digirin. Ekolojîst Chrîstoph Pfahl ê di nava înîsiyatîfê de cih digire, ev nêzî du heftane li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe dewam dike. Pfahl, çavdariyên xwe yên li herêmê, fikar û gumanên xwe yên derbarê karesata xwezayê de, ji ajansa me re parve kirin. 
 
HELWESTA PDK’Ê
 
Ekolojît Pfahl, diyar kir ku beriya ku ew li Balafirgeha Hewlêrê bên xwarê, wan şewatên daristanên yên di encama operasyonên Tirkiyeyê de ji hewa ve dîtine. Pfahl, da zanîn ku dema ew li Helêrê hatin xarê, asayîşê ji bo wan normal tevdigeriya û wiha axivî: “Dûre helwesta PDK’ê ya li dijî me guherî. Heta ku belavoknameya Wezareta Karên Hûndir nehat weşandin, tu astengî tunebû. Piştre, bi taybetî hatina şandeyên ji Elmanya û Fransayê hatin astengkirin. Asayişê li ber otela me barîkat danîn û destûr nedan ku em li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî bidin.” 
 
ROJA NAVBEYNKARIYÊ
 
Pfahl, anî ziman ku wan daxuyaniya Wezareta Karên Hûndir a Herêma Kurdistana Federe ya "Ji bo kaosê derbixin hatine’ ecep dîtin û wiha dewam kir: “Ji bo ku em di navbera partiyên Kurdan de diyalogê bidin avakirin, pêşiya şer û pevçûnan bigirin hatin vê derê. Xuya bû ku KDP bûye qurbanê agahî dayînên şaş ê Tirkiyeyê. Tirkiye dibêje ew li dijî PKK’ê şer dike. Lê di rastiyê de li dijî Herêma Kurdistanê û hemû gelê wê dest bi şer kiriye. Di heman demê de êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û cihên cuda dike. Ligel vê jî PDK baweriya xwe bi gotinên Tirkiyeyê tîne. Ev ji bo me pir xemgîne. Em li vê derê dixwazin bi PDK’ê re diyalogeke rast bikin. Me xwest em navbeynkariya di navbera partiyên Kurd de bikin û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê daxuyanî û helwesta PDK didin xuyakirin ku ew pir ne eleqedar in ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”
 
 BERJEWENDIYA TIRKIYEYÊ YA BI ELMANYAYÊ RE
 
Ekolojîst Pfahl, dest nîşan kir ku PDK bi awayekê çav girtî bi her tiştê Tirkiye bawer dike û wiha pê de çû: “KDP, hem bi zanistên îstîxbaratî yên Tirkiye û hem Ewropayê, nemaze bi Elmanyayê re di nava diyalogê de ye. Tirkiye û Elmanya ji mayîna me ya vê derê qet ne keyfxweşin. Di pevçûneke navbera Kurdan de berjewendiyên her du welatan jî hene. Em dixwazin vê asteng bikin.”
 
TIRKIYE PROVOKA DIKE
 
Ekolojist Pfahl, diyar kir ku PDK tê lîstika Tirkiyeyê û wiha çavdariyên xwe yên li herêmê vegotin: “Me dît ku Tirkiye êrişî gundan dike, herêmê dagir dike, êrişî gelê sîvîl dike, daristanên mezin dişewitîne û baregehên xwe yên eskerî li herêmê ava dike. Ev hemû nîşan didin ku Tirkiye ne li dijî PKK’ê, li dijî tevahiya Kurdistanê şer dike. Tirkiye ji bo provokasyona şerê di navbera Kurdan de, çi ji destê wê tê dike. Me hevdîtin bi KCK û HPG’ê hevdîtin kirin. Ew amade ne ku li ser maseyê rûnin û bi hemî aliyên siyasî re danûstandinan bikin da ku pêşî li vê pevçûnê bigirin. Dixwazin yekitiya neteweya Kurd ava bikin. Li dijî êrişên Tirkiyeyê pêdivî bi vê yekê heye. Em jî ji bo vê li vê derêne. Ji bo avakirina aştiyê, pêwîstî bi yekitiya neteweya Kurd heye. Ez hêvî dikim ku PDK jî helwesta xwe ya niha biguherîne.” 
 
KARESATA XWEZAYÊ
 
Ekolojîst Chrîstoph Pfahl, şewata daristanan bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê daristan dişewitin. Wêrankirina xwezaya Kurdistanê, yek ji taktîkên şerê Tirkiyeyê ye. Me ev li Rojava dît, birîna avê ya Tirkiyeyê dît. Bi germbûna global re, êdî tî û birçîbûnek pir mezin heye. Heman tiştî li Iraq û Kurdistana Federe jî dike. Divê ev êriş bi dawî bibin. Li vê derê çekên kîmyewî bi kar tîne û axê jehrî dike. Em encamê vê yekê dibînin. Li vir mirov xwarina xwe ji vê axê digirin. Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayê neyê girtin.”
 
MA / Gozde Çagri Ozkose - Mujdat Can
 

Sernavên din

26/06/2021
12:01 Xizmên Windayan li aqûbeta Guler pirsîn
10:42 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
10:38 Ocalan: Sûcê min vexwendina jiyana azad e
09:14 Di erdhejê de xaniyên gundên Depê xesar dîtin
09:00 Dêra hezar û 400 salî kirine axur!
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 212'emîn de didome
09:00 ‘Civaka ku jinê bi tenê bihêle, dê têk biçe'
09:00 Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê
09:00 Ozturk: Dê mohra li deriyê KCD'ê nikaribe pêşî li ber xebatên me bigire
09:00 Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin
09:00 Serokê Baroya Şirnexê: Em ê hewl bidin pêşî li binpêkirinên mafan bigirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
25/06/2021
23:01 Tirkiyeyê li wî aliyê sînor 70 heb binkeyên eskerî ava kiriye û 30 hezar esker bi cih kirine
22:40 Li Xarpêtê erdhej
21:05 Dadgehê 50 sal ceza li wan birî
20:43 Li Dara Hênê agir bi daristanê ket
20:38 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Di Doza Kobaniyê de 4 kesên din jî hatin berdan
16:59 Hat angaştkirin ku li Rihayê ciwanekî dawî li jiyana xwe aniye
16:51 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozkan bê berda
15:38 2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît
15:22 Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin
15:22 Hat angaştkirin ku di hewadariya Giretîgeha Amedê de gule hatiye berdan
15:16 Danişîna Mûsa Farîsogûllari hat taloqkirin
15:11 Hunermend Kazim Koyûncû li ser gora xwe hat bibîranîn
15:10 Rapora girtîgehê: Muameleyên xirab, lêdan û îşkence zêde bûn
14:52 Di doza Gokalp de 'şahid' çerx kir: Nizanim min ji kesek din bihîst
14:39 Endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin berdan
14:33 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir: 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan
14:32 Stasyona bazê di çavdêriya polîsan de tê çêkirin
14:00 Maçoglû: Şahidê nepen ê di Doza Kobanê de veşartin, di doza girtina HDP’ê de derket holê
13:32 YE'yê ji bo Tirkiyeyê 3 milyar euro erê kir
13:31 Doza ‘rêziknameya înfazê’ ya Baroya Amedê hat redkirin
13:31 21 rêxistinên sivîl ji bo Ozkan banga berdanê kirin
13:11 Ji bo derbasî TÎP'ê bibe ji CHP'ê îstifa kir
13:11 Hevşaredara Dêrikê Esmez hat berdan
13:06 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:46 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan
12:09 Doza Kobanê berdewam dike
11:28 Malbata Şenyaşar wê hevdîtinên xwe yên li Stenbolê bidomîne
11:26 Wezareta Karên Derve ya Norwecê: Em hebûna Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê bifikar in
11:09 Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn
11:07 Îdiaya îşkence li Denîz Poyraz hatiye kirin: Divê testa DNA’ya kêran were kirin
10:46 Sancar: Wê rêya me gel diyar bike
09:30 AYM wê serlêdana Gergerlîoglû di 1’ê tîrmehê de binirxîne
09:26 200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 7 meh li pey xwe hişt
09:05 Orhan: Dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin
09:05 Parêzer Erol: Hat dîtin ku darizandina siyasetmedarên kurd ne hêsan e
09:05 'Divê hêla Kazim a xwedîderketina li şoreşgeriyê jî neyê jibîrkirin'
09:05 'Sedema krîzê polîtîkaya şer a Erdogan e'
09:05 Ava Heskîfê kêm bû, avahiyên dîrokî xuya kirin
09:05 Di 4 salan de derbarê rojnamevan Candemîr de 40 lêpirsîn
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:19 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
24/06/2021
20:10 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417
17:05 Malpera Jinnewsê 31 car e tê astengkirin
16:19 Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn
15:57 Gundê Mijî 7 caran hat bombebarankirin
15:51 Zilamekî li Reyhanliyê tecawizî jina 78 salî kir
15:47 Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe
15:26 Rapora Girtîgeha Êlihê: Lêgerîna tazî, îşkence û miemeleya xerab
15:13 Ji 3 kesên ku PDK’ê desteser kirin agahî nayê girtin
15:02 TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza darizandineke adil kirin
14:49 Malbata Şenyaşar jî li Konferansa Demokrasiyê ye: Malbata min tune kirin
14:38 TÎGEM ji bo sewal nefirin dîwar lê dike!
14:34 Rojnameya Avrupa ji bo Bahçelî got: TU YÎ Terorîst
14:32 Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin
14:23 Ji bo beşdariya meşa Denîz Poyraz bang hat kirin
14:03 Hat xwestin dozên rojnamevan Evren bibin yek
13:56 Polisan daxuyaniya EŞÎK'ê ya li pêşiya Şûreya Dewletê asteng kirin
13:31 Derbarê bersûcên fîrarî yên doza Hrant Dînk de biryar hat dayîn
13:27 Gunay: Em dikarin bi têkoşînê pergala talan û tecrîdê biqedînin
13:20 Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye?
12:53 Rapora TÎHV'ê ya 2020'an: 3 hezar binpêkirin û 404 îşkence pêk hatin
12:47 Qeyûm rengên ku esnafan daliqandin ne eciband
12:34 Îstînafê biryara beraetê xera kir û faîlê destdirêjiyê hat girtin
12:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî serdozgeriyê dan
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê