Qaymeqam gef li gundiyên ku li dijî kana mermer derketin xwar

img

AGIRÎ - Gundiyên gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ku li dijî kana mermer li ber xwe didin, ji aliyê qaymeqamê navçeyê ve ev gef li wan hat xwarin: “Heke hûn ji malan dernekevin ez ê bi zimanekî din bi we re biaxivim. Ev der mêrga dewletê ye.”   

Şîrketa Şêwirmendî û Endezyariyê ya Yeşîl Dogayê, ji bo ku li gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê kana mermer vebike, di 17’ê hezîrana 2019’an de ji bo Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) serî li Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê da. Piştî serlêdanê xwediya projeyê Yûrdanûr Işık, wezaretê xwest li herêmê lêkolîn bê kirin. Piştî ku lêkolîn temam bûn, di 8’ê cotmeha 2019’an de biryara “ÇED ne pêwîst e” hat dayîn. Di ser vê biryarê 2 sal derbas bûn û ji aliyê şîrketê ve li gund starta xebatên vekirina kanê hat dayîn
 
 
GUNDÎ LI DIJÎ KANÊ NE
 
Rayedarên şîrketê ku beriya demekê hatin gund, bi hinceta ku tapoyên wan tune ne ji gundiyên ku li herêma tê xwestin kan lê bê avakirin dijîn xwestin ji malên xwe dervekevin. Ji ber ku gundî li dijî şîrketê derketin di 17’ê hezîranê de Qaymeqamê Giyadînê Alper Balci ku di heman demê de qeyûmê Şaredariya Giyadînê ye jî bi hejmarake zêde leşker re hat gund. Hat hînbûn Qeyûm Balci, gotiye ku ji ber qada ku tê xwestin kan lê bê avakirin çêrgeh e û tapoyên malan tune ye xwediyên wan nikarin doza tu mafî bikin.  Her wiha Qeyûm Balci, gundiyan hişyar kiriye ku li dijî şîrketê dernekevin. 
 
GEFA QAYMEQAM
 
Ji gundiyên ku tê xwestin mala wê bê hilweşandin Mûazzez Yildiz, diyar kir ku li dijî kanê ne û wiha got: “7 zarokên min hene, heke malê min bê hilweşandin em ê li derve bimînim. Wê ji malên me yên ku bên hilweşandin dê pere jî nedin. Şîrket heqaret li me dike. Ev ne bes e, qaymeqam jî bi sedan leşkeran hat malên gund dorpêç dike. Qaymeqam dibêje, ‘Heke hûn dernekevin ez ê bi zimanekî din biaxivim. Ev der çêrgeha dewletê ye’. Qaymeqam gef li me û zarokên me dixwe. Ers û gundê min li vir e. Bila destê xwe ji qirêka me vekişînin û mala me xera nekin.” 
 
HINCET: MALÊ XÊZÎNÊ YE
 
Gundî Yûsûf Yildiz jî detnîşan kir ku qada tê xwestin kan lê bê çêkirin 22 mal hene û ev tişt gotin: “Tapoyên malan tune ne. Tapo Qadastro hat herêmê û li ser gotinên hin kesan devera ku mal lê ne weke çêrgeh nîşan da. Ji ber ku em li dijî hilweşandina malên xwe derketin qaymeqam hat gund. Got, ‘Min ji were silavên Walî anîne, ev der malê xêzînê ye’. Me jî jê re got, ‘Wê risqê zarokên me çawa bibe?’ Mutehît jî beyî ku bi me re biaxive û em li hev bikin wê di demeke nêz de dest bi xebatan bike. Qaymeqam got, ‘Heke ev zilam dema ku dest bi kar bike, heke hûn jê re astengî derbixin wê rewş biguhere. Wê serdozger çavên we bigire û we bavêje hundir’. Em di rewşeke perîşan de ne.” 
 
‘EM Ê LI KUÇEYÊ BIMÎNIN’
 
Hatîce Yildiz ku bertek nîşanî xwestina hilweşandina mala xwe da, diyar kir ku bi salan de li gund dijîn û ev pirs kir: “Em ê bi kuderê ve biçin? Em ê dev ji mala xwe bernedin.” Seyran Yildiz jî da zanîn ku dahateke wan tune ye û ev tişt anîn ziman: “Heke mala me bê hilweşandin em ê li kuçeyê bimînin. Zarokên me hê biçûk in. Herkesê ku li vir dijî di heman rewşê de ne. Di hêla aborî de di rewşeke zehmet de ne. 5 zarokên min hene, wê çawa be halê me?” 
 
KANÊ NAXWAZIN 
 
Gundiyê bi navê Mûrat Yildiz, da zanîn ku qaymeqam ji wan re gotiye, ‘Ev der cih û warê min e. Çawa bixwazin ez ê wisa bikim û xera bikim. Heke bixwazim dikarim we teva bavêjim derve jî. Wê şîrket bê bixebite û gere kes ji we dengê xwe neke. Heke pêwîst bike wê malan jî xera bike. Mafekî we yê rûniştinê li vir tune ye’. Yildin, bi lêv kir ku ew jî mane heyirî ku dê çi bikin û wiha got: “Em jî nizanin ku çi bikin. Kan xesarê dide hawirdorê. Xesara wê ji sewalkariyê re jî heye. Wê qamyon û kemce di gund de derbas bidin. Zarokên biçûk hene. Heke tiştek bi yekê bibe em ê çi bikin. Em kanê naxwazin.” 
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

24/06/2021
12:26 Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene
12:25 Konferansa Demokrasiyê dest pê kir
11:58 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî: Em bi hiqûqa dijminane re rû bi rû man
11:35 Şandeya KNK’ê çû Mexmûrê: Êrişên Tirkiyê li dijî qanûnên navdewletî ne
11:25 Balafirên şer gundê Mijî bombebaran kirin
11:15 Rojnameger Çoban sirgûn kirin
11:14 Penaber bi rojan tî û birçî di axuran de tên sekinandin!
11:02 Jin derdikevin qadan: 1'ê tîrmehê ne dawî destpêk e
10:14 ‘Ev pergala nû bi têkoşîna hevpar dikare were hilweşandin’
10:12 Hevserokê TEV-DEM`ê Hiso: Sewqiyatên PDK'ê provakasyon e
09:57 Polisan kesên Denîz Poyraz bi bîranîn binçav kirin
09:50 Ciwanên HDP'ê ji bo Denîz Poyraz meşiyan
09:31 Caferî: Petrol û gaza xwezayî ku DAIŞ'ê didizî kurê Erdogan bi rê ve dibir
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 210'emîn de didome
09:02 Biraziyê Şaredarê AKP'î ku bû sedema mirina 4 kesan, tenê 8 mehan di girtîgehê de ma
09:02 Ciwanên HDP'î tûrnûvaya futbolê li dar dixin
09:02 Serokê Odeya Çandiniyê Yildiz: Cotkar perîşan bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2021'AN
23/06/2021
23:21 Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz hatin berdan
23:13 Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin
23:08 'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin'
20:56 Li Stenbolê gelek sazî çûn şîna Denîz Poyrazê
19:54 Îro 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:17 Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû
18:46 Onder: Bi pêşniyar, teklîf û pejirandina hikûmetê daxilî nav pêvajoya çareseriyê bûm
18:21 Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin
18:13 Ji bo Denîz Poyrazê mewlûd dan
17:01 Dosyeya ku 20 sal berê jê hatibû darizandin, dîsa jê hat pirsîn
16:34 CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan
16:17 Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin
15:55 Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze hatin binçavkirin
15:52 Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin
15:25 EŞÎK'Ê bang li Şûreya Dewletê kir
15:17 ÎHD’a Wanê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:52 Başaran bersiva Bahçelî da: Em hemû Denîz Poyraz in
14:43 Rêxistinên çapemeniyê: Rizandin û rezîliyek wiha qet nehatiye dîtin
14:35 Polîsan mudaxileyî jinên ku xwestin konê li pêş HDP’ê were rakirin kirin
13:31 Amediyan afîşên Dewlet Bahçelî rakirin
13:18 Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir
13:16 Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe...
12:49 Dozger heta 35 salan ceza ji Berdevka TJA’yê Gokkan re xwest
12:22 Maseya ku AKP li aliyekê wê bû kirin hinceta girtina HDP'ê
12:21 Ekolojîst Pfahl: Ger Tirkiye neyê sekinandin, wê pêşiya karesata xwezayî neyê girtin
12:20 Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir
12:00 Malbata Şenyaşar balê dikişîne ser qewimînên li nexweşxaneyê
11:48 Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
11:34 Li Hezexê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
11:24 ‘Îqtidarên ku partiyên kurdan girtin hemû têk çûn, wê ev jî têk biçin’
10:59 Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:37 Konseya Serokatiya YNK’ê: Em amadene navbeynkariyê bikin
10:28 Di şewatê de 3 zarokên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan
10:08 ‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 209'emîn de didome
09:05 Walîtiya Rihayê dikana ku dabû hosteyê dawî yê qezazê, jê distîne
09:05 ‘Em ê hesabê Sakîne, Sêvê û Denîzan bipirsin'
09:05 Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye
09:05 Serlêdanên Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kûrt dest pê kirin
09:04 Nobeta Dehla Valîdebagê digirin: Em betonê naxwazin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:49 Hevserokê YNK'ê Cengî: Em ê tevlî şerê navxweyî nebin
08:28 Di lêpirsîna Hurmuz Dîrîl de kesek hat girtin
22/06/2021
22:08 Piştî 2 mehan cenazeyê Saglam dan malbatê
21:42 Nobeta ji bo Poyrazê tê girtin didome
20:21 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:40 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket
17:10 Dadgeha Dihokê salek ceza li rojnamevan Umêd birî
16:54 Li Stenbolê zilamekî hevjîn û kurê xwe kuştin
16:34 KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin
16:31 Hevdîtinên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêz e li Silêmaniyê didomin
16:23 Emîne Şenyaşar bi zorê rakirin nexweşxaneyê
16:00 Girtiyê nexweş Tanboga sewqî ATK’a Stenbolê hat kirin
15:45 Girtiyên ji Efrînê: Îşkence li me kirin û gefa destdirêjiyê li me hat xwarin
15:41 Şertên kontrola edlî yên Hevşaredar Elîk û Oncu hatin rakirin
15:39 Di 3 salan 3 caran êriş kir: Çiqas ku tê berdan êriş dike
15:02 Qetilkirina Denîz Poyraz li Serê Kaniyê hat şermezarkirin
14:41 Ayşe Gokkan sibê tê dadgehkirin: Em ê hişmendiya darazê bidarizînin
14:12 Serdanên sersaxiya şîna Denîz Poyraz berdewam dike
14:12 Ji Ustun ji bo heyeta dadgehê: Ev doz mudaxaleyeke siyasî ye û hûn jî dibin amûr
13:49 Bûldan: Bahçelî komkujiyê girt ser xwe
13:47 Serokê Giştî yê PÎA'yê Kamaç: Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe
13:42 Onaran a ÎHD’yî hat binçavkirin
13:20 Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê: Faîlên esil li Enqereyê ne
12:41 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:35 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
12:35 Çapameniya kurd talankirina pîşesazî, zeytûn û berhemên dîrokî ya li Sûriyeyê gelek caran nivîsand!
12:32 Fezlekeya ku nehat Meclîsê di îdianemeya HDP’ê de ye!
12:25 Ji bo Tuzel û Şik jî qedexeya siyasî tê xwestin
12:03 Malbata Şenyaşar: Ne çalakiya rûniştinê em ji bo mafekî têdikoşin
11:55 Parêzerên Doza Kobanê: Hiqûqa dijminane bi tundî tê sepandin
11:24 ‘Doza KCK'ê ya Çapemeniyê’ taloq bû
11:16 Li 5 bajaran bi ser 100 malan de girtin
10:57 Ji Merkel û Draghi daxuyaniya peymana penaberan
10:44 Nedîtina şopa guleya li dîwar xemsariya li hemberî bûyerê dide nîşandan
10:08 HDP li dijî girtinê dadikeve qadê: Mitînga destpêkê li Îzmîrê ye
10:03 Li Panosê 4 kes hatin girtin
09:47 14 endamên Partiya Şoreşger û Dev-Guçê hatin binçavkirin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 208'emîn de didome
09:04 Nîşana gurgeboz bûye sembola zilamên ku jinan dikujin
09:04 Di pandemiyê de heqdesta jinên karên nav malan dikin kêm bû
09:02 Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Exo: Armanca me rawestandina dagirkeriyê ye