KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin

  • rojane
  • 17:02 13 Hezîran 2021
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bertek nîşanî astengkirina endamên Şandeya Aştiyê yên xwestibûn ji bo balê bikişînin ser operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor biçin Hewlêrê da û ev tişt got: “Em bang dikin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê dest ji astengkirina dostên kurdan berde.”
 
Konseya Meclîsa Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî astengkirin û dersînorkirina endamên Şandeya Aştiyê ya li Balafirgeha Hewlêrê daxuyanî da. 
 
XWEZAYÊ TALAN DIKE
 
Daxuyaniya KNK’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:
 
“Weke tê zanîn nêzî 50 roj e dewleta tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrişî penaberên Mexmûrê dike û mirovên bêguneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê Kurd li hember dewleta Tirk helwest bigrin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin. 
 
JI BO AŞTÎ Û DIYALOGÊ ÇÛN
 
Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê kurd, dikevin nava lêgerînan û li gorî xwe li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku ji bo xwedî derketina gel û ji bo li hember êrîşên dewleta tirk helwest bigrin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê kurd çûne Başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedî derketina gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.
 
ÎDIAYÊN WEZARETÊ JI RASTIYÊ DÛRIN
 
Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê, van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Li ser navê Wezareta Navxweyî tenê daxuyanî dan. Bi vê daxuyaniyê jî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên li dijî asayîşa herêmê didin nîşandan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûrin û ne di xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi tamamî ji bo piştgiriya gelê kurd çûne wê derê.
 
EW KES WEKE DÎPLOMATÊN KURD XEBITÎNE
 
Ew kesên çûn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de û di berxwedana Şengal û gelek deverên din ên Kurdistanê de, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên kurd girtine û bedel dane. Her weha van kesan di asta cîhanî de doza gelê kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê niyetê, bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhvanên ezîz ên Kurdistanê ne. Pêwîste em mêhvanperweriya xwe li hember wan bidin nîşandan, pêwîste ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û bêne hembêzkirin.
 
LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK HELWEST NÎŞAN BIDIN
 
Bi vê munasebetê, em bang li hukumet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn. Em bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdistanî û gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan bikin mêhvan û xwedî li wan derkevin. Her wiha em hemû bi hev re bi dostên xwe re, li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, helwestê nîşan bidin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.”
 

Sernavên din

17/06/2021
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin