Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne

  • rojane
  • 10:53 11 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne û got: “Ji bilî provokasyonan tu argûmanek di destê Tirkiyê de nemaye. Lê wê hêzên kurd neyên van leyîstikan.” 
 
Tirkiyê di 23’yê Nîsanê de li dijî deverên Metîna, Zapê û Avaşînê yên bi ser devera Herêma Kurdistana Federe ve operasyona leşkerî da destpêkirin û ev êriş ji bejahî û asîmanî ve didome. Tirkiye tevî her roj leşker û cerdevanan sewq dike jî nikare bi pêş ve biçe. Vê carê jî hêzên bi navê Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxilî operasyonê hatin kirin. Tirkiye ji asîman ve êrişî deverên gerîla dike û yekîneyên taybet ên PDK’ê jî ji bejahiyê ve êrişî nuqteyên HPG’ê dike. Raya giştî ya kurdan nerazîbûnek mezin nîşanî yekîneyên taybet ên PDK’ê ku daxilî operasyonê hatine kirin didin û vê rewşa heyî wek “xiyanetê” pênase dikin. 
 
PEYMANA LOZANÊ 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Keskîn anî ziman ku ev operasyonên li pey hev li Başûr, Bakûr û Rojava pêk tên amadekariya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ye û bi pêngavên stratejîk dixwazin Peyaman Lozanê nûjen bikin. 
 
TÊKILIYÊN TÊN MEŞANDIN 
 
Bayindir bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê û PDK’ê û wiha got: “Tirkiye ji bo ku armanca xwe ya nûjenkirina Lozanê pêk bîne têkiliyên xwe bi PDK’ê re li pêş dixe. Di rastiya xwe de têkiliya Tirkiyê ne li ser esasen ku Rêveberiya Başûr nas bike û têkiliyên dîplomatîk û siyasî li pêş bixe ye. Armanca Tirkiyê bi temamî ew e ku dagirkeriyê pêk bîne û statûya kurdan dabeş bike. Gelê kurd qet û qet viya qebûl nake. Van têkiliyan bi pirsgirêk dibîne. Ev têkilî hem destkeftiyên gelê kurd dixe xetereyê û hem jî zirarê dide siberojê.” 
 
‘TIRKIYE PDK’Ê BI KAR TÎNE’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne û êrişan didomîne û û got: “Tirkiye li dijî Başûrê Kurdistanê polîtîkaya bêmirov hiştinê bi rê ve dibe. Êdî em dibînin ku rêveberiya PDK’ê têkiliyên xwe yên girêj ên li gel dewleta tirk bi rê ve dibe, nikare veşêre. Em bi heyîrî li firotina axê û bêmirov hiştina herêmê temaşe dikin. Gelê me jî vê rewşê dişopîne. Em dibînin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî têkiliyên PDK’ê û Tirkiyê radibin.” 
 
ÊRIŞA LI METÎNA 
 
Bayindir bal kişand ser li Metînayê êrişa di 5’ê hezîranê ya li dijî yekîneyên taybet ên PDK’ê pêk hat û wiha got: “Tirkiye di 30 salên dawî de li Başûrê Kurdistanê provokasyonek cidî ji xwe re kiriye tecrûbe. Em dikarin bêjin û dema meriv li awayê bûyerê dinêre diyar dibe ku êrişek rasterast ji aliyê Tirkiyê bi awayek provokatîf pêk hatiye. Di nava vê hewldana provokatîf de hin hêzên di nava PDK’ê de cih digirin jî hene. Meriv dikare bêje ku di nava PDK’ê de jî têkiliyên qirêj hene.” 
 
‘JI BILÎ PROVOKASYONAN TU ARGÛMAN NEMAYE’ 
 
Bayindir anî ziman ku tifaqa AKP-MHP’ê polîtîkaya “kurd û kurd bi hev bide şikandin” bi rê ve dibe û wiha got: “Gelê kurd di rewşek dîrokî û awarte de derbas dibe. Gelê kurd bi her awayî ketiye qonaxa statûya xwe û azadiya xwe ku bi dest bixe ye. Ev tifaqa faşîst a Tirkiyê dixwaze berê kurdan bide hev. Polîtîkaya dabeşkirina kurdan bi rê ve dibe. Vê polîtîkaya xwe jî bi destê yekîneyên taybet ên di nava PDK’ê de pêk anî. Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku gelek bûyerên wek vê biqewimin. Çimkî ji bilî van cûreyên provokasyonan tu argûman di destê dewleta tirk de nemaye. Lê belê wê hêzên kurd neyên vê leyîstikê.”
  
PROVOKASYON 
 
Bayindir da zanîn ku gelê kurd û siyaseta kurd dê bi provokasyonan ranebin û wê bertekên parlamenterên kurd ên li Herêma Kurdistanê û parlamentoya Iraqê didin nîşandan dê li dijî van êrişan bibe bend. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Bayindir li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û vê bangê kir: “Gelê kurd êdî hatiye wê astê ku azadî û siberoja xwe temîn bike. Tu hêz nikare yekîtiya kurdan bi hewldanên provokatîf dabeş bike. Piştî vê pêvajoyê divê her rewşenbîr, nivîskar û partiyên siyasî ji bo yekîtiya gelê kurd bikeve nava hewldanan.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

14/06/2021
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’