Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin

  • rojane
  • 13:00 3 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Di danişîna doza rojnamevan Abdurrahman Gok de ji bo mutala were amadekirin dosye ji bo dozgeriyê hat şandin û danişîn hat taloqkirin. 
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok di Newroza 2017’an a Amedê de kêliya ku polîs Kemal Kurkut kuşt wêne girtibûn. Ji ber ku Gok van wêneyan girtiye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û heta 20 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin. Danişîna duyemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerên xwe Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar li eywana danişînê amade bûn. Gelek rojnamevanan û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî danişîna hevpîşeyên xwe şopandin. 
 
‘BEYANÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ NE RAST IN’ 
 
Îdidayên şahidê veşarî bi navê “Sabir” ku li dosyeyê hatiye barkirin ku di îfadeyên xwe de gotiye ku Kemal Kurkut endamê rêxistinê ye û Abdurrahman Gon jî li ser fermana Qendîlê wêne girtiye, ji Gok hatin pirsîn. Gok anî ziman ku ew beyanên şahidê veşarî qebûl nake û rastiya îdiayên wî wek sifrê nîşan da. Gok destnîşan kir ku îdiayên şahidê veşarî ne rast in û wiha got: “Ev îdiayên wî derew in. Ez napejirînim. Şahid dizane ez rojnamevan im û ji fakulteya ragihandinê mezûn bûme. Ev agahî ne veşartî ne. Her kesê ku bixwaze dikare xwe li ser enternetê bigihînê.” 
 
'KEMAL KURKUT RENCÎDE DIKIN’ 
 
Gok anî ziman ku şahidê veşarî Kemal Kurkut jî wek “endamê rêxistinê” nîşan daye û ev yek rewşa “ku Kemal Kurkut rencîde dike” nîşan dide û got: “Li gorî îfadeyên şahidê veşarî daye min li ser fermanê wêneyên Kemal Kurkut girtiye. Qey meriv dibêje min û polîsê Kemal kuştiye li hev kiriye daye nîşandan. Tiştên ku şahidê veşarî dibêje ne rast in.” 
 
'EV DOZEK DIJMINATIYÊ YE’ 
 
Parêzerê Gok, Mehmet Emîn Aktar jî ew di gelek dozan de bi van bobelatên şahidên veşarî re rûbirû dimînin û heman rewş di dosyeya miwekîlê me de jî heye. Aktar anî ziman ku divê îfadeyên şahidê veşarî esas neyên girtin û miwekîlê wî ji ber pîşeya xwe wêneyê kuştina Kemal Kurkut girtiye û ji vê sedemê tê darizandin û got: “Ev doz doza dijminatiyê ye.” 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ BI BELGEYAN DEREWAND 
 
Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku şahidê veşarî beyanên ku miwekîlê wî Gok di salên 2016-2017’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ser navê rêxistinê xebat birêve birine û di wê dîroka ku şahidê veşarî dibêje miwekîlê wî Abdurrahman xebatên xwe rojnamevaniyê kiriye û ji ber pîşeya xwe li Iraqê bûye û têkildarî vê jî belge pêşkêşî dosyeyê kirine. 
 
Tamûr anî ziman ku şahidê veşarî yê bi navê “Sabir” heman îdiayan derbarê miwekîla wî rojnamevan Semîha Alankûş de jî gotibû û lê doza miwekîla wî ku li Dadgeha Amedê dihat lidarxistin bi beraetê bi encam bû. Tamûr xwest ku îfadeyên şahid esas neyên girtin û biryara beraetê ya Alankûş radestî dadgehê kir. 
 
DÊ MUTALA WERE AMADEKIRIN 
 
Şandeya dadgehê daxwaza dozgeriyê ku ji bo mutala xwe amade bike dosye jê re were şandin qebûl kir û ji bo amadekirina mutalayê danişîn taloqî 30’yê îlonê hat kirin. 
 

Sernavên din

07/06/2021
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’