Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahît Ertan ê ku îmze avêt bin danezana ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî kampanyayê wiha got: "Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe û pêvajoya çareseriyê dest pê bike, divê tecrîd bi dawî bibe. Rêya çareserî û siyaseta demokratîk Îmralî û Birêz Ocalan e." 

Bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya  Asrînê û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) 770 parêzerên girêdayî 14 baroyan bi boneya parêzer karibin biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawî bibe danezanek belav kirin. Parêzeran di danezanê de diyar kirin ku dixwazin parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Yek ji parêzerên ku deklerasyon îmze kir jî Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahit Ertan e. Ertan, anî ziman ku divê hemû parêzer, parazvanên mafên demokrasî û mirovan îmze bavêje bin vê kampanyayê. 
 
'OCALAN JI CIVAKÊ ÎZOLE KIRINE' 
 
Ertan, anî ziman ku piştî tecrîd li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  pêş ket, li hemû girtîgehan belav bû û wiha got: "Piştî Ocalan di sala 1999'an de anîn Tirkiyeyê darizandina Ocalan dest pê kir. Ji bo hemû mafê Ocalan ê zagonî ji destê wî bigirin ew avêtin Zindana Îmraliyê. Îmralî kirin girtîgeh. Ocalan di odeyekê de bi tenê hiştin. Destûr nadin ku Ocalan bi malbatê û parêzeran re hevdîtinê bike û wî îzole dikin. Di salên 2013 û 2015'an de piçekî tecrîd rabû. Wê demê 4 girtî şandin Girtîgeha Îmraliyê. Di sala 2015'an de piştî hikûmetê dît hilbijartin kêrî wê nayê, maseya peymana Dolmabahçe xera kir. Hilbijartin betal kir û hilbijartinek pêşwext pêk anî. Tecrîda li ser Ocalan bi temamî giran kirin. Polîtîkaya tecrîda giran hêj didome. Hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo bi muvekkilê xwe re hevdîtinêbikin li dijî zagonan hatin redkirin. Tu aliyê van qedexe û astengiyên li pêş parêzeran ên hiqûqî tune ye." 
 
'TIRKIYE ZAGONÊN XWE BINPÊ DIKE'
 
Ertan, anî ziman ku Tirkiye zagonên xwe binpê dike û wiha axivî: "Hem Tirkiye zagonên xwe binpê dike, hem jî rêxistinên navneteweyî vê bêhiqûqiyê tînin ziman. Ev pêvajoya li dijî hiqûqê di heman demê de siyasetê jî dixetimîne. Tecrîd, Tirkiyeyê ji welatê demokratîk û dewleta hiqûqê dûr dixe. Qeyrana aborî pêş dixe. Hemû parêzerên ku banga OHD'ê îmze kirin, dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bêne kirin. Ji bo dewleta hiqûqê vê bangê dikin. Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vekin vê gavê davêjin. Ev mijara tecrîdê tenê Tirkiyeyê eleqeder nake. Di heman demê de gelê Rojhilata Navîn jî eleqeder dike. 
 
OHD'ê bi vê deklerasyonê hem xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, hem jî têkildarî vê mijarê daxuyanî da. Ev danezan, di heman demê de banga saziyên mafên mirovan û demokrasîyê ye. Divê partiyên siyasî yên muxalif jî guh bidin vê bangê. Divê hemû hêz û rêxistinên ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşin, li vê danezanê xwedî derkevin. Divê rê li pêş parêzeran û malbatê bê vekirin ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin." 
 
'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'
 
Ertan, herî dawî destnîşan kir ku OHD bi vê bangê dixwaze ku Tirkiye bibe dewleta hiqûq û demokrasiyê û wiha bi dawî kir: "OHD, ji bo li demokrasiyê xwedî derkeve û saziyên demokratîk li Tirkiyeyê bên avakirin îmze avêt vê deklerasyonê. Niha li Tirkiyeyê rê li pêş siyasetê hatiye girtin. Dixwazin bi polîtîkayên tirsê civakê teslîm bigirin. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Rêya vekirina siyaseta demokratîk hevdîtinên bi Îmraliyê re ne. Rêya çareseriyê Birêz Ocalan û Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe." 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike