Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e

  • rojane
  • 09:00 1 Hezîran 2021
  • |
img

WAN - Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahît Ertan ê ku îmze avêt bin danezana ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî kampanyayê wiha got: "Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe û pêvajoya çareseriyê dest pê bike, divê tecrîd bi dawî bibe. Rêya çareserî û siyaseta demokratîk Îmralî û Birêz Ocalan e." 

Bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya  Asrînê û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) 770 parêzerên girêdayî 14 baroyan bi boneya parêzer karibin biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawî bibe danezanek belav kirin. Parêzeran di danezanê de diyar kirin ku dixwazin parêzer karibin biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Yek ji parêzerên ku deklerasyon îmze kir jî Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahit Ertan e. Ertan, anî ziman ku divê hemû parêzer, parazvanên mafên demokrasî û mirovan îmze bavêje bin vê kampanyayê. 
 
'OCALAN JI CIVAKÊ ÎZOLE KIRINE' 
 
Ertan, anî ziman ku piştî tecrîd li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  pêş ket, li hemû girtîgehan belav bû û wiha got: "Piştî Ocalan di sala 1999'an de anîn Tirkiyeyê darizandina Ocalan dest pê kir. Ji bo hemû mafê Ocalan ê zagonî ji destê wî bigirin ew avêtin Zindana Îmraliyê. Îmralî kirin girtîgeh. Ocalan di odeyekê de bi tenê hiştin. Destûr nadin ku Ocalan bi malbatê û parêzeran re hevdîtinê bike û wî îzole dikin. Di salên 2013 û 2015'an de piçekî tecrîd rabû. Wê demê 4 girtî şandin Girtîgeha Îmraliyê. Di sala 2015'an de piştî hikûmetê dît hilbijartin kêrî wê nayê, maseya peymana Dolmabahçe xera kir. Hilbijartin betal kir û hilbijartinek pêşwext pêk anî. Tecrîda li ser Ocalan bi temamî giran kirin. Polîtîkaya tecrîda giran hêj didome. Hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo bi muvekkilê xwe re hevdîtinêbikin li dijî zagonan hatin redkirin. Tu aliyê van qedexe û astengiyên li pêş parêzeran ên hiqûqî tune ye." 
 
'TIRKIYE ZAGONÊN XWE BINPÊ DIKE'
 
Ertan, anî ziman ku Tirkiye zagonên xwe binpê dike û wiha axivî: "Hem Tirkiye zagonên xwe binpê dike, hem jî rêxistinên navneteweyî vê bêhiqûqiyê tînin ziman. Ev pêvajoya li dijî hiqûqê di heman demê de siyasetê jî dixetimîne. Tecrîd, Tirkiyeyê ji welatê demokratîk û dewleta hiqûqê dûr dixe. Qeyrana aborî pêş dixe. Hemû parêzerên ku banga OHD'ê îmze kirin, dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bêne kirin. Ji bo dewleta hiqûqê vê bangê dikin. Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vekin vê gavê davêjin. Ev mijara tecrîdê tenê Tirkiyeyê eleqeder nake. Di heman demê de gelê Rojhilata Navîn jî eleqeder dike. 
 
OHD'ê bi vê deklerasyonê hem xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, hem jî têkildarî vê mijarê daxuyanî da. Ev danezan, di heman demê de banga saziyên mafên mirovan û demokrasîyê ye. Divê partiyên siyasî yên muxalif jî guh bidin vê bangê. Divê hemû hêz û rêxistinên ji bo demokrasî û mafên mirovan têdikoşin, li vê danezanê xwedî derkevin. Divê rê li pêş parêzeran û malbatê bê vekirin ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin." 
 
'RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'
 
Ertan, herî dawî destnîşan kir ku OHD bi vê bangê dixwaze ku Tirkiye bibe dewleta hiqûq û demokrasiyê û wiha bi dawî kir: "OHD, ji bo li demokrasiyê xwedî derkeve û saziyên demokratîk li Tirkiyeyê bên avakirin îmze avêt vê deklerasyonê. Niha li Tirkiyeyê rê li pêş siyasetê hatiye girtin. Dixwazin bi polîtîkayên tirsê civakê teslîm bigirin. Divê rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Rêya vekirina siyaseta demokratîk hevdîtinên bi Îmraliyê re ne. Rêya çareseriyê Birêz Ocalan û Girava Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe." 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin