Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin

  • rojane
  • 09:01 26 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê, diyar kirin ku dê di konferansa xwe de gavên ji bo dorfirehkirina têkoşîna hevpar û çareserkirina pirsgirêkan nîqaş bikin. 

Pêkhateyên Konferansa demokrasiyê, dê di meha Hezîranê de bi dirûşmeya "Nan, Edalet, Azadî" Konferansa Demokrasiyê li dar bixin. Amadekariyên wan ên ji bo konferansê didomin. Tê payîn ku hemû derdorên civakê tevli konferansê bibin. Dê di konferansê de daxwazên hemû derdoran bên nîqaşkirin. Konferans dê li Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Endamê Koma Xebata Ekolojiyê Mûzaffer Asma û Endama Koma Penaberan Çîgdem Ozbaş, amadekarî û armancên konferansê nirxandin. 
 
EKOLOJΠ
 
Endamê Koma Xebatên Ekolojiyê Mûzaffer Asma, anî ziman ku hewl didin di konferansê de daxwaz û fikrên kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin nîqaş bikin. Asma, destnîşan kir ku di bin navê projeyên madenan, keviran, HES, JES û RESA'an de qadên jiyanê hemû hatine texrîbkirin û bang li he rkesî kir ku qadên jiyanê biparêzin. 
 
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN' 
 
Asma, anî ziman ku li hêlekê ji ber krîza avhewayê û bikaranînan sotemeniyên fosîl gelek pirsgirêk rû didin û li hêla din jî di bin navê 'modela aborî ya pêşektinê' de sermayeya navdewletî welat dimête. Asma got: "Çendî ku di bi navê aboriya pêşketinê de bê kirin jî, her diçe gel hîn bêtir xizan dibe. AKP, bi vê hem dixwaze îqtidara xwe biparêze hem jî derdora xwe dewlemend bike. Em welatiyên vî welatî jî, em ê li ber vê bêdeng nemînin." 
 
PÊDIVIYÊN LEZGÎN
 
Asma, diyar kir ku "nan, edalet, azadî" ku di dirûşmeya konferansê de hene, pêdiviyên lezgîn ên welatiyan e û got: "Di hemû lêkolînan de jî aşkere dibe ku welatî di weziyeteke di biniya sînorê birçîbûnê de hewl didin debara xwe bikin. Li aliyekî zengîn û super zengîn, li aliyê din jî bi milyonan kes di biniya sînorê birçîbûnê de ne. Wekî ku di têkiliya mafya-siyasetê de derketiye holê, ev zengînî ne bi hilberîneriyê, bi şêlandina çavkaniyên cemaweriyê çêbûye. Pêkanînên kêfî, rejîma otorîter û ceberût, hemû daxwazên ji bo mafan binpê dike. Her wiha edalet veguheriye çoyê îqtidarê û her kes dibîne ku li gor qanûnên xwe jî tevnagerin. Ev her sê sernav pêdiviyên sereke yên welêt in." 
 
TÊKOŞÎNEKE HEVPAR 
 
Asma, destnîşan kir ku di rewşeke wiha de pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye û got: "Dibe ku Konferansa Demokrasiyê ji bo hemû derdorên doza heqî û azadiyê dikin bibe destpêkek. Em jî ji bo pirsgirêkên di warê eklolojiyê de û ji bo em daxwazên xwe bînin ziman, bûn perçeyeke vê konferansê û xebatên me yên ji bo wê didomin." 
 
XEBATÊN JI BO PENABERAN 
 
Endama Koma Xebatên Penaber û Koçberan Çîgdem Ozbaş jî anî ziman ku wan û sazî û rêxistinên ji bo penaberan dixebitin ji bo vê konferansê hin civîn çêkirine. Ozbaş, diyar kir ku derbarê penaberî û koçberiyê de metnekê amade dikin û her diçe koma xebatê mezin dibe. 
 
Ozbaş, destnîşan kir ku penaber di warê xweîfadekirinê de zehmetiyê dikişînin û got: "Bi gefa dersînorkirinê re rû bi rû ne. Em jî hewl didin daxwazên wan bînin ziman. Em hewl didin hin çalakî û organîzeyan çêbikin. Hêleke girîn a vê eniyê jî ew e ku li dijî nîjadperestiyê têkoşîneke hevpar ava bike. Ji bo xurtkirina vê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
ARMANCA KONFERANSÊ 
 
Ozbaş, anî ziman ku li welêt di warê demokrasiyê de krîzeke mezin heye û her diçe ber bi rejîmeke totalîter ve diçe. Ozbaş, diyar kir ku krîza di warê aborî, pandemî, zayendparêzî û nîjadperestiyê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye û got: "Lewma me xwest em daxwazên welatiyên ji ber van krîzan mexdûr bûn di bin banê 'nan, edalet û azadiyê' de bînin cem hev du. Ev pêvajo, helbet ne pêvajoyeke ku dê bi konferansekê biqede. Armanca me ya sereke, piştî konferansê avakirina têkoşîneke hevpar e. A rast em dixwazin konferansa me bibe destpêka meşeke dûr û dirêj. Em dixwazin bibe destpêka xelasiya ji  krîzê." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

30/05/2021
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir